Dewleta Tirk a dagirker sala 2016’an bi operasyonên leşkerî Bab, Ezaz û Cerablûs, sala 2018’an Efrîn, sala 2019’an Girê Spî û Serêkaniyê, sala 2024’an jî Minbic dagir kir. Gelên ku ji ber dagirkeriyê ji neçarî ji cih û warê xwe bûn, piştî ku 8’ê Kanûna 2024’an rejîma Baas hate hilweşandin, bang kirin ku dawî li êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bê anîn. Vegera bi ewle ya gelên bi zordarî hate koçberkirin, bi taybetî di nava xalên lihevkirina 10’ê Adarê de ye ku di navbera Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî û Serokkomarê desthilatdariya Şamê Ehmed El Şara de hate mohrkirin.
Ji berpirsyarên Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriye-Efrînê Îbrahîm Şêxo, Şîrîn Reşît a ji Efrînê û Endamê Komîteya Koçberan a Serêkaniyê parêzer Ciwan Îso li ser mijarê ji ajansa me re axivîn.
Yek ji 8 xalên peymana navbera QSD û hikumeta Şamê giraniyê dide ser vegera gelê bi zorê ji cih û warê xwe hatiye koçberkirin. Îbrahîm Şêxo li ser mijarê got, “Têkildarî vegera welatiyên me yên ji cih û warê xwe bûne nîqaş dewam dikin. Gelekî girîng e ku veger bi rengekî ewle pêk were. Berpirsyarî a hikumeta demkî ya Sûriyeyê ye. Ji ber ku Serokkomarê hikumeta Şamê dema ku serdana Efrînê kir, diyar kiribû ku wê Efrînî bi rengekî ewle li warê xwe vegerin. Lê belê hîn bersiva gelek pirsan nîne, weke ‘Veger wê çawa pêk were, ewlekarî wê çawa be û dagirker wê bêne darizandin an na?’.”
HETA KU ÇETE NETERIKÎNIN VEGERA BI EWLE PÊK NAYÊ
Îbrahîm Şêxo destnîşan kir ku heta dewleta Tirk û çeteyên wê ji herêmên dagirkirî venekişin astengiyên li pêşiya vegera bi ewle ji holê ranabin û got, “Li herêmên dagirkirî revandina mirovan, kuştin û êşkence dewam dikin. Dewleta Tirk û çeteyên wê hîn jî herêm neterikandine. Polîtîkayên qirkirinê her roj hîn giran dibin Dewleta Tirk û çeteyên wê divê tavilê ji herêmên dagirkirî vekişin. Kiryarên êşkenceyê yên çeteyan dewam dikin, herî dawî me bihîst ku di pîrozbahiya Newrozê de ji ber ku kesekî ala Kurdistanê hilda, gule berdan lingê wî û ew birîndar kirin.
Her wiha li Racoyê kesek ji ber ku ala Kurdistanê pê re hebû û li Kurzelê yê Şêrawayê 4 kes ji ber ku al hildan, rastî tundiyê hatin. Di rojên bi vî rengî girîng de ku gelê Kurd weke cejnê pîroz dike, eger tundî li Kurdan tê kirin, gelo wê vegera bi ewle li xaka dagirkirî çawa pêk were? Gelo pêkane ku di bin serweriya wan hêzan de bijî ku çand, nasname û hebûna wan înkar dike? Ji ber vê yekê heta ku ev çete venekişin vegera gel bi rengekî ewle nabe.”
Îbrahîm Şêxo destnîşan kir ku saziyên mafên mirovan û ewlekariyê yên navneteweyî ji vegera bi ewle berpirsyar in û di dawiya axaftina xwe de got, “Ev sazî divê têkiliyê bi gelan re dînin ku warê wan hatiye dagirkirin. Her wiha herêmên dagirkirî kontrol bikin û ji bo derxistina çeteyan ji van herêman berpirsyariyên xwe bi cih bînin. Divê bikin ku mirovên ji herêmên dagirkirî bi lez li cih û warê xwe vegerin. Gelê me bi salan e koçber e. Gelê ku bi zorê hate koçberkirin hîn jî rastî êrîşan dike. Hem saziyên navneteweyî hem jî hikumeta demkî ya Sûriyeyê divê bi lez erk û berpirsyariyên xwe bi cih bînin, dewleta Tirk û çeteyên wê ji herêmên dagirkirî derxînin û bêguman korîdorên ewle vekin ku gel li cih û warê xwe vegere.”
BINPÊKIRINÊN MAFÊN MIROVAN DEWAM DIKIN
Şîrîn Reşîd a ji Efrînê jî got, “Li tevahiya Sûriyeyê kaos û krîzeke mezin heye. Piştî hilweşîna rejîma Baasê ku hebûn, nasname û çanda Kurdan bi salan înkar û îmha dikir, xelkê Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî xwest, li cih û warê xwe vegere ku bi zorê hate koçberkirin. Bi vegera bi ewle re em dixwazin li warê xwe, li ser xaka xwe, li mala xwe bi rengekî aram bijîn. Jiyana bi hev re ya gelan a bi rengekî azad yek ji daxwazên me yên bingehîn e. Lê belê dema ku mirov bala xwe didin ser biryar û kiryarên hikumeta demkî ya Sûriyeyê, dibînin ku daxwazên gelên Sûriyeyê bi cih nîne. Gel hîn jî ji ber baweriya xwe tê qetilkirin, êşkence li mirovan tê kirin. Ji hikumeteke bi vî rengî nayê hêvîkirin ku mirovên bi zorê hatine koçberkirin bi rengekî ewle li warê wan vegerîne.
Kesayetên ku xwe weke hikumeta Sûriyeyê pênase dikin, li şûna ku pêşî li komkujî, tundî û êrîşan bigirin, xwe bêdeng dikin. Divê dawî li vê bêdengiyê bînin û li ber van kiryaran rabin. Ji bo atmosfereke baweriyê li Sûriyeyê bê afirandin, divê beriya her tiştî dawî li dagirkeriyê bê anîn, mirovên bi zorê hatine koçberkirin bi rengekî ewle li cih û warê xwe vegerin. Bêguman ev têrê nake. Divê sûcdar teqez bêne darizandin. Gelê Kurd û gelên bi zorê ji cih û warê xwe hatine koçberkirin wezîfe û berpirsyariyên xwe bi cih tînin. Li hemberî dewleta Tirk û çeteyan her tim di nava têkoşîneke mezin de ne. Ji niha û pê ve jî wê tawîzê ji têkoşînê nedin.”
VALAKIRINA HERÊMÊN DAGIRKIRÎ TÊRÊ NAKE, DIVÊ DAGIRKER HESABÊ BIDIN
Ciwan Îso jî bal kişand ser wan herêman ku dewleta Tirk ji sala 2016’an û vir ve dagir kiriye û got, “Ji Babê heta bi Ezaz, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî li herêmên dagirkirî mafên mirovan, hiqûq têne binpêkirin. Kiryarên li dijî mirovahiyê û binpêkirina mafên mirovan hene. Komkujî, guhertina demografiyê, êşkence, revandina mirovan û hwd. dewam dikin. Bi rêya saziyên nerewa dewleta Tirk polîtîkaya xwe ya qirkirinê li herêmên dagirkirî dewam dike. Li nava gelên Sûriyeyê bi hilweşîna rejîma Baasê re hêviya guherînê afirî bû. Lê belê rewşa ku derkete holê, ji ya rejîma Baasê xerabtir bû. Herêmên dagirkirî li ser ewlehî û aramiyê metirsî ıye. Em di demekê de ne ku vegera bi ewle tê nîqaşkirin. Lê belê guherînên dihatin hêvîkirin ti ji wan pêk nehatin. Heta niha dewleta Tirk ji herêmên dagirkirî derneketiye. Jİ bo vegereke bi ewle pêk were divê dagirker derkevin.”
Ciwan Îso bal kişand ser şertên pêwîst ên ji bo vegera bi ewle ya gelên bi zorê hatin koçberkirin û got, “Beriya her tiştî divê dawî li siyaseta dagirkeriyê bê anîn. Dagirker divê ji warê gelan derkevin. Eger vegerek wê pêk were divê bi garantiya ewlehiyê pêk were. Saziyên mafên mirovan ên navneteweyî divê vê yekê garantî bikin. Ewlehiya gelan divê ji xwe re bikin esas. Li herêmên dagirkirî sûcên şer têne kirin. Divê ji ber sûcê şer hesab ji çeteyan bê xwestin. Terikandina van herêmên dagirkirî têrê nake. Divê ji aliyê madî û manewî ve piştgirî ji koçberan re bê dayin. Ti ji van xusûsên hatine diyarkirin nehatiye bicihanîn. Lewma veger di nava van şert û mercan de nepêkan e. Ji ber ku şert û mercên me qalê kirin eger pêk neyên, hingî wê ewlehiya jiyanê ya gelan bikeve nava xeteriyê.”
DI NAVA 5 SALAN DE LI SERÊKANIYÊ ÇI BÛ?
* Ji sedî 87 ê gelê Serêkaniyê hate koçberkirin.
* Ji gelê Kurd tenê 45 kes li Serêkaniyê man û piraniya wan jî extiyar û zarok in.
* Nêzî 6 hezar malên gel hatin dagirkirin.
* Nêzî hezar û 700 dikanên bazirganiyê hatin dagirkirin.
* Nêzî 3 hezar malbat li gel ku ne ji Serêkaniyê ne li Serêkaniyê hatin bicihkirin.
* Nêzî 75 malbatên DAÎŞ’î li taxa Zorava hatin bicihkirin.
* 4 gund hatin wêrankirin, gundê Eyn Hîsanê bi temamî hate xerakirin û veguherandin navenda perwerdeya leşkerî.
* Ji gundiyan 60 kes ji gund hatin derxistin.
* Destavêtin 11 jinan ku 5 ji wan zarok bûn.
* Nêzî hezar û 112 kes hatin revandin, girtin, qetilkirin û êşkence li wan hate kirin.
* Nêzî 120 caran şerê navxweyî qewimî.
* Zêdeyî 15 kes li ser sînorê Tirkiyeyê hatin qetilkirin.
* 72 caran teqîn çêbû.
* Aqûbeta 72 sivîlan nayê zanîn.
* Piraniya wan komên leşkerî 23 kom hene ku qaçaxçitiya mirovan dikin.
* Çeteyan 3 gund kirin navenda çandina madeyên narkotîkê.
DI NAVA 7 SALAN DE LI EFRÎNÊ ÇI QEWIMÎ?
* Ji sala 2011’an û vir ve guhertina demografîk a herî mezin a li Sûriyeyê li Efrînê pêk hat. Zêdeyî 300 hezar Efrînî koçber bûn. Piştî dagirkeriyê nifûsa Kurdan a li Efrînê di asta ji sedî 25 de kêm bû.
* Ji deveyî herêmê û ji welat û herêmên ku şer lê diqewimin zêdeyî 700 hezar kes li gund û navçeyên Efrînê hatin bicihkirin. Ji van 500 malbat ji Fîlîstînê anîn. Li herêmê ji bo van malbatan 47 malên mêtingeriyê hatin avakirin.
* Dewleta Tirk polîtîkaya xwe ya Tirkkirina gelê Efrînê dewam kir. Bi guhertina navê tax, qad û nexweşxaneyan xwest vê yekê bike. Ala Tirkan bi dibistanan ve kir, navê qadan guhert, qada Newrozê kir Salah El Dîn, piştre jî qad bi temamî ji holê hate rakirin.
* 64 dibistan hatin hilweşandin û nêzî 50 hezar xwendekar ji perwerdeyê bêpar hatin hiştin. Gelek ji van dibistanan veguherandin baregehên leşkerî, cihên binçavkirin û êşkenceyê.
* Navê Nexweşxaneya Avrînê yê bi Kurdî û Erebî hate guhertin û tenê navê Tirkî lê hate kirin. Her wiha li ser tabela û pankartên li kolanan tenê Tirkî hate nivîsandin. Hemû cihên pîroz û mezargehên Êzidiyan hatin hilweşandin.
* Dewleta Tirk li herêmên dagirkirî nasnameya Tirk da welatiyên Sûriyeyê. Li wê derê hate ferzkirin ku li şûna lîreyê Sûriyeyê lîreyê Tirk bê bikaranîn. Şebekeya telefonê hate guhertin û hate ferzkirin ku şebekeya Tirkiyeyê bê bikaranîn.
* Di 8 salên dagirkeriyê de bi giştî 10 hezar û 208 sivîl hatin revandin, ji sedî 15 ji wan agahî nayê wergirtin. Bi hezaran ji wan jî bi wergirtina fîdye ji malbatên wan hatin berdan. Ev rêbaz ji bo çeteyan bûye şêweyekî qezençkirina pereyan.
* 105 jin hatin qetilkirin, destavêtin li 73 jinan hate kirin, 14 jinan xwe kuştin. Zêdeyî hezar jin hatin revandin, her roj êşkence, destavêtin û destdirêjî li jinan hate kirin.
* Zêdeyî 778 sivîl hatin qetilkirin, ji wan 682 kes di encama topbarana dewleta Tirk û çeteyên wê de hatin qetilkirin, 96 kes jî bi êşkenceyê hatin qetilkirin. Zêdeyî 762 kes di topbarana dewleta Tirk û çeteyên wê de birîndar bûn. Her wiha 345 zarok, 225 jin jî birîndar bûn.
* Bi armanca bazirganiyê zêdeyî milyonek darên zeytûnê hatin birîn. Zêdeyî 30 hezar darên zeytûnê hatin îxrackirin. Her wiha ji sedî 75 ê qada çandiniyê yanî 12 hezar hektar qada çandiniyê hate şewitandin. Bi hezarna malên sivîlan hatin desteserkirin, bi dehan jiw an kirin girtîgehên çeteyên dewleta Tirk û navendên leşkerî.
* Zeytûn û zeyta gel hate desteserkirin û di ser gundê Hamam ê Cindirêsê re derbasî Tirkiyeyê hate kirin.
* Ji berhemên Lîsteya Mîrateyên Cîhanê ya UNESCO’yê Ayn Dara, Nebî Hurî, Şikefta Duderiya, Tirba Mar Maron û gelek berhemên din ên dîrokî hatin tinekirin. Li gorî daneyên Desteya Arkeolojiyê ya Efrînê li Efrînê nêzî 75 cihên dîrokîk hene. Lê belê dewleta Tirk û çeteyên wê ji bo tinekirina girikan hemû gir kola û tine kirin. Her wiha zêdeyî 59 cihên dîrokî, zêdeyî 28 cihên olî hatin xerakirin û hin ji wan kirin bazara heywanan.
* Dewleta Tirk û çeteyên wê her wiha bi salan êrîş bir ser xelkê Efrînê ku li Şehbayê dima. Ji ber êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Şehbayê, xelkê Efrînê 2’ê Kanûna 2024’an careke din neçar ma kuk ji kantona Şehba-Efrînê ber bi herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê koç bike.