În, 5 Berfanbar 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ‘Bila girtiyê bi nexweşiya giran M. Saît Yildirim tavilê bê berdan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îlham Ehmed wê di konferansa Stenbolê de biaxive

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kerboranê merasîma sersaxiyê ya gerîla Elî Kaya hate ziyaretkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fîlozof Bourg: Divê gavên qanûnî û zagonî bên avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulistan Kiliç Koçyîgît: Hêzek wê tevlî artêşê bibe, ya din jî asayîşê pêk bîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk de wê tecrûbeyên cîhanê bêne vegotin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Êrişên li ser Elewî, Durzî û Xiristiyanan li Rihayê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rageşiya li gundê Lacanê dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê Konfransa Meclîsa Îştar a 14’emîn destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Êriş Berxwedan ruh û îradeya Kobanê bû’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Tora 8’ê Adarê: Di 11 mehên dawî de 53 jin li Başûr hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Înîsiyatîfa Jinên Kurd a Ewropayê dê konferansek lidar bixe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qamişloyê jinan li ser dîroka felsefeyê nîqaş kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komunên jinên Kurd li Elmanyayê kampa sê rojan li dar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Suryan: Jin wê mîrateya me ya çandî bigihînin paşerojê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara meha Kanûnê ya rojnameya Newaya Jin hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Kovara Komunar 20 sal li pey xwe hişt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka nû ya hûnermend Rotînda derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kolektîfa Saza Êzî stranên Zembilfiroş û Lavij ê Pîrê diyarî Rêber Apo kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Aix-en-Provenceyê ji bo konsera ‘Hebûn û Azadî’ eleqeyek mezin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Fîlmên Kurd a Hambûrgê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Schuch: Li pêşberî karên li Rojava matmayî mam

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li dijî ofîsa parlamenter êrîşa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Hêzên hikumeta veguhêz careke din êrîşî Dêr Hafirê kir
Li Helebê êrîş: 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Eren: Divê dewlet jî weke aliyê Kurdan pêngavan biavêje
Rojane

Eren: Divê dewlet jî weke aliyê Kurdan pêngavan biavêje

Parlamenter Serhat Eren anî ziman ku aliyê Kurdan pêngavên ku pêşiya Tirkiyeyê vekin, avêtin û got: “Ger Tirkiye jî dixwaze pirsgirêkên xwe çareser bike û di nava hevsengiya Rojhilata Navîn de cih bigire divê têkildarî van yekan pêngavên şênber biavêje.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 2. Hezîran 2025 Dema xwendinê: 15 dq.
Parvekirin

Piştî banga Rêber Apo, PKK’ê kongreya xwe li dar xist û fesixkirina xwe ragihand û di têkoşîna xwe ya 50 salî de rê li ber pêvajoyeke nû vekir. Daxuyaniya PKK’ê ya têkildarî  bidawîkirina têkoşîna çekdarî û divê têkoşîn bi awayên cuda û li ser zemîna siyaseta demokratîk bê meşandin, ji aliyê raya giştî ve bi eleqeyeke mezin hate pêşwazîkirin.

Piştî daxuyaniya ku wê giraniyê bidin rê û rêbazên têkoşîna demokratîk, raya giştî a Tirkiyeyê berê xwe da DEM Partî û aktorên têkoşîna siyasî yên Kurd. DEM Partiya ku ev demeke dirêj e li Tirkiye û Kurdistanê xwedî tecrûbeya siyaseta siyasî û demokratîk e, kete pêvajoyeke guncavî ruhê serdema nû.

Parlamenterê Amedê yê DEM Partiyê Serhat Eren diyar kir ku pêvajoya nû ya li Tirkiyeyê dest pê kiriye, li gel pêngava Rêber Apo ya têkildarî bersivbûna lêgerîna piştî siyaseta înkar û tinekirinê ya dewleta Tirk a sedsalî dest pê kiriye. Eren da zanîn ku êdî ji sedî 90’ê têkoşînê li ser kanalên siyaseta demokratîk tê birêvebirin.

‘RÊBERÊ GELÊ KURD, BÛ BERSIVA KRÎZ Û LÊGERÎNÊN TIRKIYEYÊ’

Eren anî ziman ku ji bo fêmkirina roja îroyîn divê em rêwîtiyeke kurt a dîrokî bikin û wiha axivî: “Ez gelekî dûr naçim lê belê piştî belavbûna Osmaniyan li Rojhilata Navîn netewdewlet ava bûn. Piştî Peymana Sykes-Picotê Kurdistan bû çar perçe. Tevahiya sed salî bes ne Tirkiyeyê; Iraq, Sûriye û Îranê di serî de gelê Kurd dêrîntirîn gel, nasname, çand û zimanên li Rojhılata Navîn tune hesibandin.

Ger hûn nirxên gelên pirzimanî, pirçandî, pirbawerî tune bihesibînin wê demê wê li hemberî vê yekê jî têkoşîn pêş bikeve. Girêdayî xwezaya mirov û civakan ev tişteke asayî ye. Gelê Kurd ev sed sal in ji bo ziman û nasnameya xwe yên têne înkarkirinî, li ber xwe dide. Li gel têkoşîna gelê Kurd, netewdewlet xitimî ne û nikarin pirsgirêkan çareser bikin. Her wiha hilweşîna Sûriyeyê jî têkildarî vê yekê ye.

Ger êdî hûn derfetên ku gelên cuda pêkve û bi awayekî wekhev bijîn, ava nekin wê de hûn nikarin xwe ji krîza netewedewletê rizgar bikin. Dewleta Tirk jî tevahiya sed salî polîtîkayên înkar û tinekirinê meşand; lê belê êdî diyar e ku ev yek ne pêkan e. Vê krîzê Tirkiye hem di nava wê de hem jî derve ji hevsengiyan dûr xistiye; Em dikarin bibêjin ku li hemberî meseleyên hundirîn û pirsgirêkên asta navneteweyî bê çareserî maye û gihaye asta xitimînê. Tirkiye ji bo ku hem pirsgirêkên xwe yên hundirîn çareser bike û hem jî di asta navneteweyî de derveyî hevsengiyê nemîne kete nava lêgerînan. A rastî Rêberê Gelê Kurd bersivek da vê lêgerînê.”

‘NE KARÎN KURDAN TÊK BIBIN NE JÎWAN TASFIYE BIKIN’

Serhat Eren diyar kir ku geşedanên nû yên li Rojhilata Navîn û şerê ku ev demeke dirêj e dewleta Tirk di mijara çareserkirina pirsgirêkan a li gel gelê Kurd bi neçariyekê re rû bi rû hişt û wiha pêde çû: “Geşadanên nû yên li Rojhilata Navîn û rewşa şerî, dewleta Tirk neçar hişt ku pirsgirêkên xwe li gel gelê Kurd çareser bike. Her wiha belkî jî ev deh salên dawîn in, hate armanckirin ku hem li Tirkiyeyê û hem jî li Rojhilata Navîn gelê Kurd were tasfiyekirin. Dewleta Tirk hemû hêza xwe bi kar anî û dest bi pêvajoyeke tasfiye û têkbirinê kir lê belê bi ser neket.

Nekarî gelê Kurd têk bibe û wan tasfiye bike. Bi saya têkoşîna gelê Kurd di pirsgirêkên Tirkiyeyê yên sereke de xitimînek çêbû. Ji ber vê yekê Rêber Apo ji bo ku vê xitîmîna sed salî ji holê rake, pêşiya gelên Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn veke û Tirkiye jî bikare vê meseleya xwe çareser bike derfeteke mezin pêşkêş kir.

Her wiha gelê Kurd girêdayî van yekan pêngavên mezin avêtin. Hem banga Rêberê Gelê Kurd a 27’ê Sibatê hem jî helwesta PKK’ê derfetên mezin bi xwe re anîn. Vê pêngavê nîşan da ku êdî hem li Tirkiyeyê û hem jî li Rojhilata Navîn pirsgirêkên sereke yên civakî û pirsgirêka Kurd  li ser zemîna siyaseta demokratîk werin çareserkirin.

Lê belê girêdayî van pêngavan ji bo ku dewlet vê meseleyê çareser bike divê weke aliyê Kurdan pêngavên hewce biavêje.”

‘JI BO AVABÛNA ZEMÎNA SIYASETA DEMOKRATÎK DERFETEKE MEZIN HATE PÊŞKÊŞKIRIN’

Serhat Eren da zanîn ku aliyê Kurdan gelek pêngavên ku pêşiya Tirkiyeyê vekin avêtin û wiha domand: “Ger Tirkiye jî dixwaze pirsgirêkên xwe çareser bike û di nava hevsengiya Rojhilata Navîn de cih bigire divê têkildarî van yekan pêngavên şênber û parelel biavêje. Dewlet hem ji bo demokratîkbûyîna welat û hem jî ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd neçar e ku van pêngavan biavêje; ji bo xwe jî neçar e ku bike.  Li hemberî ‘Banga Aşitî û Civaka Demokratîk’ ya Rêberê Gelê Kurd û biryarên PKK’ê divê dewlet jî hin pêngavan biavêje.

Divê beriya cejnê hin pêngav werin avêtin. Ji aliyê helwesta dewletê ve di nava civakê de bendewariyeke mezin heye. Ev pêngav ji aliyê helwestên dewletê ve weke pîvan û krîterekê ne. A rastî a niha divê em li bendê bin ku wê dewlet helwesteke çawa nîşan jî bide. Ji bo avabûna zemîna siyaseta demokratîk derfeteke mezin hate pêşkêşkirin.

Gelê Kurd di hêztirîn serdema xwe de ev biryar girt. Gelekî ku hebûna wî jînedihat qebûlkirin, li Rojhilata Navîn bûye yek ji aktorê sereke; bi sedan, hezaran saziyên xwe ji her çar aliyên Kurdistanê bigirin  heya li seranserê cîhanê veguheriye gelekî birêxistinkirî. Rêberê Gelê Kurd û PKK’ê li Sûriyeyê di serdemeke avakirina modeleke ku ji hemû Rojhilata Navîn re bibe model û hemû gel bikarin bi hev re bijîn de ev pêngav avêtin. Ku li seranserê cîhanê ev model girîng tê dîtin û qebûlkirin û xwediyê wê potansiyeyê ye ku di vê sedsalê de Rojhilata Navîn biguherîne û veguherîne. Di serdemek wiha de ev pêngav hatin avêtin.

Ger em bala xwe didin van yekan divê dewlet jî di zûtirîn dem de têkildarî van yekan pêngavên yasayî biavêje. Bes pêngavên yasayî têrê nakin; ji bo berdewamkirina vê pêvajoyê ev yek hewce ne. Ji bo ku Rêberê Gelê Kurd pêvajoyê bi rê ve bibe divê bi awayekî rehettir bixebite. Divê li gel rewşenbr, nivîskar û beşên cuda hevdîtinan pêk bîne, nirxandinan bike û nêrînên wan bigire. Ji bo vê yekê jî divê şert û merc werin guhertin.

Biryareke Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya ‘mafê hêviyê’ heye lê belê divê ev biryar di çarçoveyeke polîtîk de were nirxandin. Madem Birêz Ocalan ji bo pêkanîna aşitiyê weke muxatab tê dîtin, li Sûriyeyê û Rojhilata Navîn weke muxatabekî tê girtin divê êdî ev mafê hêviyê weke mafê hêviyê yê gelan were nirxandin. Divê di zûtirîn dem de şert û merc werin guhertin.’’

‘HÛN NIKARIN BI DESTÛRA YEKPEREST ÇARESERIYÊ BI DEST BIXIN’

Serhat Eren bal kişand ser guhertina Qanûna Bingehîn jî û diyar kir ku ji bo çareseriyê hewceyî bi teksteke lihevkirina civakî heye û hişyarî da ku ger Qanûna Bingehîn li ser xeta yekperestiyê be wê pirsgirêk çareser nebin û ev tişt got: “’Ji bo çareseriya vê meseleyê  hewcehiya me bi aşitiyeke civakî û teksteke lihevkirinê ya civakî heye û ev yek jî Qanûna Bingehîn e. Qanûna Bingehîn ew tekst e ku hemû beşên civakê tîne li ba hev û biryarê dide ku wê dewlet çawa were birêvebirin. Ger Qanûna Bingehîn, xwedî ruhekî navendî be, bes parastina beşeke Tirkiyeyê bike wê demê hûn çi qasî yasayan biguherînin jî  hûn nikarin çareseriyekê bi dest bixin.

Ger Qanûna Bingehîn yekperest be, gelên din qebûl neke, ew Qanûna Bingehîn di heman demê de pergala xwe ya darazê, pergala perwerdehiyê û pergala hiqûqê pêk tîne û wê pergala hiqûqê jî yekperest be; mafan red bike. Hemû qadên siyasî û civakî bes wê mafên beşekê biparêze û girêdayî vê yekê wê dîsa gelên din veder bike.

Ji ber wê yekê em dibêjin ku  ji bo ku ev mesele di çarçoveya Tirkiyeyê de were çareserkirin û ji Rojhilata Navîn re bibe mînak- weke ku Birêz Ocalan anî ziman  hewcehiya me bi teksteke aşitiyê heye. Teksteke lihevkirinê ya civakî xwe xwe dispêre hemû beşên civakî.

Bêguman berdana girtiyên nexweş, guhertina rejîna înfazê û berdana hemû girtiyên siyasî ji aliyê berdewamkirina vê pêvajoyê ve gelekî girîng in. Lê belê çareseriya vê meseleyê bi temamî girêdayî teksteke lihevkirinê ya civakî ye.’’

‘SEDÎ NODÊ TÊKOŞÎNÊ ÊDÎ QADA SIYASETA DEMOKRATÎK E’

Eren da zanîn ku divê rê û rêbazên têkoşîna demokratîk biguherin û ev tişt li ser axaftinên xwe zêde kir: “Ji sedî nodê barî êdî li ser milên kanalên siyaseta demokratîk e. Pirsgirêk bes ne ya gelê Kurd de girêdayî encamên wê pirsgirêka hemû gelên li Tirkiyeyê ye. Heta niha ji sedî nodê barî li ser milên beşên cuda bû. Lê belê êdî piştî banga Birêz Ocalan ya 27’ê Sibatê û daxuyaniya PKK’ê ya di 12’ê Gulanê de sedî nodê wê li ser milên qada siyaseta demokratîk e.

Demokrasî û pirsgirêka Kurd bes ne pirsgirêka gelê Kurd e. Girêdayî encamên wê madem bandorê li hemû gelên li Tirkiyeyê dike wê demê pirsgirêka hemû gelên li Tirkiyeyê ye. Ger biryar hatibe dayîn ku pirsgirêkê li ser zemîna tundiyê vekişînin li ser zemîna siyasî û hiqûqî û ger di vî şerê 50 salî de windahiyeke weke 3 trilyon dolarî hebe wê demê van yekan bandor li hemû gelên li Tirkiyeyê kiriye.

Eger li vî welatî zemîneke demokratîk a sedsalî nehatibe avakirin; karker, kedkar, teqawid,çepgir, demokrat û hemû beşên aşitîxwaz û demokrasîxaz bûne mexdûrên vî karî. Yek ji armanca DEM Partiyê ew e ku ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê wê bi hemû beşên civakê re, rêxistinên civakî re û partiyên siyasî re were ba hev; wê li ser vê meseleyê biaxive, nîqaş bike û li ser xeteke têkoşîna hevpar bimeşe.

Bepirsiyariyeke vê pêvajoyê ya sereke ew e ku divê ev têkoşîn bes weke ya gelê Kurd neyê dîtin û bibe têkoşîna hemû beşên civakî yên li Tirkiyeyê.”

‘BERPIRSIYARIYÊN DEM PARTIYÊ ZÊDE BÛNE’

Serhat Eren anî ziman ku DEM Partiyê berpirsiyariyên girîng standine û got: “Gelek argumanên ku dewletê neha niha bi kar dianî ji holê rabûne û êdî berpirsiyariyên DEM Partiyê zêde bûne. Her wiha di civakîkirina aşitî û çareseriyê de jî DEM Partî xwedî berpirsiyariyeke sereke ye. Hin pêngav tên avêtin lê belê divê ev pêvajo were civakîkirin. Dewlet û hikûmet ya ku dikeve berê wan bi cih naînin, helwest û zimanê wan mixabin ku di mijara civakîkirina vê pêvajoyê û aşitiyê de nîşan didin ku ya dikeve berê wan bi cih naînin. Lê belê em xwe di vê mijarê de berpirsiyar dibînin.

Erê, li Tirkiyeyeke lê ku şer û pevçûn tune ne wê rewşa welatî çawa be? Wê rewşa welatekîku lêşer û pevçûn hene, çawa be? Divê ev yek ji hemû civaka Tirkiyeyê re bên gotin û berpirsiyariyeke me heye ku em ji civakê re bibêjin ku aşitî êdî pêdiviyek e.

Bêguman, çareseriya vê meseleyê; civakîkirina aşitiyê, ji bo avakirina pergaleke demokratîk divê hemû dînamîkên rêxistinên sivîl û beşên siyasî û civakî werin ba hev. Lê belê di heman demê de berpirsiyariyeke me ya weke ku em meclîsê jî bikin navenda guherînên yasayî û Qanûna Bingehîn.

Heta niha tim li ser zemîna siyaseta demokratîk tişteke bi vî rengî derxistin pêşiya me; ‘Lê belê tundî’, ‘lê belê şer’ , ‘lê belê teror.’ Hem li hundir û hem jî derve bikirên van argumanan hebûn. Dewletê jî di têkiliyên navneteweyî de jî  ji bo ku pirsgirêka Kurd manipule bike û veşêre tim ev arguman bilêv dikirin. Lê belê êdî ev arguman tine ne. Ji ber wê yekê hem ji bo ku ev mesele baş were fêmkirin û hem jî li hundir û di warê dîplomatîk de baş were parastin, gelek erk û berpirsiyarî dikevin berê DEM Partiyê.

Dema ku DEM Partî van yekan dike, di serî de gelê Kurd neçar e ku li gel hemû gelan vî karî birêxistin bike û bi rê ve bibe. Berpirsiyariyeke wê ya ku divê ji hemû gavan zêdetir birêxistin bike û têbikoşe heye. Berpirsiyar e ku vî ruhê têkoşînê li ser zemîna parlamentoyê jî veguherîne muxalefeteke çalak û têkoşîneke çalak. Em ê têkoşîna vê yekê bimeşînin, em neçar in ku vê yekê bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STENBOL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 31’Ê GULANA 2025’AN
Nûçeya Pişt re ‘Ji bo dabînkirina edaletê hewceyî bi sekinînê nîne’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Nîjeryayê çeteyan êrîşê kana zêr kirin û karkerên kanê kuştine

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, ragihan ku komek çekdar li eyaleta Zamfara ya Nîjeryayê êrîşê xebatkarên…

Ji aliyê Stêrk TV

Pûtîn ji bo bi Trûmp re hevdîtin bike ‘amade’ ye, lê li benda agahiyekê ye

Qesra Kremlînê daxuyaniyek da û diyar kir ku, Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn ji bo hevdîtina…

Ji aliyê Stêrk TV

QSD’ê nasnameya 9 şehîdan eşkere kir

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê nasnameya 9 şervanên ku di mehên Kanûn û Çileyê de şehîd…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

‘Bila girtiyê bi nexweşiya giran M. Saît Yildirim tavilê bê berdan’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îlham Ehmed wê di konferansa Stenbolê de biaxive

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Kerboranê merasîma sersaxiyê ya gerîla Elî Kaya hate ziyaretkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Fîlozof Bourg: Divê gavên qanûnî û zagonî bên avêtin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?