Di çarçoveya pêngava navneteweyî ya bi dirûşma “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” de, li bajarên Hesekê, Qamişlo, Kobanê û Helebê meşên girseyî dest pê kirin.
Meş ji aliyê Kongra Star ve hatine birêxistinkirin. Ji tevahî pêkhateyên herêmê yên Kurd, Ereb, Suryan, Ermen, endamên rêxistin û tevgerên jinan, partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl, bi hezaran kes ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dimeşin.