Li Şirnexê ku 7 sal in li herêmên Besta, Cûdî û Gabarê bê navber dar têne birîn, li navçeya Elkê jî talankirina xwezayê belav bû. Li herêma Bestayê birîna daran li 31 qadan dewam dike. Ji 9 keyayên gundên navçeya Elkê jî belgeyek ji aliyê Midûriyeta Daristan û Çandiniyê ya Bajêr ve ji bo birîna daran hate şandin.
Gundiyan îmzeya xwe dananî binê belgeyê, lê ji wan re hate gotin, “Hûn îmze nekin jî em ê bibirin.” Gundî ji ber vê yekê çûn Fermandariya Jendermeyan a Navçeyê, lê vê carê jî ji wan re gotin, birîn bi hinceta ‘ewlekariyê’ tê kirin û darên têne birîn jî wê werin firotin. Gundiyên ku naxwazin darên li gundên wan bêne birîn, daxwaznameya xwe pêşkêşî saziyên fermî kirin. Birîna daran ku zerarê dide şêniyên herêmê, her wiha dibe sedema talaneke mezin a xwezayê. Gundiyan diyar kirin ku wê têkoşîna xwe ya li hemberî birîna daran dewam bikin.
GUNDIYAN LI HEMBERÎ BIRÎNA DARAN DAXWAZNAME DAN!
Yek ji 9 gundên ku tê xwestin, dar lê bêne birîn gundê Hemka ye. Li vî gundê ku di navbera du çiya de ye û bi nîv saetê dûrî navenda navçeyê ye, darên biçûk û ciwan hene. Gundiyan ku gundê xwe yê di salên 1990’î de hate valakirin ji nû ve ava kirin, debara xwe bi xwedîkirina mêşên hingiv û sewalkariyê dikin. Gundê ku çavkaniyeke xwe ya din a debarê nîne, ji ber cihê ku lê ye metirsiya aşûtê jî li ser heye. Salên derbasbûyî gelek caran aşût ket. Li gund berfeke zêde dibare. Qada ku salên derbasbûyî gundî ji aşûtê parast jî ji darên temen ciwan pêk tê. Bi birîna darên li gund re gundî hem wê çavkaniya xwe ya debarê ji dest bidin hem jî bi rîska aşûtê re rû bi rû bimînin. Lewma li hemberî birîna daran daxwazname pêşkêş kirin û anîn ziman ku ew birînê qebûl nakin.
‘ÇAVKANIYA ME YA DEBARÊ WÊ TINE BIBE’
Îbrahîm Acar ê 60 salî yê li gund dimîne, anî ziman ku wan bi salan bi derfetên xwe jiyana xwe li gund dewam kirin. Îbrahîm Acar diyar kir ku ew birîna daran qebûl nakin û got, “Hefteya derbasbûyî hatin, qala rewşê kirin. Keyayê me û keyayên gundên din îmze nekirin. Em gundî vê birînê qebûl nakin. Bi saya van daran em li gund dimînin. Qala ciwankirinê dikin, lê darên li gundê me ji xwe gelekî zirav û ciwan in. Darên temen dirêj gelekî kêm in. Qala ewlekariyê bikin jî em zanin ku ev dar wê bêne firotin. Bi saya van daran heywanên me, em li vir in. Eger ev bêne birîn derfetê me yê mayina li vir wê nemîne. Weke her kesî em ê jî neçar bimînin ku koçî bajaran bikin. Li wir jî em ê nikaribin îdareya xwe bikin. Ji ber vê ekê bila darên me li şûna xwe bimînin, kes nebirin. Em mirovên li vê derê hemû li dijî birîna daran e. Me daxwaza xwe gihand her kesî. Bila çavkaniya me ya jiyanê ji me nestînin.”
‘LI GUNDÊ KU RÎSKA AŞÛTÊ LÊ HEYE, NABE KU DAR BÊ BIRÎN’
Ji gundiyan Nîhayet Acar jî anî ziman ku bi bahaneya ewlekariyê tê xwestin dar bêne birîn û diyar kir ku ev rewş bi kêrî wan nayê.
Nihayet Acar ragihand ku ev birîn wê zerarê bide gundiyan û heywanan û got, “Eger dar bêne birîn wê hewa hîn germ bibe û qadeke me ya ku ji me re bibe sî wê nemîne. Heywanên me wê tî û birçî bimînin. Bi birînê re wê av jî kêm bibe. Wekî din ev der herêmeke aşûtê ye. Her çend bê gotin ku li wê qadê wê dar neyê birîn jî ev birîn wê bandoreke nebaş li rewşeke aşûtê bike. Em gundî vî karê ku wê zerarê bide me qebûl nakin. Bila karê ku bi kêrî vî gundî bên, bikin. Birîna daran bi kêrî mirovan nayê. Em gundî vê birînê qebûl nakin û em ê heta dawiyê darên xwe biparêzin.”