Şemî, 24 Gulan 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 24’Ê GULANA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tuncer Bakirhan û Ahmet Davutoglû li hev civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Serketina pêvajoyê bi têkoşîna birêxistinkirî re pêkan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayşegul Dogan: Divê partiyên siyasî hemû tevkariyê li pêvajoyê bikin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan Gulistan Dûrsûn kete ber lêpirsînê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo dîtina Rêber Apo serlêdaneke din hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Engîzek: PKK weke destaneke azadî û vejînê wê di dilê me de bijî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sozdar Avesta: Îro PKK hevrê Fûat e, hevrê Fûat PKK ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şirnexê banga berdana girtiyên nexweş hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rapora binpêkirina mafên mirovan a li 20 girtîgehan

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ji bo şoreşeke nû ya herêmî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Pêngava ku Rêber Apo da destpêkirin hêviyeke nû ye’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Tulay Hatîmogûllari: Azadiya jinê wê li vî warî pêk were

    Ji aliyê Stêrk TV

    Talîban qedexeyên nû li ser rojnamevan û mamosteyên jin ferz dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Înîsiyatîfa Yekîtiya Neteweyî ya Jinên a Ewropayê hate ragihandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK’ê ji bo parastin û mezinkirina mîrateya şehîdan bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Kongreya 1’emîn ya Hevgirtina NADA hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevseroka Giştî ya DBP’ê serdana Şanaz Îbrahîm Ehmed kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Wênesaz Hezer: Divê hunermend di pêvajoya nû de cih bigirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Almanyayê pêşbirka çîrokan a ji bo bîranîna Fevzî Ozmen

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Herfordê pêşangeha Hêviya Tawisê Melek hat vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Parîsê 4’emîn Festîvala Çandî ya Kurd destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê: Yekîtiya gelê Kurd bi ziman dest pê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parîs ji 4’emîn Festîvala Çanda Kurdî re amade ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • KOBANÊ
  • ROJEV
  • WAN
  • ŞENGAL
  • MÊRDÎN
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Baregeha Zilîkan weke volkana li ber teqînê ye
Di navbera DYE û Îranê de hevdîtinên nerasterast destpê kirin
Li Şamê dengê teqînan hate bihîstin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > ‘Konferansa Yekîtiya Niştîmanî ya Jinan wê bibe bingeha çareseriya doza Kurd û jinan’
Jin

‘Konferansa Yekîtiya Niştîmanî ya Jinan wê bibe bingeha çareseriya doza Kurd û jinan’

Endama Buroya Têkiliyan a Kongra Star Emîne Osê îşaret bi Konferansa Yekîtiya Niştîmanî a Jinan kir û diyar kir ku wê ev konferans bibe bingeha çareseriya doza jin û doza Kurdan.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 28. Sibat 2025 Dema xwendinê: 10 dq.
Parvekirin

Bi hilweşîna rejîma Baas û hatina desthilata HTŞ’ê rewşa jinan di Sûriyeyê de ber bi guhertinên mezin ve çû. Li şûna ku maf û azadiyên xwe bi dest bixin, hîn zêdetir mafên wan hatin nixumandin. Tevger û jiyana jinan di nav sînor û qeydên ku desthilata HTŞ diyar kirî de ma. Endama Buroya Têkiliyan a Kongra Star Emîne Osê li ser rewşa jinan a li Sûriyeyê û girîngiya yekîtiya jinan ji ANF’ê re axivî.

Endama Buroya Têkiliyan a Kongra Star Emîne Osê di destpêka axaftina xwe de qala destpêka şoreşa Sûriye û pêşengtiya jinan di nav de kir û got: ”Ji 2011’an ve ji bo rûxandina rejîma Baas a tenê yek reng û yek deng ku hebûn û biryara jinan di nav de tine bû, jin pêşengtiyê kirin. Lê piştî ku şoreş vegeriya û ket bin xizmetê dewletên derveyî Sûriyeyê û komên çekdar derketin, gelek jinên Sûrî xwe paş ve kişandin. Ji bo wê jî em dikarin bêjin ku di encama şerê 14 salan de ên ku herî zêde têde êş û zehmetî kişandin jin in. Li aliyeke din li Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rewşeke cudatir dihate jiyîn, ji ber ku di gelek aliyan de parastina jinê hate kirin û jinan xwe birêxistin kir. Jinan dikarîbûn di hemû qadên jiyanê de cih bigrin û xwedî îrade û kesayeteke xurt bibin.”

Emîne Osê bal kişand ser pêvajoya rûxandina rejîma Baasê û wiha pê de çû: ”Çawa ku gel bi rûxandina rejîma Baasê re kefxweş bû, jin jî kêfxweş bû lê kefxweşiyeke bi tirs bû û di serê xwe de gelek hesab derbas dikir. Ji ber ku di armancê de ên ku hatine şûna rejîma Baasê, zihnîyeta wan li hember doza jinê çiqasî ji yê rejîma Baasê cûdatir be û eger ne xirabtir be wê çiqasî baştir be. Ev xal hemû di serê jinê de digeriyan. Li aliyeke din komên HTŞ’ê ku hatin xwedî îdolojiyekî Îslamî ya hişkin, wê ji bo jinê heta kijan astê azadî û mafê wê bigre dest, her wiha wê heta kijan astê berpirsyartiya xwe li hember jinê û civaka xwe û welatê xwe û malbata xwe pêk bîne. Ev hemû ji bo jinan dibin mijara metirsiyan. Komên çete jinan kirine weke amûrek ku bi rêya wê pere bi dest bixin.”

Emîne Osê diyar kir ku ji despêka desthilatdariya HTŞ li Sûriyeyê ve ji jinê re çarçoveyek hatiye diyarkirin û ev tişt li ser axaftinên xwe zêde kir: “Ji roja yekê ya desthilatdariya xwe li Sûriyeyê ve, HTŞ’ê jinan bi hin pîvanan re de sînordar kir. Ji şeklê wê û heta çûyîna wê ji bajarakê heta bajarêkê din divê di sînora wan pîvanan de be. Li kêleka wê heta çalakiya ku jin bixwazibe li dar bixe divê pîvanên ku jê re danîne derbas neke. Ev biryarên ku derketin hişt ku metirsîyên jinan zêde bibin û bibe sedem ku hemû jinên Sûriyeyê di nav lêgerînê de bin ku çawa bikaribin mafê xwe bi van guhertinan re bikin di bin garantiya destûrê de. Jina Kurd jî ji despêka Şoreşê de pêşengtiya wê kir. Ji bo Kongra Star û rêxistinên di herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê , heyî de di despêkê de gavek dan avêtin. Di serî de ji bo diyarkirina pêşeroja jin dekarasyonek ji aliyê Kongra Star ve hate belav kirin. Şêwr û diyalogên berfireh yên jinan jî hatin lidarxistin. Di heman demê de dan û standinan bi jinên Sûriyeyê re çêbûn. Îro jinên Sûriyeyê gihişt baweriya ku mifteya çareseriyê, çareserkirina doza jinê ye. Eger doza jinê neyê çareserkirin ne mumkine demokrasî li Sûriyeyê were pêk anîn.”

Emîne Osê destnîşan kir ku divê tevî hemû kiryaran jî têkoşîneke xurt bi hevgirtina jinan bê kirin û ev tişt got: “Ji bo ku şekl û nêrîna jinê îfadeya herî rast a demokrasiya Sûriyeyê bike, divê bi awayekî xurt jinên Sûriyeyê bi hemû pêkhate û mezheban re li ser hinek prensîpan li hev bikin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hevgirtin û dan û standinek wiha di navbera hemû jinan de hebû. Îro ev hevgirtina ku di çarçoveya erdnîgariya teng de me bi rêxistina xwe çêkiriye, em ê çawa li hemû Sûriyê bikin model ku hemû jinên Sûriyeyê xwe di vê modela xweser, xwedî nêrîn û maf de bi hev re bikaribin tekoşînekî xurt bidin meşandin.”

Emîne Osê da xuyakirin ku hewldanên wan ên ji bo xwe gihandina li jinên Sûriyeyê û bi hev re nîqaşkirina doza jinê cidî ne û wiha got: “Bi israra avakirina guhertinê me bi salan tekoşîn kiriye û yê ku herî zêde daxwaza guhertinê dike jin e. Ji bo wê em ê tekoşîna xwe xurtir bikin da ku destkeftiyên ku me bi dest xistine di destûrekê ku tê de bê parastina van destkeftiyan bike de cih bigre hebe. Ji bo wê xebatê me bi hemû jinên Sûriyeyê re bi awayekî berfireh heye. Doza Kurd dozeke girîng e. Li Sûriyeyê çaresernekirina doza Kurd wê bibe sedema bêîstîqrariya Sûriyê. Ji bo wê pêwîste doza Kurd bi awayekî wekhev were çareserkirin. Li ser wê esasê hewldanên avakirina yekîtiya Kurd hene û ev xebat êdî ber bi dawiyê ve diçe. Yekbûna nêrîna Kurdan a sîyasî ji bo pêşeroj û çareserîya pirsgirêka Kurd divê bê avakirin.”

Emîne Osê eşkere kir ku ji bo yekîtiya jinan jî xebatek berfireh tê meşandin û wiha domand: “Bi gava yekîtiya nêrîna Kurd re, jinên Kurd jî gavek avêtin û komîteyek avakirin da ku serlêdana hemû yekîtî, rêxistinên jinan ên sîyasî û civakî û kesayetên serbixwe, rewşenebîr û jinên navdar û xwedî rol di civaka Kurdî de bikin û nêrînên wan bên girtin. Ku em wek jin erka xwe li hember sîstema xweser û sîstema giştî pêk bînin. Ji bo wê jina Kurd bi yekîtiya xwe dikarin bibin hêz û piştevaniya xurt ku civaka Kurd bi giştî ber bi yekîtiyê ve bibe. Li ser wê esasê amadekariyên me hene ku berî konfreansa yekîtiya Kurd a giştî bê lidarxistin, em konferansa jinan li dar bixin. Em bikaribin bi hejmara jinên ku tevlî vê konfransê bibin delegeyê konfransa giştî bin. Biryarên ku derkevin û prensîbên ku li ser bên li hevkirin, li ser jin û mafê jin de wê di nav nêrînên siyasî di konfransa giştî de cih bigrin da ku dema ku dîyalogek çêbû mafê jin bikevin bin garantiyên destûrî de.”

Emîne Osê bi berfirehî xebata Konfransa Jin a Niştîmanî nirxand û wiha got: “Di vê konfransê de wê nûnerê jinan ji hemû sazî û rêxistinan, însiyatîfên ku pêşketine wê tevlî bibin. Hejmara jinên ku tevlî bibin wê nêzî 400 jin be. Îro rastiya herêma me û rastîya gelê Kurd çûyîna ber bi yekîtiyê veji her tiştê girîngtir dibîne. Di dema ku di Sûriyeyê de ji nû ve hevsengiyek tê avakirin di wir de nûnerên gelê Kurd wê çawa nûnertiya gelê Kurd bi nêrîneke hevbeş bikin? Em vê mijarê pir girîng dibînin. Wê carek din berî lidarxistina Konferansê serdana hemû sazî û rêxistinan jinan bên kirin û nêrînên wan di milê sîyasî û aliyên dîtir de bên girtin. Gel û jinên Kurd bi yekîtiya xwe wê bibin hêz û tifaqa bi jinên ji pêkhateyên din re zêdetir xurt bike. Yekîtiya Kurdan wê Sûriyeyê xurt bike.”

Emîne Osê bal kişand bi ser girîngiya li darxistina Konferansa Niştîmanî ya Jin di vê demê de û got: “Niha Sûriye di pêvajoyeke nû re derbas dibe, yasayên wê hîna nehatine nivîsandin û hîna polîtîkaya dûrxistina gelê Kurd ji gelek mijaran heye. Ji ber wan girîng e ku yekîtiya Kurd û yekîtiya jinên Kurd bê avakirin û awayekî bi hêz nêrîna xwe ji bo çareserîyê bide pêş.”

Emîne Osê ji bo xurtkirina yekîtiyê bang li hemû jinan kir û wiha bi dawî kir: “Ev konferans wê peyamê bide ku hemû pêkhate bikaribin yekîtiya xwe ava bikin û bi hev re bikevin têkiliyê ku li ser wê yekîtiya jinên Sûriyeyê were avakirin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Îran li dijî gefên Îsraîl ên ‘leşkerî’ nerazîbûn nîşan da
Nûçeya Pişt re Ji Rêxistina Efûyê banga ‘Şerîfe Mûhammedî’ li Îranê hate kirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Dayikên Şemiyê ji bo Ferhat Tepe hatin ba hev

Dayikên Şemiyê ji bo nûçegihanê Ozgur Gundem Ferhat Tepe yê ku berî 31 salan ji…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 8’Ê SIBATA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Dîcle Muftuoglû: Lêgerîna me ya li rastiyê wê dewam bike

Hevseroka Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Muftuoglû bal kişand ser amadekariya şer a…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Şîlan Emînoglu: Armanca me konfederalîzma jinan e

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Tulay Hatîmogûllari: Azadiya jinê wê li vî warî pêk were

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Talîban qedexeyên nû li ser rojnamevan û mamosteyên jin ferz dike

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Komxebata Yekrêziya Kurdî bi dawî bû

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

Bibe abone!

Em ê te ji nûçe, gotar, bername û hemû bûyerên giring agahdar bikin!

Tu kengî bixwazin dikarin betal bikî.
adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?