Rêxistina Equality Now ya li New Yorkê, ragihand ku li cîhanê ji her çar welatan yek hîn jî mafên wekheviya hemwelatîbûnê nadin jinan. Ev yek pirsgirêkên wekî xizanî, tundûtûjî, bazirganiya mirovan û zewaca zarokan zêdetir dike.
Li hin welatan, jin nikarin hemwelatîbûnê bidin zarokên xwe an hevjînên xwe yên biyanî, ev yek azadiya wan a avakirina malbatan sînordar dike û dibe sedema cudakariyê. Li welatên mîna Lubnanê, ev yek zarokan dixe xetereyê.
Equality Now û GCENR’ê rêbername weşandine da ku alîkariya welatan bikin ku qanûnên xwe yên hemwelatîbûnê li gorî zayendan saz bikin. Ji bo reforman tê pêşniyar kirin ku gotinên nezayendî werin bikar anîn. Lê belê, dijminahiya li hember biyaniyan ji bo mafên wekhev astengiyeke mezin e.
Malezyayê heta sala 2024’an mafê dayîna hemwelatîbûnê ji zarokên xwe re da jinan. Çend welatên Efrîkî jî reformên bi vî rengî pêk anîne. Îro, %90’ê welatan ev maf dane. Heta niha, Equality Now di sererastkirina 120 qanûnên cudakarî de bi ser ketiye.