Kempeyn bo azadî rêber Ocalan (5)
Sîvan Se’îd: Westanêk nîye yek sanîye bilêy madam dewletêkî faşîst heye natuwanîn dêmokratîze bibîn ebê teslîmî bibîn û çî ebêt ba bibêt û nek teslîmî fîzîkî bibîn wekû ewey ke hendêk Kurd teslîmî debin û elên nexêr eme qabîlî goran nîye û ew çon delê ba wa bê, teslîmî zêhnîş nabê bibê. Ye’nî meselen leber ewey ke dewletî Turkiya, dewletî Iraq xelik ekûjê rojane, malî Kurd talan eka dê te’rîb eka, tetrîk eka, Kurd be turk kirdin eka, aya êmeyş ewe bikeyn yan ew bangeşeye bikeyn ke ewan eyanewê. Wela leber ewey ême dewletman nîye wez’ekeman awaye, leber ewey hêzêkman nîye ke ême bituwanîn çuwar minalî Turk ser bibrîn. Nexêr!! Nabê biçîte sahekey ewewe. Ocalan pêy waye dêmokratîze kirdinî xoman ser ekêşê bo dêmokratîze kirdinî ewanîş. Û eme ebê be şêweyek bê, to nakrê awêkî germ û awêkî sard be yekewe
dabinêy be tema bî yekiyan ewî dîkeyan bigorê her dûkyan yektirî egorin ye’nî şiteke eweye ke ebê gelî Kurd dêmokratîze bikrê, gelî Kurd zêhnîyetekey bigorê be şêweyek ke neçê le sahekey dujmin da xeyal bika. Meselen emro ke bîst û pêncî mange basî rêfrandom ekrê. Çendîn xelik heye ke qise deka xoy be nûser û be xwêndewar û be mamosta û em şitane ezanê, temaşa ekey elê ewe ême êsta dîsanewe hezar carî tirîş bo rêfrandom, ebê ême her dewletêk durust bikeyn û em dewlete nebê ême naparêzrêyn. Em cumleye nîwey raste, ême eger dewletêkman hebê wekû dewletî Turkiya eme ew şêwe fermîyetey ke heye eman parêzê belam azadî bo ême nahênê û bo durustkirdinî em dewlete ême nabê mindalî Turk bikûjîn bo ewey ke ême dewletêkman hebê. Eme layene helekeyetî ke xelik deylê ke ême herçî heye ba bîkeyn leber xatirî ewey ewe durust bê. Tevgerî azadî hatûwe elê le katêk da ême xerîkî berxwedanîn dijî faşîzm ême newestawîn bo azad kirdinî bistêk xak eger boman bikrê be pêy îmkanî xoman, lew layşewe newestawîn le perwerde kirdinî xoman bo ewey ke têbgeyn çîman ewê û xoman dêmokratîze bikeyn û Turk dujminî ême nîn belam zorîney Turk emroke êsta wa têgeyêndirawe ke ême beşer nîn, ême nabê bijîn, ême pêwîste paymal bikrêyn bikûjrêyn, nemênîn bo ewey ewan be îsrahet bixewin. Eger êmeş heman şit bilêyn ême dorawîn lem yarîye da çunke ême kemtirîn, ême ze’îftirîn ke wate ebê saheke bigorîn ême ewanîş bexeber bikeynewe, dost lewê rabikêşîn bo xoman heta ewe dezanîn dinya gorawe, kake Urûpa ewey kird şest sal lemewpêş, hefta sal lemewpêş.
Qazî: Diyare meselekeş tenê le pêwendî legel Turk da nîye, le pêwendî legel hemû ew mîletane daye ke beşêk le Kurdistanî têdaye. Yanî ew pêwendîye le ser esasî dujimnayetî êtnîkî qet be hîç cêgayek naga. Wa nîye?
Sîvan Se’îd: Qet be hîç cêgeyek nagat. Êsta bo numûne emin wek kesêk ke le Rojhelatî Kurdistanewe nizîkim dû sê şarman heye ke exlebîyey sahîq yanî zorîney Kurde. Egîna min çi bikem le Nexede. Çî bikem le Rezayiye meselen aya hemû Turkekanî bikûjim deryan kem yan ewan hemû Kurdekan bikûjin deryan ken. Hîç helêkman nîye wextêk ke Turkêkî Rezayiye elê Kurd têrorîste her hemûy şu’arî naşîrîn û têrozmî le sahe û başgakanyan le wextî fûtbalîş da elênewe min hîç çarekim nîye ewe nebê ewan têbgeyênim ke min têrorîst nîm egîna min natuwanim hemûyan bikûjim. Natuwanim Rezayiye nîwey laberim bilêm eme xakî Kurdistane, ewîş elê eme xakî Azerbaycane. Hîç helêk nîye bo dêmokratîze kirdinî Kurdistan nebê û eweşî ke le Kurdistan ejî. Belam muşkîleke yek şite ew kesey ke lem qiseye tênaga pêy waye ke em tevgerî azadîye kesêkî wekû min ke eyewê lew xeyale da pêşçûnêkî akadêmî bika min îmanim be aydêntîtî nîye eme gunahêkî gewreye be min. Min beşîdet şerme le ser aydêntîtî her kesêk herçî hebê belam be şertêk xoy helîbjardibê bo xoy, nek be zorî. Êsta be zor bimken be baştirîn Engilîz namewê çunke Engilîz nîm Kurdim egîna ewe pasportêkî Engilîzim heye beyanî etuwanim Englîzîyekem tozêk xoştir bikem û tozêk serim boyax bikem û çawim şîn bikem û bilêm min Engilîzim. Belam min emem nawêt bo xom, ebê ewan rêz le min bigrin ke min Kurdim û ebê bem kurdîyetey xomewe bijîm wem aydêntîtîyey xom, em nasnameyey xom şerî le ser ekem heta hetaye û eme bo Êzîdîyekîşî ekem, bo Ermenîyekîşî ekem, bo Kurdêkîşî ekem û Kurd êsta xoşbextane alahelgire le Rojhelatî nawerast da bo şer kirdin bo nasnamey xelik û azadî û ew kesey ke çî ewêt ba ewey hebêt û rêzî lê bigîrêt. Ewe be rastî ew kilîley dergayeke ke berêz Ocalan bo êmey kirdûwetewe.
Qazî: Lew lêkdanewey berêzit akamêk debê derbixrê û demangeyênête ew akame ke eger kesêkî awa, be fikrêkî awawe, be tesîrêkî awa ke detuwanê mêntalîte û boçûnî xelik bigorê ca êtnîsîteyan herçî debê, zimanyan herçî debê, dînyan herçî debê, diyare eger bituwanê le atmosfêrêkî azad da ew pêwendîyane û ew qisaney xoy bika tesîrî ziyatir debê, xizmetêkî ziyatir dekrê be dozî mirovayetî lew herême da. Eger êsta bigerêynewe ser meseley kempeyneke, berêzit dezanî em babete pêştirîş bas kirawe, yanî kempeyn kirawe pêştirîş, ewe be çi şêweyek detuwanê êfêktî ziyatrî hebê? Meselen êsta ême dezanîn ke Turkiya pêy waye be zorî û be kelegayî detuwanê ta salî 2023 ew fikrî nîw ‘usmanîzm û zîndûkirdnewey împiraturî ‘Usmanî be şêweyekî dîke bênête pêşê. Le wilatanî dîke, le pêwendî legel Mêdîterane da wekû Yonan û Mîsr û ewane bew şêweye lêy qibûl naken, ew hêzaneş ke deselatyan heye lêy qibûl naken û naçarî deken be paşekşe. Lew pêwendîye da bo ewey derûyek bikrêtewe, çunke dezanîn ke azadî Ocalan bo xoy derûyek dekatewe bo ewey meseleke le haletî zebruzeng bête derê û bikrê be rêgay diyalog û be rêgay muzakere û be rêgay tefahum çareserîyek bibîndirêtewe bo cê becê kirdinî meseleke. Pêt wa heye heta êsta ew şêwe karkirdine çende êfêktî hebûwe, çende karîger bûwe û çon dekrê karîgertir bê?
Dirêjey heye…