Bi beşdariya berfireh a ronakbîr, çalakvan û akademîsyenan ji seranserê Iraqê û Başûrê Kurdistanê, yekemîn Konferansa Ronakbîrî ya Êzidiyên Şengalê hate lidarxistin.
Çalakvana sivîl Evîn Emîn da zanîn ku lidarxistina vê konferansê di demek wisa girîng de û li ser banga Rêber Apo, pêngaveke bi nirx û pîroz e, ji ber ku Şengal û gelê wê pêwistî bi van pêngavan heye. Emîn anî ziman ku konferans wek gaveke yekem bi encamên bi hêz hate bidawîkirin. Mêvan û delege hema bêje ji seranserê Iraqê û Başûrê Kurdistanê beşdar bûbûn û eleqeyeke mezin nîşan dan, ji ber ku gelek ji wan delege û mêvanan yekem car bû ku Şengalê û sîstema wê didîtin.
Evîn Emîn her wiha destnîşan kir ku mijarên ku hatin nîqaşkirin hemû mijarên ku mirov ber bi serkeftinê û ji nû ve avakirinê ve dibin bûn. Piraniya mijaran behsa xwe nûkirinê û çawaniya pêşîgirtina li fermanan bû. Emîn di dawiyê de got: “Me weke civaka Êzidî ev pêngav avêt, helbet wê nebe ya dawî. Em ê di her dem û dema guncaw de berdewamiyê bidin kar û xebatên bi vî rengî.”
PÊNGAVEKE DÎROKÎ JI BO CIVAKA ÊZIDÎ
Mamostayê Zanîngehê Fêsel Xazî, ku ji bajarê Silêmaniyê beşdar bûbû, nerîna xwe anî ziman û got: “Konferans û pêngavên wiha ji bo civaka Êzidî pêngaveke dîrokî ye, ji ber ku di dîrokê de civaka Êzidî kevintirîn gelek li ser rûyê erdê ye. Tevî vê kevnariya xwe jî di seranserê dîrokê de her tim rastî ferman, talan û qetilaman hatiye.”
Xazî her wiha anî ziman ku karekî bi vî rengî dikare rûyê dîrokê biguherîne û got, “Li ser hemû êşa ku bi serê Êzidiyan de hatiye û fermana 74’an a ku gelê Şengalê bi çavê xwe dît, lê civaka Êzidî xwe zindî hişt û ew êş vegerand berxwedan û xwerêxistinbûnê. Ev pêngava dîrokî ji bo civaka Êzidî û gelê herêmê bi giştî firsendeke pêwist e ku ji dest nedin û bi hemû hêza xwe li ser kar bikin û xwe bi rêve bibin.”
AŞTÎ Û XWE NÛKIRIN DI DEMEK ALOZ DE
Çalakvana siyasî Hawjîn Şehîd Fexredîn, ku yek ji delegeyan bû, wiha behsa yekem konferansa ronakbîrî ya Êzidiyên Şengalê kir: “Yekem konferansa Ronakbîrî ya Şengalê ku li warê Êzidiyan, Şengalê, hate lidarxistin, karekî bi nirx bû. Hem peyamên ji derve hem jî ji delegeyên ku beşdar bûbûn, rengekî cuda da konferansê. Di roja me ya îro de em dibînin ku cîhan ber bi şer û aloziyan ve diçe, lê civaka Êzidî gavên ber bi aştî û xwe nûkirinê ve diavêjin.”
Hawjîn Şehîd Fexredîn her wiha diyar kir ku mijarên ku hatin nîqaşkirin pir girîng bûn, ji dîroka Êzidiyan heya ronesansa Êzidiyan hate nîqaşkirin û ev tişt bilêv kir: “Ev mijar hem ji bo cîhanê û hem jî ji bo delegeyan firsendeke bi nirx bû. Pêwist e êdî civaka Êzidî ji fermanan re bibêje bes e. Qirkirina herî dawî di sala 2014’an û di sedsala 21’an de, jenosîdeke wisa şerma herî mezin bû ji cîhanê re. Em di wê baweriyê de ne ku konferansa îro bibe bersiva 73 fermanan û careke din civaka me ya Êzidî tê re derbas nebe.”
YEKÎTÎ Û NASKIRINA JENOSÎDÊ
Şehîd Fexredîn destnîşan kir ku ji civaka Êzidî zêdetir pêwîstiya gelê Kurd bi yekîtiyeke mayînde heye û got, “Ger di vê serdema dîrokî de gelê Kurd yekîtiya xwe çêbike, êdî ev civakên ku li ser axa Mezopotamyayê ne jî dikarin sûd ji vê yekê bigirin. Bi taybetî jî civaka Êzidî ku civaka herî qedîm a Rojhilata Navîn e. Civaka Êzidî pêngavek avêt û konferansa xwe ya yekem a ronesansê lidar xist.”
Fexredîn her wiha îşaret bi wê yekê kir ku ya niha ji her tiştî girîngtir, naskirina jenosîda Êzidiyan e li ser asta navneteweyî û got, “Ji ber ku gelê herî ku rastî êş û zilmê hatiye civaka Êzidî ye, pêwist e her kes di warê xwe de li ser vê yekê kar û xebat bike û ev pêngav were avêtin û sûcdar werin darizandin. Her wiha jî ji bo civak karibe careke din li warê xwe yê qedîm vegere, pêwistî bi destekdayîna civakê heye ku were avakirin û ew kesên di fermanê de şehîd ketine wek şehîd werin naskirin.”
Çalakvana siyasî Hawjîn Şehîd Fexredîn di dawiyê de got: “Ev konferans di cihek wisa stratejîk de ye û di heman demê de ji bo pêvajoya ku Rêber Apo dayî destpêkirin dikare bibe bersiveka dîrokî.”