În, 19 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Dosyayên destnedayîna 12 parlamenteran li meclisê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayşegul Dogan: Verastkirinên qanûnî êdî ne pêwîstî, neçarî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê lêdana bi qemçiyan li hunermendên Îranî hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mehmet Emîn Karayilan li Bêrecûkê hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wesayita ku karkên çandiniyê tê de bûn wergeriya: 1 mirî, 11 birîndar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya Iraqê li Silêmaniyeyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Hewlêr û Bexdayê peyman li ser sîstema ASYCUDA hate îmzekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê cezayê darvekirinê dan ciwanê 18 salî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kasim Erecî û Bafil Talebanî li hev civiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilatê Kurdistanê 3 welatî hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şirnexê taziyeya fermandarê YBŞ’ê Kawa Şengalî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ferhat Dêrik û hevalên wî hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Nesrîn Akgul: ‘Krîza mêrtiyê’ sedema zêdebûna kuştina jinan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Brezîlyayê verastkirina gihîştina kurtajê ji bo zarokên mexdûrên destdirêjiyê hat betalkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-E’yê ji bo Festîvala Jinan a Zîlan banga tevlîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Dayikên Plaza de Mayo Lidia Almeida jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karwana Dayikan li Kasselê bi coş hat pêşwazîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDK-E ji bo ‘Festîvala Jinan a Zîlan’ banga tevlîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Festîvala Jinan a Zîlan di sala 21’emîn de ye: Dem dema jinan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îngilistanê jin xwe ji bo Festîvala Jinan a Zîlan a 21’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji rojnamevan Îbrahîm Êzidî pirtûka ‘Sirek ji dilpakiya baweriya qedîm’

    Ji aliyê Stêrk TV

    TevÇand Ewropayê têkildarî provokasyonên li dijî hunermend Diyar hişyarî da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ‘Festîvala Hurmetê’ performansa govendê ya zarokên Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Elewiyan a Brîtanyayê banga ji bo civaka demokratîk û aştiya bi rûmet

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Kendava Hurmuzê dronên Îranê hatin xistin
Hewldana provokasyonê ya li gundê Aşmê yê Kobanê hate astengkirin
Li Dihokê 2 drone hatin xistin
Li Qadirkerem êrîşa çekdarî
Li Hewlêrê leşkerekî Îngilîz û yek jî DYE’yî mirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Ji Zeyneb Celaliyan name
Jin

Ji Zeyneb Celaliyan name

Zeyneb Celaliyan ku 20 sal in ji aliyê dewleta Îranê ve dîl hatiye girtin, bi nameyekê got, "Belê, vê rejîmê em bi saxî veşart. Lê belê weke ku Che Fuebara jî got; Xwestin me binax bikin, lê nizanîbûn ku em tov in û şîn dibin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 17. Îlon 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Aktivîsta mafên jinan Zeyneb Celaliyan a cezayê muebetê li hatiye birîn, ji Girtîgeha Yezdê nameyek şand, diyar kir ku tevî bijîjkan teşxîs kirine ku divê were dermankirin û emeliyan bibe jî bi tu awayê nikare derman bibe. Zeyneb Celaliyan da zanîn ku rayedarên girtîgehê dosyaya wê hewaleyê tiba edlî kirine, ji wê derê rapora “dikare di girtîgehê de bimîne” hatiye derxistin û bi gotinên Che Guevara; “Xwestin me binax bikin lê em tov bûn û şîn bûn” bal kişand ser berxwedana di riya azadiyê de û bang kir ku piştgirî ji her derê cîhanê ji girtiyan re were dayîn.

Nameya Zeyneb Celaliyan wiha ye:

“Silav û rêz. Muxalefeta li dijî vê rejîmê, tê wateya ku mirov jiyana xwe û hezkiriyên xwe bixe xeterê. Dema ku fam dikin tu muxalif î dozê li te vedikin, sûcên mezin dixin stuyê te û hewl didin te ji holê rakin. Lê dema ku nagihîjin armancên xwe, bi salan me di zindanan de bi saxî binax dikin, bi îşkenceyên fizîkî, ruhî, gotinên xirab, cudakarî, bi qedexeya telefon û hevdîtina bi salan, bi girtina hezkiriyên me û zextên giran hewl didin me bêdeng bikin. Bi xwezayî taybetmendiya herî girîng a têkoşerek berxwedan e. Ji bo armanca xwe moralê xwe diparêze, hewl dide bihêztir be û wisa bidomîne.

Di civakeke bi desthilatdariya mêr de, jinan her dem êşên mezin kişandine lê jinên di girtîgehan de êşên pir giran dikşînin lewre girtin bi serê xwe di ruhê wan de birînek vedike. Dûrbûna ji zarok, hevjîn, dayîk û bav û bêparbûna ji azadiya xwe, perçeyek vê êşê ye. Di girtîgehê de mirov şahidî ji gelek êşan û zulmê re dike. Bi taybetî zulma ku li kesên din ên di girtîgehê de tê kirin. Dema ku mirov ji bo pêşîgirtina li vê zulmê tiştek neke, birînên kûrtir di dilê mirov de çêdibin. Vê bêçaretiyê min xemgîn dike, rondikan ji çavên min dibarîne, êşa min mezintir dike; tu tişt ji dest min nayê.

Dema ku mirov bîst salan di girtîgehê de bimîne, neçar bimîne bi gelek kesan re li heman cihê rabe û razê, dibe sedema nexweşiyên çerm, enfeksiyon, nexweşiyên ruhî û derûnî. Ya herî xirab jî xwarina xirab e, ev yek dibe sedema gelek nexweşiyên fizîkî. Bi taybetî dema ku mirov girtiyek siyasî be, zêdetir tê astengkirin. Ya herî girîng jî astengirina ji bo dermankirinê ye. Tevî ku bijîjk dibêjin pêdivî bi dermankirinê heye jî tu tişt nayê kirin.

Divê em hemû bi hev re bibêjin: ‘Ji dervekirinê re na’

ixabin ji ber ku bi salan ji xizmetên derman û dermankirinê bêpar mam, nexweşiya min pir bi pêş ketiye. Derman êdî bandor nakin û niha jî bijîjk dibêje divê emeliyat bibim.

Tevî ku bi salan e bijîjk dibêjin divê ji ber nexweşiyê ji girtîgehê derbikevim û emeliyat bibim jî; rayedarên girtîgehê rapora min şandin tiba edlî. Piştî bendewariya bi mehan, tiba edlî bersiva “Dikare di girtîgehê de bimîne” da. Tevî hemû êş, zorî û nexweşiyan jî ez bextewar im; lewre dizanim ku ji bo azadiyê tehemulê van hemû zoriyan dikim. Ev jî nîşan dide ku ez li cihekî rast ê dîrokê disekinim.

Belê mn got ve rejîmê me bi saxî binax kir; lê wekî ku Che Guevara dibêje: “Xwestin me bi saxî binax bikin lê em tov bûn, şîn bûn.” Ez ji hemû jin û mêrên li cîhanê yên azadîxwaz dixwazim, vê êş û zulma ku ji bo mirovan rewa tê dîtin, bê deng û helwest neminin. Jin û mêrên têkoşer ên li Îranê di Girtîgeha Evînê de diman, niha di mercên pir xirabtir de dimînin. Cihekî ku serê xwe daynin tune ye; cih li gorî hejmara wan pir teng e û mercên paqijî û xwarinê pir xirab in. Ji ber vê yekê bêdengiya li dijî zulma Komara Îslamê ya Îranê ya li ser xwişk û birayên me yên têkoşer, tê wateya pejirandina sûcên rejîmê.

Divê em hemû bi hev re bibêjin: ‘Ji dervekirinê re na’, ‘Ji girtinan re na’, ‘Ji cudakariya zayendî re na’, ‘Ji cudakariya nijadî re na’, ‘Ji cudakariya bawerî û olî re na’ û ‘Ji rejîma sûcdar re na’.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Linzê bîranîna Jîna Emînî û jinên hatin qetilkirin
Nûçeya Pişt re Rêxistinên mafên mirovan ji bo dermankirina Zeyneb Celaliyan bang kirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Rojava çalakiyên 21’ê Sibatê: Em xwedî li Kurdî derkevin

Bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê…

Ji aliyê Stêrk TV

Xelîl Hewas Hacî hate veşartin

Şervanê Hêzên Xweparastinê Xelîl Hewas Hacî li Şehîdgeha Şehîd Xebat bi merasîmekê hate veşartin.

Ji aliyê Stêrk TV

Li Mexmûrê meşa 8’ê Adarê: Rêber Apo wetayeke mezin li jinan bar kiriye

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi pêşengtiya Meclîsa Îştar’ê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Dosyayên destnedayîna 12 parlamenteran li meclisê ne

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Hewlêr û Bexdayê peyman li ser sîstema ASYCUDA hate îmzekirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Îranê cezayê darvekirinê dan ciwanê 18 salî

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Rojhilatê Kurdistanê 3 welatî hatin binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?