Têkildarî êrîşên dawiyê yên ku li ser Bendava Tişrîn û Pira Qereqozax a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybetî hedefgirtina sivîlan Rêvebera Mafên Mirovan a Sûriyeyê Evîn Cûma ji ajansa me ANF re wiha axivî.
Evîn Cûma di destpêka axaftina xwe de behsa rê û rêgezên mafê mirovan kir û wiha got: “Wek ku em dizanin tevahî zangonên mafê mirovan ên cîhanê li ser mafê mirovan xebat dikin ji bo ku mafê wan neyê çewisandin. Bi taybet di nav zagonên mafên mirovan de di dema şer de hemû hewldan tên kirin da ku parastin li ser sivîlan were kirin, malên sivîlan were parastin û cihê sivîlan jî were pêkanîn. Di heman demê de azadiya fikir û mafê axaftinê ya sivîlan di nav zagonên mafê mirovan yên navneteweyî hatiye parastin. Em di Sûriyeyê de mêzekin ev nêzî 13 sal in şer û pevçûn li Sûriyeyê pêk tê. Ew şer jî ji bo ketina rejîma Baas ê bû û gelek hincetên din jî dihatin kirin da ku şer biqewime. Lê piştî ketina rejîma Baas jî hîn û hîn şer berdewame û hîn bêhtir dijwar dibe. Her wiha di van şeran de yên herî ku xwîna wî li erdê diherike sivîlin. Yanî em dikarin bêjin çima şer heta piştî ketina baas ê berdewame? Divê êdî giftûgoya siyasî dest pê bibe. Heta vê kêliyê jî dewleta Trik a dagirker bi komên çeteyên girêdayî xwe êrîşî xaka Sûriyeyê dike, ew dixwaze bi darê zorê derbasî xaka Sûriyeyê bibe. Di heman demê de ev jî sûcek li dijî mafê mirovan ne ku bi darê zorê derbasî xaka gelek din bibe.”
‘DEWLETA TIRK ROJANE SIVÎLAN QETIL DIKE’
Evîn Cûma di dewama axaftina xwe de got, gel ji bo parastina jiyana xwe nerazîbûyîna xwe nîşan didin lê dewleta Tirk sivîlan qetil dike û sûcê xwe roj bi roj berfireh dike. Evîn wiha axaftina xwe domand: “Mînaka herî ber bi çav li Bendava Tişrîn û Pira Qereqozaxê dewleta Tirk ji her alî ve êrîş dike da ku vê bendavê dagir bike. Dewleta Tirk dizane ku ev bendav ji bo sivîlan cihê jiyankirinê ye ji vê bendavê pêdiviyên wan yên jiyanî pêk tên, rûxmî wê jî dewleta Tirk êrîş dike û dixwaze cihê jiyankirina sivîlan xirab bike. Gel jî di wê ferqê de ne eger ev bendav here dê jiyana wan têkeve xeteriyekê de. Gel jî bi vê helwestê diçin nêzî Bendava Tişrînê da ku nerazîbûyîna xwe ji dijmin re bidin nîşan dan. Her wiha dixwazin vê Bendavê biparêzin da ku jiyana wan û zarokên wan nekeve xeteriyeke pir mezin de. Rûxmî ku Bendava Tişrînê dûrî cihê şer e, lê dewleta Tirk dema sivîlan li ber bendavê dibîne wan topebaran dike. Rojane sivîl jiyana xwe ji dest didin ev jî ji ber ku xwestin parastian bendava xwe bikin. Nerazîbûna gelan jî li dewleta Tirk nexweş tê û bi balafirên xwe yê şer wan hedef digre. Di aliyê zagonên mafê mirovan ev sûcek mirovî û qirkirinê tê nas kirin û cezayên wê pir mezinin. Dewleta Tirk dixwaze gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji herêmê wan koçber bike û wan qetil bike. Armanca sereke ya dewleta Tirk a dagirker ew e ku guhertinek demografîk di herêmê de çêbike û gelê resen yê vê xakê qir bike.”
‘PÊWÎSTE DEWLETA TIRK LI SER KIRYARÊN KU DIKE WERE DADGEHEKIRIN’
Evîn Cûma di nav axaftinê xwe de bibîr xist ku êdî divê şerê çekdarî bi taybet were sekinandin ji ber yê ku dibe qurban ji van şeran re sivîlin û wiha pêde çû: “Gelek Rêxistinên mafê mirovan yên navendî ku li vir kar dikin tiştê ku li ser xaka Sûriyeyê de çîdibin wan belge dikin lê hîn jî encama van belgeyan eşkere nebûye. Pêwîste ev rêxistin bi van belgeyan tevlî dadgehek navnetewî bibin da ku bizanibin çi kiryarên bê mirovî li ser sivîlên Sûriyeyê tê pêk anîn. Pêwîste êdî giftûgoyek were kirin da ku di destûra nû ya Sûriyeyê de mafê her kesekî sivîl were parastin ji ber ku kiryarên li ser sivîlan di Sûriyeyê de hatine kirin tevahî kiryarên şerin. Pêwîste li ser bingeha edaletê destûra nû ya Sûriyeyê were nivîsandin û çi kesên ku di vî alî de sûcê şer kiribin pêwîste di dadgehên navnetewî de werin dadgeh kirin. Em jî wek rêxistinek mafê mirovan dibêjin êd î divê her rêxistinên ku dibêjin em mafê mirovan diparêzin bila dengê xwe hildin û li ser sûcên ku dewleta Tirk li dijî sivîlên Sûriyeyê pêk tîne were dadgeh kirin.”