Duşem, 12 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê civak xwedî li hunermendan, hunermend jî xwedî li civakê derkeve’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Orûç: Têkoşîna li dijî narkotîkê divê bi avakirina xeta civakî ya astengkirinê be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma muzîkê ya BaBa Zula: Em bi aştiyê re ne, divê desthilatdarî gavê biavêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 12’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komîteya Azadiya Abdullah Ocalan daxuyaniya 9’ê Cotmehê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Fermandar Viyan Adar: YPJ ji bo hemû jinên Sûrî têdikoşe
Jin

Fermandar Viyan Adar: YPJ ji bo hemû jinên Sûrî têdikoşe

Fermandara YPJ’ê Viyan Adar diyar kir ku zihniyet û sîstema desthilata Şamê ji yê sîstema rejîma Baas ne cudatire û destnîşan kir ku YPJ ji bo hemû jinên Sûrî têdikoşe.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 12. Nîsan 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Fermandara YPJ’ê Viyan Adar têkildarî geşedanên li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ANF’ê re axivî.

 

Viyan Adar diyar kir ku weke YPJ ew vê sîstema nû ya bi zihniyeta heyî tê meşandin, ji sîstema berê cudatir nabînin û wiha got, ”Piştî 27’ê Mijdara 2024’an Sûriye di guhertineke mezin re derbas bû û vê guhertinê bandor li hundirê Sûriyeyê û heta dewletên cîran jî kir.”

‘AVAKIRINA YPJ’Ê GUHERTINÊN MEZIN DI CIVAKÊ DE PÊŞ XIST’

Viyan Adar tekez kir ku bi derketina Şoreşa 19’ê Tîrmehê re û bi avakirina YPJ’ê re gelek guhertin û veguhertinên cidî di nav civakê de pêş ketin û wiha axaftina xwe domand, ”Bi şoreşa Rojava ya ku di 19’ê Tîrmehê de destpê kirî re damezrandina YPJ’ê bandoreke mezin çêkir. Desthilata Şamê xwedî destûreke welê ye ku cihê jinê têde nîne û tevahiya gelê Sûriyeyê temsîl nake. Ev zihniyeta ku tê meşandin, dihêle ku YPJ hîn zêdetir têbikoşe û gav paşde neavêje.”

‘XWEPARASTIN PÊDIVÎ YE’

Fermandar Viyan destnîşan kir ku YPJ jinên ji hemû pêkhateyan di nav xwe de dihewîne û wiha pêde çû, ”Weke YPJ ti carî em vê sîstema desthilatdariyê ya heyî qebûl nakin. Ev jî tê wê wateyê ku têkoşîna me wê bi rengekî hîn xurttir bidome. Cihê ku wekhevî lê tune be, xweparastin pêdivî ye. Ji ber ku xweparastin ji bo hemû zindiyan rêbazeke jiyanê ya sereke ye. Mafê her kesî yê xweparastinê heye, ji ber xweparastin mafekî rewa ye. Têkoşîna me jî têkoşîna parastina rewa ye. Êrîşek li ser hebûna jin hebe, wê jin parastina xwe bike.”

Viyan Adar bal kişand ser peymana di navbera QSD û HTŞ’ê de û da xuyakirin ku weke YPJ ew her tim alîgirê çêkirina tifaqê ne. Viyan Adar anî ziman ku lê ji roja ewilî ya Şoreşê û heta niha ew li dijî parçebûna Sûriyeyê ne û bilêv kir ku divê hemû pêkhateyên Sûriyeyê bi yek ruhî bi hev re bijîn.

‘TÊKOŞÎNA YPJ’Ê XWESER E’

Viyan Adar di nav axaftina xwe de ev tişt jî got: “Têkoşîna YPJ’ê, têkoşînek e xweser e. Weke YPJ parçeyek me di nav QSD’ê de jî heye. Lê belê em di bin sîwana QSD’ê de têkoşîn nakin. Weke Yekîneyên Parastina Jin rêxistin û têkoşîna me xweser e. Lê YPJ û QSD bi hev re di asta herî jor de têdikoşin û li kêleka hev şer dimeşînin, ji ber ku armanca me her duyan jî yek e. YPJ û QSD ji bo parastina destkeftiyên Şoreşa Rojava, pêkhateyên Sûriyeyê, ji bo parastina gel û tevahî jinên Sûriyeyê bi hev re têkoşîn dimeşînin. Her wiha weke YPJ tenê fikrê Rêber Apo ji bo me esas e. Destûra ku piştre hatî ragihandin, li dijî peymana di navbera QSD û HTŞ’ê de hatî ragihandin e. Êdî Kurd ne mîna berê ne. Tevgerên Kurd xwedî felsefe û fermandarên zane ne, xwedî tecrube û ezmûnên mezin in.”

Fermandara YPJ’ê bal kişand ser banga Rêber Apo ya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ û destnîşan kir ku dewleta Tirk heta niha jî li hemberî vê banga aştiyê ti gav neavêtine. Fermandar Viyan Adar bilêv kir ku bi riya diyalogê hemû pirsgirêk dikarin bên çareserkirin û got, divê dewleta Tirk ji vir û şûnde gavên cidî û erênî bavêje.

Viyan Adar got, “Sûriye ayîdê gelê Sûriyeyê ye, karê dewleta Tirk li ser vê xakê nîne. Bi hincetên ku weke dewletek cîran dixwaze pirsgirêka Sûrî çareser bike, armanc dike ku Sûriyeyê dagir bike. Pirsgirêka sereke ya li Sûriyeyê mudaxileyên dewleta Tirk in.”

Fermandara YPJ’ê Viyan Adar di dawiya axaftina xwe de bang li hemû jinan kir û got, ”Banga me ji bo hemû jinên Sûriyeyê ye heta ku em jinên Sûrî hêza xwe ya parastinê bi hev re çênekin, em ê nikaribin li hember van zihniyetên ku ji rewşa heyî sûd digrin xwe biparêzin. Divê em weke jin li hemû herêmên Sûrî tecrubeyên xwe belav bikin, ji ber ku parastina me ji bo hemû jin Sûriyeyê ye. Divê jin li her derê peywendiyên xwe xurt bikin û hêza xwe ya parastinê ava bikin, ji derveyî vê wê hebûna me bi tu awayî mîsoger nebe.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HESEKÊ

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 12’Ê NÎSANA 2025’AN
Nûçeya Pişt re Pisporên NY’ê piştgirî didin agirbesta PKK’ê û hêviya pêvajoya aştiyê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li gorî Koreya Başûr stoka ûranyûmê ya Koreya Bakur dibe ku gihîştibe 2 tonî

Wezîrê Yekbûnê yê Koreya Başûr Chung Dong-young îdîa kir ku Koreya Bakur dibe ku bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Operasyona dagirkeriyê ya li Mawayê berfireh bû: Gelek herêm hatin qedexekirin

Operasyona dagirkeriyê ya li gundekî herêma Çiyayê Mawa hate destpêkirin ku li navçeya Heskîf a…

Ji aliyê Stêrk TV

Dengbêjê çiyê: Îbrahîm Sari

Sala 2009'an ku dewleta Tirk a faşîst êrîşên qirkirina siyasî dikir, Îbrahîm berê xwe da…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

YRJ’ê şehîdên Ragihandina Azad Dilîşan Îbiş û Dilovan Gever bi bîr anî

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Meclîsa Malbatên Şehîdan a Til Temirê êrişa li ser navenda meclîsê şermezar kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Êrîşî avahiya Meclîsa Malbatên Şehîdan kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?