În, 6 Sibat 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Di salvegera erdhejên 6’ê Sibatê de bîranîn û bertek: Ne erdhej, pergala rantxwir kuşt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hacî Haykir piştî 32 salan hat berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dorpêça Kobanê dewam dike: Leşkerên Tirk 9 roj in li sînorê Kobanê xendekan dikolin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yên ku di erdheja Mereşê de jiyana xwe ji dest dan li ser gorên xwe hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di operasyona li dijî ESP’ê de 30 kesên din jî hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bijîjkên ji Başûrê Kurdistanê erka xwe ya li Rojava temam kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Taş ê ku piştî 31 salan hat berdan: Baweriya ji bo pêvojiyê mezin e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şandeya Rojava bi Mesûd Barzanî re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê qurbaniyên erdheja 6’ê Sibatê bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Semsûrê erdheja 6’ê Sibatê hate bîranîn: Ji bo karesatên nû çênebin em ê nedin jibîrkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Elmanya hejmara leşkerên xwe yên li Hewlêrê kêm dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Tenduristiyê ya Amedê ji bo Kobanê banga lezgîn a alîkariya mirovî û tibî kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Nêrgiz Mihemedî dest bi greva birçîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG: Meha Çileyê 5 rojnamegerên jin hatin binçvakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rapor: Li Amedê tundiya li jinê bi giranî di nava malbatê de pêk tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Başûrê Kurdistanê mehekê jinek hate kuştin, 4 jin jî bi gumanbarî mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şandeya Fransa çû serdana YPJ’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê: Em ê sînor nas nekin, dîwaran hilweşînin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermend TrueLu: Têkoşînên me girêdayî hev in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yelda Ebbasî hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji gelê Katalan ji bo Rojava stran

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji hunermendê Elman strana ‘Bijî Rojava’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya Rojava stran û klîba ‘Biparêze’ hat çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermenda Kurd Yalda Abbasi Meşhed hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Droneke bombebarkirî ya çeteyan hate xistin
Çeteyan li Çelebiyê darbeyek mezin xwar
Li bejahiya Kobanê bombardûmana çeteyan û tevgera hewayî ya dewleta Tirk
Êrişên çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê yên li ser gundên Kobanê dewam dikin: Birîndar hene
Çeteyên ku êriş birin ser Kobanê derba giran xwarin: 2 tank hatin îmhakirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Êrîşên dewleta Tirk ên li ser sivîlan dewam dikin
Rojava

Êrîşên dewleta Tirk ên li ser sivîlan dewam dikin

Di êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser sivîlên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de mehên Çile, Sibat û Adarê 229 mirov hatin kuştin, 311 jî birîndar bûn.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 26. Adar 2025 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo rewşa mirovî ya li herêmê bûye cihê tirs û fikaran. Bi taybetî êrîşên hewayî û bombardûmana ji bejahî gefeke mezin li jiyana mirovên li herêmê dixwe.

Êrîşên mehên Çile, Sibat û Adarê bandoreke neyînî li jiyana li herêmê kir; 229 mirov şehîd bûn, herî kêm 311 jî birîndar bûn. Ev rewş binpêkirina pîvanên hiqûqa şer û mafên mirovan ên navneteweyî ye. Her wiha rewşa mirovî hîn giran dike. Parêzer Mistefa Şêx Mislim, Yûsif Kutê yê ji Qamişloyê û Sûzan Oso ya ji Efrînê li ser mijarê axivîn.

Daneyên li ser êrîşan bi vî rengî ne:

ÇILE

385 caran liv û tevgera Balafirên Bêmirov (ÎHA), 105 caran liv û tevgera balafirên şer, 34 caran êrîşên bi balafirên şer, 20 caran êrîşên bi ÎHA,3 êrîşên bi droneyên xwekuj, 162 êrîşên bi obusan, 32 êrîşên bi hawanan, 5 êrîşên bi tankan, 23 êrîşên bi doçkayê, 5 êrîşên bi bombeavêjê, 8 hewldana serdegirtinê, hewldaneke kemîndanînê, 18 êrîşên bi AK-47, 11 êrîşên bi BKC, 7 êrîşên Bi RPG-7, êrîşek bi RPC, 3 êrîşên sekvaniyê, 3 êrîŞên bi fuzeyan, êrîşek bi bombeya destan û êrîşek tacîzê.

SIBAT

380 caran liv û tevgera ÎHA’yan, 102 caran liv û tevgera balafirên şer, 25 êrîşên bi balafirên şer, 15 êrîşên bi ÎHA, 3 êrîşên bi droneyên xwekuj, 162 êrîşên bi obusan, 32 êrîşên bi topên hawanê, 3 êrîşên bi tankan, 17 êrîşên bi doçkayê, 5 hewldanên serdegirtinê, 4 êrîşên bi bombeavêjê, 11 êrîşên bi AK-47, 7 êrîşên bi BKC, 5 êrîşên bi RIPG-7, 3 hewldanên sekvaniyê, êrîşek bi bombeya destan, êrîşek tacîzê.

ADAR (01.03.2025 – 15.03.2025)

88 liv û tevgera ÎHA û SÎHA, 9 liv û tevgera balafirên şer, 12 êrîşê bi balafirên şer, 5 êrîşên bi SÎHA, 50 êrîşên bi obusan, 43 êrîşên bi topên hawanê, 80 êrîşên bi doçkayê, hewldaneke serdegirtinê, êrîşek RPC, 2 êrîşên AK-47.

HERÎ KÊM 229 ŞEHÎD, 311 BIRÎNDAR

Komîteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û saziyên pêwendîdar ragihandin ku ji 1’ê Çileyê heta 15’ê Adara 2025’an herî kêm 229 mirov şehîd bûn, herî kêm 311 jî birîndar bûn.

ÇEND MÎNAK JI KOMKUJIYAN

11’Ê ÇILEYÊ

Ji ber êrîşa bi balafirên şer a li ser gundê Mesreb ê Sirînê yê li Kantona Firatê bav û 2 zarok hatin qetilkirin, ji heman malbatê 5 kes jî birîndar bûn.

Navê kesên hatin qetilkirin bi vî rengî ne: Îsmaîl Hisên Mistefa (37), Fatma Îsmaîl Mistefa (12), Ayşe Îsmaîl Mistefa (13)

Navê birîndaran bi vî rengî ne: Hisên Îsmaîl Mistefa (10), Xilud Îsmaîl Mistefa (8), Îman Îsmaîl Mistefa (5), Ali Îsmaîl Mistefa (2), Behriye Îsmaîl Mistefa (1)

27’Ê ÇILEYÊ

Li bajarê Sirînê yê Kantona Firatê, SÎHA’yan bombe li qada bazarê barandin. Di encama êrîşê de 13 kes hatin qetilkirin, 12 kes jî birîndar bûn.

28’Ê ÇILEYÊ

Di encama bombekirina gundê Um Hermel ê Zirganê de 3 kes hatin qetilkirin, 1 ji wan zarok bû. Di êrîşê de 9 kes jî birîndar bûn.

17’Ê ADARÊ

Dewleta Tirk a dagirker li gundê Berxbotanê yê Kobanê bi SÎHA û çekên giran komkujiyek kir. Di komkujiyê de ku nîvê şevê hate kirin 7 zarok li gel dayik û bavê xwe hatin qetilkirin, ji heman malbatê 2 kes jî bi giranî birîndar bûn. Ji birîndaran yek jê li gel hewldanan jî nekarî bê rizgarkirin. Bi vî rengî 10 kes di encama êrişê de hatin qetilkirin.

Navê kesên hatin qetilkirin bi vî rengî ne: Ahîn Osman Ebdo (15), Dicle Osman Ebdo (14), Dilovan Osman Ebdo (13), Yasir Osman Ebdo (6), Fawaz Osman Ebdo (2), Saliha Osman Ebdo (4), Avesta Osman Ebdo (8 aylık), Ronîda Osman Ebdo (Ji ber birîna giran di 18’ê Adarê de şehîd bû), Osman Berkel Ebdo (Bav-42), Xezal Osman Ebdo (Dayik-39)

Navê ya birîndar: Narîn Osman Ebdo (9)

‘PEYMANA CENEVREYÊ TÊ BINPÊKIRIN’

Mistefa Şêx Muslim anî ziman ku êrîşa li dijî sivîlan ne ji aliyê hiqûqî ne jî ji aliyê mirovî ve nikare bê qebûlkirin û got, “Li gorî hiqûqa navneteweyî çi dibe bila bibe êrîşa li ser sivîlan nabe. Lê belê dewleta Tirk salên dûr û dirêj e bi xwînxwarî êrîşî sivîlan dike û qetil dike. Herî dawî li gundê Berxbotanê yê Kobanê di encama bombekirina malekê de ji malbatekê 10 kes hatin qetilkirin, kesek jî bi giranî birîndar bû.

Her wiha sazî û binesaziyên li herêmê jî dibin hedefa êrîşan û çavkaniyên debarê yên gelan têne tinekirin. Peymana Cenevreyê ku ji çar beşan pêk tê, êrîşa li dijî sivîlan teqez qedexe dike û ji bo parastina sivîlan xwedî biryaran e. Mixabin dewleta Tirk her roj li pêş çavên cîhanê sivîlan qetil dike.”

‘DIXWAZE LI HERÊMÊ KAOSÊ BIAFIRÎNE’

Mistefa Şêx Muslim bi bîr xist ku dewleta Tirk hewl dide herêmên weke Efrînê veguherîne qadên dagirkeriyê û got, “Li herêmên ku aramî lê hebû, bi destê dewleta Tirk û çeteyên wê krîz û kaos tê afirandin. Ji bo van herêman timî di nava rewşeke şer de bihêle, bi hemû derfetên xwe yên teknîkî êrîşan dikin. Ji ber van êrîşan jî jin, zarok û mirovên bêguneh têne kuştin.

‘ŞER JÎ XWEDÎ PÎVAN Û EXLAQÊ YE’

Şêx Mistefa Muslim işaret bi êrîşa 17’ê Adarê ya li gundê Berxbotanê yê Kobanê kir ku di encamê de komkujî hate kirin û got, “Li gorî hiqûqa şer, êrîşên li ser sazî û gelê sivîl teqez sûcê şer e. Şer jî xwedî pîvan û exlaqê ye. Lê belê dewleta Tirk xwedî pîvan û exlaqê nîne. Di encama van êrîşan de malbatek bi temamî hate tinekirin; tenê yek ji wan ma.”

Mistefa Şêx Muslim bang li saziyên navneteweyî kir ku bi erk û berpirsyariya xwe rabin û got, “Medya cîhanê bûyerên li Fîlîstînê dixe rojevê, lê belê çima komkujî û êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji nedîtî ve tê? Cudahiya navbera êrîşan tenê ji aliyê cografî ye; hemû jî bi heman hovîtiyê têne kirin. Saziyên navneteweyî jî, medya Sûriyeyê jî êrîşên dewleta Tirk ên li ser sivîlên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji nedîtî ve tên.”

‘LI DIJÎ ÊRÎŞAN EM Ê LI QADAN BIN’

Sûzan Oso ya ji Efrînê nerazîbûn nîşanî êrîşên dewleta Tirk da û got, “Êrîşên li ser herêmê bi rengekî rojane dewam dikin. Dewleta Tirk dixwaze îradeya gel bişikîne. Dixwaze baweriya gel a bi jiyanê têk bibe, gel bê moral bike. Lê belê li gel komkujiyan gel li ser piyan e û soza tolhildanê dide. Ev êrîşên dewleta Tirk zilm e, mirov têne qetilkirin; lê belê li ser dewleta Tirk pêkanînek nîne. Li hemberî van êrîşan em ê her roj li qadan bin, têkoşîna xwe dewam bikin.”

‘ÊRÎŞÊN JI BO SABOTEKIRINA PROJEYA RÊVEBERIYA XWESER’

Yûsif Kutê yê ji Qamişloyê li hemberî êrîşên dewleta Tirk got, “Êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmê hem ji bo tolhildanê ye hem jî ji bo têkbirina aramiyê. Êrîşên ji bo têkbirina projeya Rêveberiya Xweser a li herêmê û sabotekirina peymana ji 8 xalan e. Dewleta Tirk ji jiyaneke demokratîk, wekhev û aştiyane ya li Sûriyeyê wêdetir dixwaze kontrola herêmê bixe destê xwe.”

Yûsif Kutê işaret bi komkujiya li Berxbotanê kir û got, “Di 24’ê Çileyê de li Hesekê êrîş li wesayit û motorsîkleteyekê hate kirin, di encamê de mirovek hate qetilkirin. 17’ê Adarê li Berxbotanê ji heman malbatê 10 kes hatin qetilkirin. Di êrîşên li ser Tişrînê de gelek mirovên me hatin qetilkirin. Şervanên ku li Tişrînê li ber xwe didin zarokên vê xakê ne. Her roj ewladekî me di encama êrîşên dewleta Tirk de şehîd dikeve, gel têne qetilkirin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Konferansa dîrokî ya jinên Kurd li Rojava deriyên nû ji bo têkoşîn û wekheviyê vedike’
Nûçeya Pişt re ROJEVA 26’Ê ADARA 2025’AN
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Di çalakiyên HRE’yê de 8 çete hatin kuştin

HRE’yê ragihand ku di çalakiyên lidar xistine de 8 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatine…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Balikesîrê ji bo 47’emîn salvegera Komkujiya Mereşê daxuyanî hat dayîn

Komeleya Çandê ya Elewiyan a Altınolukê bi bîr xist ku bi sedan Elewî di Komkujiya…

Ji aliyê Stêrk TV

Cenazeyê şehîd Dijwar Qamişlo hat veşartin

Cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Dijwar Qamişlo yê di 3’yê Tebaxê de şehîd bûbû, li…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Di êrîşa çeteyên HTŞ’ê yê li ser Siwêdayê de ciwanek hat qetilkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Çeteyên HTŞ’ê êrîşî herêmên rojavayê Siwêdayê kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Fermandariya QSD’ê Şandeya Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê qebûl kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Şervanên azadiyê: Em ê parastina xaka xwe bidomînin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?