Parlementerê DEM Partiyê ya Rihayê û biraziyê Rêber Apo, Omer Ocalan jî bi rêya onlîne beşdarî Konferansa Ronakbirî ya Şengalê bû, nêrîn û perspektîfên Rêber Apo ên derbarê civaka Êzidî û Şengalê de, gihand gelê Şengalê.
Omer Ocalan diyar kir ku ev konferansa ku li Şengalê tê rêvebirin, ji bo civaka Êzidî gelekî girînge û wiha axivî: “Peyamên Serokatî ji bo civaka Êzidî gelekî girîng in. Nûbûn û guhertin li pêşîya gelên Rojhilata Navîn heye. Dema em li Girava Îmraliyê diçin hevdîtina Serokatî, ev mijar têne nîqaşkirin. Di hevdîtina me ya dawî de jî Serokatî behsa civaka Êzidî kir. Ji bo gelê Şengalê, ji bo Êzidiyan; Şengaleke nû, xwe ji bo serdema nû amadekirin pêwîst e. Di nav civaka Êzidî de jî, divê li gor Ezdatiyê tifaq û yekîtî hebe.’’
DIVÊ HEBÛNEKE ÇALAK A ÊZIDIYAN HEBE
Omer Ocalan anî ziman ku Rêber Apo di hevdîtinên dawî de ji bo hebûna Êzidiyan nirxandinên nû kirine û wiha berdewam kir: “Ji bo civaka Êzidî êdî tenê formeke otantik a hebûnê têrî nake, divê hebûneke wan a çalak hebe. Serokatî dibêje; ‘divê Şengal serbixwe be, Şengal parastina xwe bike.’ Gelê Kurd jî di ber parastina civaka Êzidî de berpirsyarin.”
LI GEL BERXWEDANÊ, AVAKIRIN JÎ PÊWÎST E
Parlemenê DEM Partiyê Omer Ocalan di dawiya axaftina xwe de balê kişand ser rewşa şer a Rojhilata Navîn û xeteriyên nû û wiha pêde çû: “Kurdistan weke sêla sore, divê xeflet çênebe. Beriya fermana 2014’an Serokatî gelek hêz hişyar kirin. Pêşbîniyeke xurt a Serokatî heye. Ji bo xweseriya Şengalê, ji bo parastina Ezdayetiyê em xwedî peywirin. Şengal tenê hate hiştin. Ne tenê parastin, avakirin lazime, ne tenê berxwedan, avakirin pêwîste. Ev konferans jî bila bibe bersiva pêşerojê. Em hemû deyndarên gelê Şengalê ne. Civaka Êzidî divê bêtir tifaqa wan hebe.’’
Piştî beşdariya Omer Ocalan, konferans bi danişîna ‘’Ji Xweliya Jenosîdê Ber Bi Ronahiya Hebûnê Ve’’ berdewam kir. Gotara vê mijarê ji aliyê hunermend Sîyako Şengalî ve hate pêşkeşkirin. Di bin vê sernavê de, derbarê çand, bawerî û felsefeya Ezdatiyê de nîqaşên girîng hatin meşandin.
Nirxandin esasî yên di vê rojevê de derketin pêş ev in;
“Êzidî ew kesin ku hemû çand û bahwerî û reseniya axa Mezopotamyaya Jorîn dihewînin û îro jî di her çand û bahweriyekê vî welatî de em vê bandorê, vî ruhî bi awayeke zindî dibînin. Ji loma Rêber Apo dibejê; ‘Wê Ronesans an jî xwe pêşxistina civaka Êzidî bibe ya hemû Rojhilata Navîn.’
Folklora Êzidiyan pirtûka bav û kalan a herdem vekirî ye; ew ne bi tîpan, lê bi wijdanê tê xwendin. Ew bi devkî, di têkiliya razê ya di navbera nevî û dapîrê de, di navbera vebêj û bêdengiyê de, ji nifşê xwe yê berê ve tê veguhestin. Der barê mûzîka Êzidî de… Ew deriyê ku qet di navbera xak û esmanan de nayê girtine. Ew ne amûreke şahiyê ye, lê rêûresmeke giyanî ye, rêwîtiyek ji dem û cih wêdetire.
Di mûzîka Êzidiyan de ruh tê vexwendin ne awaz
Dengê Xidir Feqîr derdikeve pêş, ku ji gundên jibîrkirî re mîna têkestan distrê û dengê xwe kir zeviyek ku bêrîkirin lê geş dibe. Dengê Sûsika Simo bilind dibe, germahiya çiyê bi bangên jinên li xurbetiyê re têkel dike û strana wê sirûdeke olî ye ku nayê gotin lê tê strandin. Di nava xêzikan de, pênûsa Fêrikê Yûsiv, helbestvanê ku trajediyê veguherandiye wêjeyê û mirin jî veguherandiye çîrokekê nemir, bi rêya wê bîranîna Êzidiyan dinivîse. Di vê mûzîkê de, ruh tê vexwendin ne awaz, û çîrok tên şiyarkirin ne awaz.”
Nivîskar û lêkolîner Fatma Îzol jî bi rêya onlîne beşdarê vê danişînê bû.
Roja yekem a konferansê dawî bû.
Sibe, di roja duyemîn a konferansê de wê ev mijar werin nîqaşkirin;
Weke Cewher û Bermahiya Civakê Heqîqeta Jinan Bi Jineolojî Ronîkirin
Di Nav Talan û Qirkirinê de Rastiya Welat-Welatparezî û Ekolojî
Zîhniyeta Fermanê, Rastiya Qirkirina Fîzîkî û Çandî
Di Civaka Êzidî de Parastina Cewherî û Çanda Berxwedanê
Di Ronesansa Êzidiyan de Xebatên Zanistên Civakî
Ronesans, Ciwan û Ciwantî
Banga Aşitî û Civaka Demokratîk / Pêngava Ji Rêber Apo re Azadî Ji Şengalê Re Xweserî.