Li hemberî HDK’ê kampanyayeke zêxtê ya nû hate destpêkirin. Roja 18’ê Sibatê lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve hatî destpêkirin, weke hincet hate nîşandan û herî kêm 54 welatî hatin binçavkirin. Di nava kesên hatine binçavkirin de rojnamevan, hunermend û sendîkavan jî hene.
Derheqê dosyayê de biryara veşarîtiyê hatiye dayîn û îfadeya kesên di bin çavan de ne tê girtin.
 
					 
							
 
			 
                                 
                             

 
		 
		 
		