Piştî pêkhatina Şoreşa Rojava ji bo parastin û pêşvebirina karên çand û hunerê li herêmê gavên girîng hatin avêtin. Yek ji van gavan jî Dibistana Bilind a Hunerê ye, ku bi beşên xwe yên sînema, muzîk û şanoyê dest bi perwerdeyê kir. Pêvajoya perwerdeyê di 15’ê Cotmeha 2024’an de destpê kir û bi rengê perwerdeya ji 3 salan hate plankirin. Bi 20’ê Sibata 2025’an re nîvê salê ya perwerdeya destpêkê bi dawî bû. Li Dibistana Bilind a Hunerê 60 şagirt têne perwerdekirin. 17 mamoste ku bi pêşketina van şagirtan re ji nêz ve eleqedar dibin, hewl didin hunera wan bi pêş ve bibin. Şagirt piştî betlaneya somestr a ji 20 rojan wê perwerdeya xwe ya çand û hunerê di dea duyemîn de dewam bikin. Li dibistanê ku ji aliyê amûrên muzîkê, bikaranîna deng, dîksiyon, zimanê bedenê, nivîsandina senaryoyê, lîstikvanî û derhêneriyê ve xwedî mufredateke dewlemend e, şagirtinên ku nîvê dema xwendinê temam ikrin û Hevserokê Dibistana Bilind a Hunerê li ser pêvajoya xwendinê ya dibistanê axivîn.
‘DIBISTANA BILIND WÊ ÇANDA KURD BIGIHÎNE CÎHANÊ’
Ciwan Elî Îbrahîm li ser armanca Dibistana Bilind a Hunerê got, “Dibistana Bilind a Hunerê ku ji bo ciwanên dilxwazên çand û hunerê ava bû, ji bo hunera mirovên xwedî huner bi pêş ve bibe ava bû. Li Rojavayê Kurdistanê destûr nedihate dayin ku dibistanên bi vî rengî bêne avakirin; ev yek polîtîkaya dijmin bû. Di heman demê de mirovên Kurd di dema rejîma Baasê de nikarîbûn tevlî perwerdeya li dibistanên bilind ên hunerê bibûna. Bi Şoreşa 19’ê Tîrmehê re tevgera çand û hunerê li Rojavayê Kurdistanê gavên girîng avêt. Navendên çandê ava bûn û bi her roja şoreşê re gelek nûbûn pêk hatin.
Bi ragihandina Rêveberiya xweser re navendên çandê êdî nekarîbûn ji pêwîstiyên şoreşê re bibin bersiv. Lewma pêwîstî pê hebû ku giranî ji pêvajoyeke perwerdeyê ya bi rêk û pêk a çand û hunerê re bê dayin. Şert bû ku hunera me bi rengekî akademîk bê pêşvebirin, pisporbûyîna kesên meyla xwe li ser nirxên çandî heye û danasîna nasnameya neteweyî girîng bû. Ji ber vê yekê jî pêwîstî pê hebû ku Dibistana Bilind a Hunerê bê avakirin. Ev gav pêşketineke dîrokî, pîroz û girîng e; ji ber ku ji bo Kurdistanê çavkaniyeke hêviyê ye. Weke hêviya gelê Kurdistanê ji bo danasîna çand û hunera Kurd divê weke stêrkekê bibiriqînin.”
‘DI DEMA DUYEMÎN A SALA DESTPÊKÊ DE HÎN BI ÎDÎA NE’
Ciwan Elî Îbrahîm qala çar mehên Dibistana Bilind a Hunerê kir û got, “Beriya destpêkirinê pêvajoyeke amadekariyê ya ji du mehan hebû. Di nava du mehan de serlêdanên şagirtan hate wergirtin û ji bo bi mamosteyan re têkilî bê danîn gelek kar hatin kirin. Dibistana Bilind a Hunerê ku destpêkê 75 şagirtên xwe hebûn, ji ber şert û mercên şer neçar ma ku vê hejmarê daxîne 60 şagirtan. Hemû şagirt li gor3ı encamên ezmûnê li dibistana bilind hatin bicihkirin. Nîvê van şagirtan berê xwedî tecrûbeyê bûn; lê belê em dixwzin tecrûbeyên wan kûr bibe û bibin pispor. Di vê dema ji çar mehan de pêşketinên girîng çêbûn. Bêguman di nava van 60 şagirtan de gelek şagirt jî hebûn ku serketina dihate xwestin nekarîn pêk bînin, lê belê bi giştî ji bo şagirtan bû pêvajoyeke pêşketinê.
Dibistana Bilind a Hunerê ji ber ku tecrûbeyeke nû bû, peydakirina mamosteyan ne hêsan bû. Rojavayê Kurdistanê şahidî ji şerekî giran re kir û koçeke mezin a mejî lê bû. Lê belê bi derfetên heyî ji bo peydakirina mamosteyên profesyonel hewl hate dayin û ev kêmasî ji holê hate rakirin. Dawiya dawî me bi 17 mamosteyên ji aiyê sînema, muzîk û şano ve zane û pispor in dest bi dibistana bilind kirin. Di nîvê destpêkê yê salê de me ji kêmasiyan ders wergirt, bûn xwedî tecrûbe û em dixwazin hîn bi xurtî dest bi nîvê duyemîn ê salê ya perwerdeyê bikin.”
Ciwan Elî Îbrahîm ragihand ku şagirtinên li Dibistana Bilind a Perwerdeyê ne wê di parastin û pêşvebirina çand, huner, wêje û ziman de bi roleke girîng rabin û got, “Ew ê bibin paşeroja welatê xwe, paşeroja Kurdistanê. Wê mîrateya hunermendên mezin ên weke Mihemed Arîf Cizîrî, Eyşe Şan, Karapetê Xaco û Hesen Zîrek biparêzin. Ew ê li Kurdistanê wezîfeya profesyonelkirina çand û hunera Kurd pêk bînin.”
BI QASÎ ŞERVANEKÊ XWE BERPIRSYAR DIBÎNE
Zeynep Mihemed ku li beşa şanoyê ya Dibistana Bilind a Hunerê perwerdeyê dibîne, li ser sedema tercîhkirina Dibistana Bilind a Hunerê got, “Hunerhez divê ne tenê weke pîşeyekî li bûyerê binihêrin, divê ji bo pêşvebirina hunerê hewl bidin. Bi taybetî min gelekî ji şanoyê hez dikir. Ji ber vê hezkirinê û eleqeya ji bo şanoyê ez hatim dibistana bilind. Li Kurdistanê bi taybetî li Rojavayê Kurdistanê şano mixabin di asteke bilind de bi pêş neketiye. Yek ji sedemên bingehîn ên vê yekê jî astengkirina bikaranîna zimanê dayikê ye. Gelekî ku nikaribe bi zimanê xwe, xwe îfade bike, çawa dikare şanoyê bike? Lewma pêşketina şanoyê lawaz ma. Di demekê de ku qirkirina çandê dihate kirin, min dît ku wezîfeya hunerhezan bi qasî ya şervanekê girîng e û min berê xwe da dibistana bilind.”
WÊ BIBE MALÊ ROJAVAYÊ KURDISTANÊ
Zeynep Mihemed anî ziman ku di şanoyê de tecrûbeyeke wê heye, ew dixwaze vê tecrûbeya xwe profesyonel bike û got, “Di dema nîvê salê yê destpêkê de min xwe weke dema meşa çarpiyan a zarokekî nirxand. Her gaveke destpêkê ya ku me di şanoyê de avêt; di vê demê de min firsend dît ku şanoyê ji aliyê hişmendî, dîrokê û pratîkî ve ji nêz ve fêhm bikim. Bi dîtina min gavên ku em ê di dema pêş de biavêjin, perwerdeya em ê werbigirin wê xizmetê ji Rojavayê Kurdistanê re bikin.”
‘DIVÊ EM ÇAND Û HUNERA KURD BIGIHÎNIN NIFŞÊN NÛ’
Edhem Şêxmûs ku berê li Zanîngeha Rojava li Beşa Wêjeyê ya Kurd dixwend, têkildarî sedema tevlîbûna wî ya li Beşa muzîkê ya li Dibistana Bilind a Hunerê got, “Eger min xwendina Wêjeya Kurd dewam bikira ez ê niha di pola sêyemîn de bûma. Demên berê akademiyên hunerê hebûn, lê belê di vê asta profesyoneliyê de nebûn. Eleqeya min a ji bo hunerê ez anî vê derê. Ji dîroka muzîka Kurdî heta bi notayên muzîkê û amûrên muzîkê em têne perwerdekirin. Bi perwerdeyê re em hîn bêhtir pê dihesin ku barê me çiqasî giran e. Wezîfeya me ye ku em çand û hunera Kurd bi pêş ve bibin û bigihînin nifşên nû.”
Edhemm Şêxmûs işaret bi pêvajo û pêşketina şagirtên li beşa xwe kir û got, “Mamosteyên me yên muzîkê ji bo pêşketina me gelekî eleqedar dibin. Dema ku pêwîstî pê çêdibe mijarekê gelek caran dubare dikin. Di dema duyemîn de em ê êdî derbasî karên pratîkî bibin. Amûrên muzîkê hatin diyarkirin ku her yek ji me wê li ser bixebitin û em ê di wê mijarê de bibin pispor.”
HUNERA SÎNEMAYÊ XIZMETA JI BO CIVAKÊ YE
Şagirtê Beşa Sînemayê ya Dibistana Bilind a Hunerê Ehmed Sarim jî anî ziman ku beriya bê dibistanê ew endamê Komuna Fîlman a Rojava bû û li ser sedema tevlîbûna xwe ya li dibistana bilind got, “Ez tevlî fîlmên dirêj bûm, yanî beriya bêm vê derê tecrûbeyeke min hebû. Min xwest tecrûbeya xwe ya pratîkî veguherînim tecrûbeyeke akademîk, lewma hatim vê derê. Her wiha min xwest pêvajoya pêşketinê ya sînemayê hîn bibim.”
Ehmed Sarim diyar kir ku li Rojavayê Kurdistanê sînema û derhêneriya sînemayê kêm e, ew di wê baweriyê de ye ku Dibistana Bilind a Hunerê wê tevkariyê li pêşketina vê yekê bike û got, “Her şagirtên li vê derê têne perwerdekirin wê ji bo pêşvebirina hunerê bi roleke mezin rabin û bi temamkirina perwerdeyê re wê xizmetê ji civakê re bike, wê her rengê çand û hunerê nîşan bidin.”