Sêşem, 20 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Kalkan: Ji niha û pê ve divê zemîna siyasî û hiqûqî ya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bê avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 20’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qoserê banga îstîfayê li Zeynî Îpek ê ku ji DEM Partiyê hatiye dûrxistin hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TUAY-DER’ê bertek nîşanî paşxistina berdana girtiyan da: Girtiyan serbest berdin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Divê qanûna çarçoveyî bikeve meriyetê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nîhat Bertan ê piştî 31 salan hate tehliyekirin: Em xwedî li pêvajoyê derbikevin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 çiyagerên ji aliyê Îranê ve hatin binçavkirin hîn nayê zanîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karayilan: Her şehîdekî destanek afirand û gihîşt şehadetê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên azadiyê: ‘Em ê xwedî li mîrateya berxwedanê ya pêşengên jin derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bane hêzên rejîma Îranê zarokek binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên Rojhilatê Kurdistanê banga ‘Kurdî’ li hikûmeta Şamê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK: Rejîma Îranê herêma Mêrîwanê bombebaran kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Dayikên Aştiyê yên Kurdistanê daxwaza rawestandina darvekirinê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Elîf Kaya: Divê Jineolojî xwe bigihîne jiyana her kesî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongra Star li dijî cezayê darvekirinê ya li Werîşe Muradî hatî birîn, bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meral Çîçek: Divê Jineolojî ji bo pirsgirêkên civakî çareseriyên şênber biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bermal Çem: Jineolojiyê jinên ji gelên cuda li dora azadiyê gihand hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK’ê ji bo Werîşe Muradî bang kir: Li hemberî darvekirinê bêdeng nemînin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Şoreşa ku bi destê xwedawendan gihîşt serkeftinê: Şoreşa Rojava
Rojava

Şoreşa ku bi destê xwedawendan gihîşt serkeftinê: Şoreşa Rojava

Hevseroka Desteya Kar û Barên Kedkaran a Kantona Firatê Felek Yûsif salvegera 13’emîn a Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê pîroz kir û got, çawa ku jinê di Şoreşa Rojava de pêşengtî kir, divê li tevahî cîhanê jî bibe pêşeng.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 19. Tîrmeh 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Di nava civakeke ku bi hezaran reng têde jiyan dike de, yek civak dihat pejrandin ew civak serweriya xwe li ser her netewê din dida ferzkirin. Di nava Sûriyeyê de jin di her warê jiyanê de hatibû qutkirin. Di nava Civaka Kurd a li Sûriyeyê de jî, jin di nava malê de bi sernava ‘Her tişt Eybe’ di nava xanî de dihat dorpêçkirin.

Di dîroka dûr û dirêj a ku ji civaka xwezayî dest pê dike de, di wê demê de jin xwediyê taybetmendiyên xwedawendan bûn û ew bi xwe pêşengên civaka xwe bûn û civaka xwe di nava dadwerî û edaletê de bi rêve dibirin. Civaka ku têde jin pêşeng e, ew civak jî teqez ber bi serkeftina mutleq ve diçe.

Gelek jinên pêşeng li hemberî desthilatdariyê rabûn, gelek jinên şoreşger serî li hemberî vê fikra desthilatdar rakirin û gelek jin jî bûn mînaka şoreşê. Roza Luksemborg, Clara Zetkîn û gelek jinên ku di dîrokê de navê wan hatiye nivîsandin, hene.

Jin li hemberî desthilatdariyê rêya wekhevî û edaletê dipejirîne, li hemberî feodalatiyê, rêya aştî û aramiyê qebûl dike û li hemberî tunebûnê radibe û dibêje em hene mînaka wê jî şoreş û serhildana ku ji Rojhilatê Kurdistanê destpê kir û veguherî tevahî cîhanê, cîhan giştî di bin dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ de hejiya.

Dîsa jî li hemberî her desthilatdariyê, jina Kurd di her warî de dibe mînak û ew li cîhanê belav dibe. Ji Kobanê çirûsk dest pê kir û niha her derê Kobanê bi rengê Kesk, Sor û Zel xemiliye. Ev yek serketina li dijî çeteyên DAÎŞ’ê û hevkarên wan e.

Ji wê çaxê de Kobanê bu yekem bajarê Kurdistanê yê rizgarkirî û piştre jî tevahî Rojava, bajar bi bajar ji destê hikumeta dîktator hat rizgarkirin. Êdî gel di nava civaka xwe de xwe bi rêxistin kir û dest bi kar û xebatên xwe kirin. Jinan ji xwe re navendek a bi navê Mala Jin ava kirin ku cara yekem li Qamişlo dûra jî li Hesekê, Efrîn û belavî tevahî bajarên Rojava bûn. Niha bi dehan sazî, tevger û komeleya jinan li ser xaka Rojavayê Kurdistan-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hene.

Hevseroka Desteya Kar û Barên Kedkaran a Kantona Firatê Felek Yûsif salvegera 13’emîn a şoreşa 19’ê Tîrmehê li şehîdên azadiyê pîroz kir û ev tişt anî ziman: “Çirûska 19’ê Tîrmeha 2012’an li Kobanê hat vêxistin û destpê kir. Me ji xwe re xeta sêyemîn hilbijart û dest bi şoreşê kir. Em bi hêza xwe li Cîhanê tên naskirin. Me rejîma Baas’ê di 19’ê Tîrmeha 2012’an de ji Kobanê derxist û bi vî awayî dest bi şoreşê hate kirin. Dema ku em behsa wê rojê dikin wek xeyalekê bû ji me. Bajarekî wek bajarê Kobanê ji bin hukmê rejîma Baas’ê hat xilaskirin.”

‘ME SERÎ LI DIJî DESTHILATDARIYÊ HILDA’

Di dewama axaftinê de Felek Yûsif da zanîn ku 19’ê Tîrmehê ji bo jin roja vejînê bû û wiha got: “Di vê roja pîroz de, morala me her tim bilind bû. Şoreşa 19’ê Tîrmehê şoreşa jin e. Ji ber ku me dîrok baş nas kiribû û desthiladariya li ser jin û civakê baş fêm kiribû, em bi zane bûn û hêza me jî ji vê zanebûnê dihat. Desthilatdariyê maf, ziman, çand û nasnameya me perçiqandinbû, lê di 19’ê Tîrmehê de me wek jin hemû hêza xwe di şoreşa 19’ê Tîrmehê de derxist holê û li dijî desthilardariyê serî hilda.”

‘ÇAWA KU JINÊ DI ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ DE PÊŞENGTÎ KIR, DIVÊ DI ASTA CÎHANÊ DE JÎ PÊŞENGTIYÊ BIKE’

Felek Yûsif got: “Li ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştî derxistina rejîma Baas’ê gel gihiştin mafê xwe û êdî her kesê dest bi axaftina bi zimanê xwe kir. Jin di gelek êrîş û qirkirinan re derbas bûn, lê her tim berxwedana me li hemberî dagirkeriyê berdewam bû. Di roja îro de tevî ku rejîma Baas’ê hilweşiya, lê yê ku hatiye şûna wî heman zihniyeta desthildatdariyê ye. Her tim têkoşîn û berxwedana me li dijî talankirin, qetilkirin û desthilatdariyê wê berdewam be. Em ê her tim li dijî desthilatdariyê têbikoşin. Çawa ku jin di şoreşa 19’ê Tîrmehê de pêşengtî kir, divê di asta cîhanê de jî pêşengtiyê bike.”

Felek Yûsif di dawiya axaftina xwe de şoreşa 19’ê Tîrmehê li Rêber Apo, li gerîlayên serê çiyan, li giyanên şehîdan û li hemû gelên welatparêz û jinê pîroz kir.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN KOBANÊ, LEZGÎN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê KJK: Êrîşên HTŞ’ê destkeftiyên gelan û jinan hedef digire
Nûçeya Pişt re ROJEVA 19’Ê TÎRMEHA 2025’AN
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Çûn û hatina li ser rêya M4 destpê kir

Çûn û hatina wesayîtan bi qismî li ser rêya navneteweyî (M4) ku herêma Cizîrê û…

Ji aliyê Stêrk TV

Li derdora Bendeva Tişrînê bi dronê êrîşî maleke kirin

QSDˊê ragihand ku komên çekdar ên girêdayî hikumeta veguhêz li herêma Girê Sîryetêl (Til Sîryetêl)…

Ji aliyê Stêrk TV

Cenazeyê şervanê QSD’ê Zana Qamişlo hat veşartin

Şêniyên Qamişlo cenazeyê şervanê QSD’ê şehîd Zana Qamişlo bu bi tilîliyan veşartin û ji bo…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Muzexaneya Kobanê ji koçberan re bûye stargeh

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

TEV-ÇAND‘ê şehîdên 19‘ê Cotmehê bi bîr anîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Jinên ciwan bertek nîşanî êrîşa li Şêxmeqsûdê dan

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?