Duşem, 30 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Kesên li Kizildereyê hatin qetilkirin hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    OHD: 7 zarok bi hinceta tevli Newrozê bûne hatine girtin û êşkence dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    11 partiyan ji bo aştî û demokrasiyê banga avêtina gavên şênber kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê 2 girtiyên siyasî darve kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Naqqarînê 270 cenaze

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êrişên li hemberî hev dewam dikin, li gorî Trump ‘rejîm guherî’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li ARSÎSA ku perwerdeya Kurdî dide, cezayê pere hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan û aktîvîstên Şengalî: Divê parastina Êzidiyan û rêveberiya wan hebe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Navê hebûna bi kedê: Harûn Cûdî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Navenda kevn a NY li Silêmaniyê bi dronan hate armanckirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    CPT-Amerîka: Li Kurdistanê di mehekî de 474 êrîş pêk hatin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dihokê nûnertiya YE’yê bû armanc, li Xurmatu baregeheke Haşdî Şabî hate bombekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jin wê di 4’ê Nîsanê de li ser aştiyê biaxivin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Jinên Tirkiyeyî hîn jî zexta li jinên Kurd tê kirin nabînin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rûniştina dozê ya Ayşe Gokkan carek din taloq bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Trîbunala Jinê ya 2026 li Brukselê destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Piştî dîlgirtina li Dêrazorê jinûve li nava refên têkoşînê ye: Serbilind û xurt im

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê 3 jinên din jî hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Federasyona Cîhana Kurd Şanoya Neteweyî ya Kurd ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komîna Şano ya Çiya û Akademiya Şehîd Sefkan xebatek taybet

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND û Hunera Mizgînê ‘’Roja Şanoyê ya Cîhanî’’ pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bergeke din a parêznameyên Rêber Apo bi Fransî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ehmed Huseynî helbestvanek ku li ser şopa Cegerxwîn bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendên Rojava li Çemçemalê hêjayî xelatên rûmetê hatin dîtin 

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Koye mirina bi guman a jinekê
Navenda kevn a NY li Silêmaniyê bi dronan hate armanckirin
Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Silêmanî û Koye bi mûşek û dronan hat hedefgirtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > HPG: Rantxurên şerxwaz bênavber êrîş dikin
Kurdistan

HPG: Rantxurên şerxwaz bênavber êrîş dikin

HPG'ê ragihand ku ji 1'ê Adarê dema ragihandina agirbestê û vir ve êrîşên dewleta Tirk a dagirker qet nesekinîn û diyar kir ku hêzên ser bi PDK'ê jî hewldanên ambargo, birîna rê, dorpêçkirin û îstîxbarata ji bo dewleta Tirk dewam kirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 30. Nîsan 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê got, “Bi banga 27’ê Sibatê ya Rêber Apo re li Kurdistanê pêvajoyeke nû ya stratejîk destpê kir. Tevgera me ji bo pêşî li vê pêvajoyê veke û pêwîstiyên wê bi cih bîne ji 1’ê Adara 2025’an û pê ve agirbest ragihand. Di ser re du meh derbas bûne, lê belê êrîşên artêşa Tirk ên li hemberî hêzên me qet nesekinîn. Di serî de eyaletên Botan, Garzan û Amed ên Bakurê Kurdistanê li tevahiya Kurdistanê operasyonan dewam kirin û êrîşên hewayî û bejahî yên li ser qadên hêzên me yên li Başûrê Kurdistanê ranewestiyan.”

RANTXUR ÊRÎŞAN DEWAM DIKIN

Daxuyaniya HPG’ê bi vî rengî dewam kir:

“Ji xeta Girê Cûdî-Dehleşino ya Zapê heta bi gundê Bazyan ê li rojavayê Metînayê, di navbera hêzên me yên gerîla û hêzên artêşa Tirk de li gelek nuqteyan rojane şer diqewime. Di vê demê de ji ber êrîşan gelek hevalên me şehîd bûn. Herî dawî 11’ê Nîsana 2025’an li Girê Cûdî yê Zapê ji ber êrîşa bi çekên kîmyewî ya artêşa Tirk hevalên me Besê Têkoşîn (Zehra Zelal Araz) û Mîtra Kato (Sara Eskerî) şehîd bûn. Eşkere ye ku di nava artêş û dewleta Tirk de derdoreke rantxurê şer heye ku naxwaze pirsgirêka Kurd bi rêyên siyasî çareser bibe, dixwaze şer dewam bike, lewma êrîşan dewam dike.

JI NAVA PDK’Ê JÎ DERDOREK PIŞTGIRIYÊ DIDE

Bi vê pêvajoya dîrokî û girîng re ku Rêber Apo da destpêkirin, di nava hêzên siyasî yên Kurdistanê de pozîsyoneke piştevanî û erênî derkete holê, di serî de lîderên siyasî yên Başûrê Kurdistanê gelek fîgurên siyasî daxuyaniyên piştevaniyê dan. Li gel vê atmosfera erênî jî hêzên ser bi PDK’ê li gel artêşa Tirk karên xwe yên ambargo, dorpêçkirin, birîna rê û peydakirina îstîxbaratê ji dewleta Tirk re qet sist nekirin û ev karên xwe weke berê dewam kir. Bi taybetî di nava du mehên derbasbûyî de beşek di nava PDK’ê de piştgirî da hewldanên dewamkirina şer a hin rantxur, komkujer û dijminên Kurdan. Eşkere bû ku paralelî van hewldanan tevgeriyan.

Li qada ku meha Sibatê kemîn li pêşiya hêzên me hate danîn û fedaiyên Kurdistanê yên leheng hevrêyên me Xebat, Egîd û Goran şehîd bûn, di navbera gundên Guherzê û Belavê de hêzên PDK’ê 28’ê Nîsanê dest bi avakirina baregeheke nû ya leşkerî kirin. Ji ber peyamên xurt ên lîderiya wan a ji bo piştevaniya pêvajoya nû, em jî li bendê bûn ku di pratîkê de helwesteke erênî nîşan bidin. Lê belê ev helwesta wan ku rêya navbera Zap û Garê birîn û hewl didin bi temamî bigirin û piştgiriyê didin plana îmhakirinê, me dixe nava fikarên cidî. Girtina vê nuqteya stratejîk parçeyek ji plana îmha û dorpêçkirinê ye ku li dijî hêzên me tê kirin ku 4 sal in li Zapê bi lehengî li ber xwe didin. Fermandariya me ya li vê qadê di 28 û 29’ê Nîsanê de bi hesasiyeta ku windahî çênebe, di asteke sivik de ji bo hişyarkirinê destwerdan kir.

Bi heman rengî li gundê Bêşîlî yê Metînayê jî hêzên ser bi PDK’ê ve li nuqteyeke ku ji bo hêzên me yên berxwedanê yên li wê derê stratejîk e, dest bi çêkirina qereqola leşkerî kirin. Eşkere tê dîtin ku hêzên PDK’ê yên li wê derê pozîsyona agirbestê ya gerîla ji xwe re weke firsendê dibînin, hewl didin gav bi gav dorpêç bikin, di çarçoveya plana Fermandariya Giştî ya Tirk de ya ji bo îmhakirinê tevdigerin û dixwaze gerîla bikişînin nava şerekî berfireh û îmha bikin.

Di vê qonaxa dîrokî de ku ji bo gel û tevgera me li ber biryardana stratejîk e, em naxwazin bi kesî re bikevin nava rageşiyê û şer. Berrevajî vê yekê di çarçoveya projeya aştî û civaka demokratîk a Rêber Apo de em dixwazin pirsgirêkên xwe bi diyalogê çareser bikin. Hêzên PDK ku hêzeke Kurd e divê tevlî plana nexêr nebe ku xizmetê ji berjewendiyên neteweyî yên gelê Kurd re nake û hewl dide tevger û pozîsyona hêzên me biguherîne û îmha bike. Eger ev kar li derveyî agahiya rêveberiya PDK’ê tê kirin, divê rêveberî dest li vê pratîkê werde ku bi kêrî xeta nijadperest û komkujiyê ya dewleta Tirk tê. Eger ev plan bi agahiya rêveberiya bilind pêk tê, em bang lê dikin ku dest ji vê helwestê berde ku xizmetê ji berjewendiyên neteweyî yên gelê Kurd re nake û bang li hêzên welatparêz ên Kurd û gelê xwe dikin ku di vê mijarê de hişyar bin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ambargoya Iraqê ya li ser Mexmûrê bi meşeke girseyî hate şermezarkirin
Nûçeya Pişt re Di Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê de çîrokên Kurdistanê…
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Li girtîgehên li Îranê dermanekî bi guman didin girtiyan’

Hate ragihandin ku li girtîgehên Îranê dermanekî nediyar ji girtiyan re tê dayin.

Ji aliyê Stêrk TV

‘Gel û rêveberiya xweser wê siyasetên li ser herêmê têk bibin’

Cîgira Seroka Desteya Jinê ya Kantona Efrîn û Şehbayê Arîn Bekîr diyar kir ku gelê…

Ji aliyê Stêrk TV

Cenazeyê gerîlayê YRK’ê Helmet Helebce li warê wî Helebceyê hat veşartin

Cenazeyê gerîlayê YRK’ê Helmet Helebce ê ku sala 2023’yan li herêma Asosê di êrîşa balafirên…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li ARSÎSA ku perwerdeya Kurdî dide, cezayê pere hat birîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Rojnamevan û aktîvîstên Şengalî: Divê parastina Êzidiyan û rêveberiya wan hebe

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Navê hebûna bi kedê: Harûn Cûdî

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Navenda kevn a NY li Silêmaniyê bi dronan hate armanckirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?