Şemî, 25 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Dayikên Şemiyê li Qada Galatasarayê hatin ba hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Divê Konseya Ewropa ‘Mafê Hîviyê’ bîne rojeva xwe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqûbeta Musa Koluman û Çetîn Ababay hate pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sekreterê Giştî yê NY’ê çû Şamê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yuksel Genç: Tiryak êdî bûye krîzeke civakî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kamaç: Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji bo yekîtiya neteweyî qonaxeke dîrokî ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Înîsiyatîfa Gelê Şoreşger banga îstîfayê li Zeynî Îpek kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê nexweş ê ku xwînrijiya ser mejiyê wî dîsa birin girtîgehê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Konferansa Pêşeroja Şengalê de banga statuya destûrî hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevpeymaniya Hêzên Rojhilat: Heta bidestxistina mafên gelê Kurd wê têkoşîna me bidome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bernameya bîranîna 12’emîn salvegera fermanê ya 10 rojan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cizîra Botanê kesek hat binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ayla Akat: Komîsyoneke jinan a şopandinê ji bo pêvajoyê pêwîst e

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partiyê li dijî bijîşkê ku derbarê ‘sunetkirina jinan’ de parvekirin kiribû nerazîbûn nîşan da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Malbata Gulistan Doku: Divê berpirsyar hesab bidin û edalet pêk bê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclisa Jinan a DBP’ê: Jin kirdeya damezrîner a aştî û civaka demokratîk in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Balîsanê jinek bi gumanbarî mir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di dema desthilatdariya AKP’ê de komkujî û dijberiya li jinan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    TEV-ÇAND’ê Hozan Serhad bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Notên ji pênûsa jinan bû pirtûk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Di dilê çiya de ronahî heye’ ya nivîskar Medya Doz derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Hevra berhema bi navê ‘Pepûle’ jinûve got

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê şahiya gel

    Ji aliyê Stêrk TV

    Belgefîlma “Rojiya Jiyanê” ya Berxwedana 14’ê Tîrmehê wê bê pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Rejîma Îranê xwepêşanderek din bi darve kir
PAK: Du fuzeyên balîstîk êrîşî bareha me ya Çemşarê kirin
2 çeteyên DAÎŞ’ê li Kerkûkê hatin girtin
Di nava hefteyekê de 20 kes li Îranê hatin darvekirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 9 kesan canê xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > KONGRA-GEL: Ji bo xwedîderketina li şoreşa Rojava em seferber bibin
Kurdistan

KONGRA-GEL: Ji bo xwedîderketina li şoreşa Rojava em seferber bibin

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA GEL diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi zanebûn yekser êrişî sivîlan dike û got, "Ji bo xwedîderketina li şoreşa Rojava em seferber bibin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 20. Çile 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA GEL têkildarî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek da û got, “Êrîşa yekser a li hemberî gelê sivîl ê li ser Bendava Tişrînê êrîşeke eşkere ya terorîstî ye ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye kirin. Ev êrîşên terorîstî bi ti awayî nayên qebûlkirin. Em van êrîşan bi tundî şermezar dikin. Li hemberî van êrîşên terorîstî yên ku cihê xwe di hiqûqa navneteweyî de nîne em bang li saziyên navneteweyî dikin ku bi berpirsyariya xwe rabin.”

YA KU DAÎŞ’Ê DIKIR NIHA DEWLETA TIRK DIKE

Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir, “Ji bo rawestandin û têkbirina êrîşên DAÎŞ’ê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran şehîd dan û mirovahî li dijî vê hovîtiyê parastin. Wê demê raya giştî ya navneteweyî li dijî DAÎŞ’ê rabû ser piyan û wezîfeya xwe ya mirovî bi cih anî bû.

Ya ku doh DAÎŞ’ê dikir, niha dewleta Tirk yekser bi xwe û bi rêya çeteyên xwe yên SMO’yê li dijî gelê Rojava dike. Li hemberî van êrîşên terorîstî yên dewleta Tirk divê raya giştî ya navneteweyî weke wijdanî û exlaqî bi lez helwestê nîşan bide. Bêdengiya li pêşberî van êrîşan wê bibe sedema komkujiyên hîn mezin. Weke ku berê kir divê raya giştî ya navneteweyî bi baldariya xwe ya li ser vê mijarê hêvî û baweriyê bide mirovahiyê.

KES NIKARE VÊ ÎRADEYÊ BIŞIKÎNE

Em sekna bi îrade ya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li dijî êrîşên çeteyên dewleta Tirk bi hurmet silav dikin. Ti hêz nikare vê îradeya berê xwe li jiyaneke azad û bi rûmet têk bibe. Hunermendê gel Bavê Teyar (Cuma Xelîl) ku li Bendava Tişrînê di nobedê de şehîd bû û hemû şehîdên din, em wan hemûyan bi hurmet û minet bi bîr tînin. Pitik Tala ya sêwî ma bû yek ji sembola vê berxwedanê.

PARASTINA ŞOREŞÊ GAVA DESTPÊKÊ YA HILWEŞANDINA FAŞÎZMÊ YE

Banga me li gelê me yê li welat û derveyî welat e:

Berxwedana li Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaxê bi qasî berxwedana Kobanê xwedî girîngiyeke stratejîk e. Divê em planên van hêzên ku dixwazin destketiyên gelê me kêm bikin yan jî tine bikin, têk bibin. Parastina destketiyên şoreşa Rojava gava destpêkê ya fermî ya hilweşîna faşîzma dewleta Tirk e. Di çarçoveya pêngava ‘Azadî ji Rêber Apo re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re’ bilindkirina têkoşîna azadî û demokrasiyê ye.

Em bang li gelê xwe yê li welat û derveyî welat, bang li dostên xwe yên enternasyonal dikin ku li ser bingeha xwedîderketina li şoreşa Rojava li her qadê seferber bibin. Divê em raya giştî ya navneteweyî bixin nava liv û tevgerê û destpêkê dengê xwe bilind bikin.

Sala 2025’an wê bibe saleke fînalê ku faşîzma dewletê ya dijminê gelê Kurd têk biçe û azadî û demokrasî bi ser bikeve. Bi vê bawerî, coş û kelecanê em bang dikin ku ji bo Rojava seferber bibin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê 6 rojnamevan hatin girtin
Nûçeya Pişt re Rojnamevanê Rojnews Silêman Ehmed hate berdan
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Cînayeta Narîn Guran: Îdîaname hate qebûlkirin

Îdîanameya ku derbarê qetilkirina Narîn Guran a 8 salî hatî amadekirin, hate qebûlkirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Rêveberiya Xweser li dijî êrîşa li ser şêniyên Çelebiyê daxuyanî da

Li dijî êrîşa li ser şêniyên bajarokê Çelebiyê ya Kobanê, Rêveberiya Xweser a bajarê Kobanê…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Swêdê êrîşî dibistanê hate kirin: 10 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li bajarê Orebro yê Swêdê êrîşî navendeke perwerdehiyê hate kirin. Di encama êrîşî de êrîşkar…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Divê Konseya Ewropa ‘Mafê Hîviyê’ bîne rojeva xwe

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Aqûbeta Musa Koluman û Çetîn Ababay hate pirsîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Înîsiyatîfa Gelê Şoreşger banga îstîfayê li Zeynî Îpek kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Sekreterê Giştî yê NY’ê çû Şamê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?