Çarşem, 22 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Tesîsa civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê rastî êrîşa çekdarî hat

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurtulmuş bi Kiliçdaroglu re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevserokên DEM Partiyê: Qanûna çarçoveyî divê berfireh be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Kurtulmuş tûra ‘qanûna çarçoveyî’: Bi Koma Yenî Yolê re jî civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevdîtina Kurtulmuş û DEM Partiyê 45 deqeyan dom kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şîrketeke din a petrolê karê xwe sekinand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Xelata Şehîd Soran Mame Heme ji Îlham Ehmed re hate dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    PAK: Du fuzeyên balîstîk êrîşî bareha me ya Çemşarê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi dronan êrişî Hewlêrê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê salvegera Şoreşa Rojava û çalakiya nobetê hate silavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kalkan: Heta ku Rêber Apo nikaribe bi rengekî azad bixebite pêvajo bi pêş ve naçe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta li Wargeha Mexmûrê 3 sal li pey xwe hişt

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Cezayê girtîgeh, sirgûn û qemçiyê li 2 aktîvîstên jin hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendeke jin ji aliyê Îranê ve hat cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Yekîtiya Jinên Kurd êrişên li ser Başûr şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a DEM Partî: Şoreşa Jinan a Rojava 14 sal in çavkaniya îlhamê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG’ê Ayfer Serçe bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongra Star salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Pirtûka ‘Di dilê çiya de ronahî heye’ ya nivîskar Medya Doz derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Hevra berhema bi navê ‘Pepûle’ jinûve got

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê şahiya gel

    Ji aliyê Stêrk TV

    Belgefîlma “Rojiya Jiyanê” ya Berxwedana 14’ê Tîrmehê wê bê pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tîma folklorê ya Kurd di Festîvala Navneteweyî ya Gallerê de bû yekemîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şoreşgera kamil: Mizgîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
PAK: Du fuzeyên balîstîk êrîşî bareha me ya Çemşarê kirin
2 çeteyên DAÎŞ’ê li Kerkûkê hatin girtin
Di nava hefteyekê de 20 kes li Îranê hatin darvekirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 9 kesan canê xwe ji dest da
Li Hewlêr, Akrê û Pîrmamê gelek balafirên bê mirov xistin xwarê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Koçer: Şoreşa 19’ê Tîrmehê li hemû cîhanê hêvî afirand
Rojava

Koçer: Şoreşa 19’ê Tîrmehê li hemû cîhanê hêvî afirand

Alîkarê Hevserokatiya Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hesen Koçer got, Şoreşa 19’ê Tîrmehê ne tenê li Sûriyeyê, li seranserî cîhanê hêvî afirand.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 19. Tîrmeh 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Alîkarê Hevserokatiya Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hesen Koçer têkildarî salvegera Şoreşa Rojava û geşedanên dawî yên li Sûriyeyê ji ajansa me re axivî.

 

Hesen Koçer di destpêka axaftina xwe de hemû şehîdên şoreşê bi rêzdarî bi bîr anî û got, “Felsefeya esas a vê şoreşê bi paradîgmaya Rêber Apo pêş ket. Bi tarzê şoreşên kevin pêş neket, ne bi rengê ez ê deshilatdariyê û dewletê bi dest bixim bû. Li ser pîvanên Rêbertî pêş ket. Şoreş ne hilweşandina dewletekê û li şûna wê avakirina dewletekê ye, civak divê xwe rêxistin bike. Pîvana esas a şoreşê ev e. Divê ji nava civakê sîstemek demokratîk were pêşxistin û di esas de me ev yek armanc kir.”

Hesen Koçer ev tişt jî got: “Guhertina çêbûyî li ser bingehê prensîbên şoreşê; li ser esasê pêşengtî û azadiya jinê rêxistinkirina civakek demokratîk, ya duyem jî; pêşxistina civaka ekolojîk bû. Li ser vê esasê şoreş pêk hat. Li ser vê esasê her çendî ku nebesî hebin jî, komunan xwe rêxistin kirin, rêxistinbûnên meclîsan xwe pêş xistin, rêveberî hate avakirin. Piştre ji bo têkbirina vê şoreşê, êrîşî me hate kirin. Ji sala 2013’an ve êrîş qet nerawestan. Me netewperestî û şovenîzma rejîma Baas şikand. Gelên Kurd, Ereb û Suryanî bi hev re di yek eniyê de şer kirin, xwîna wan bû yek.”

Koçer bal kişand ser bandorên şoreşê yên li ser Sûriyeyê û got, “Niha her kes dibêje, ‘ev şoreş dikare me rizgar bike’. Ji ber ku sîstema heyî yekperest e. Sîstemeke olperest û yekperest li Sûriyeyê tê pêşxistin. Hemû gelên Sûriyeyê dibêjin, ‘Divê em modela Rêveberiya Xweser û Şoreşa 19’ê Tîrmehê ji xwe re esas bigirin’. Sedemê hilweşîna rejîma Baas ew bû ku navendî bû. Eger di navendîbûnê de israr were kirin, li Sûriyeyê aramî çênabe. Em dixwazin bi Ereb, Durzî, Elewî û gelên din re eniyeke demokratîk pêş bixin. Gelê Sûriyeyê yekgirtî ye, divê bi hev re eniyeke demokratîk ava bike.

Şoreşa 19’ê Tîrmehê ne tenê li Sûriyeyê, li seranserî cîhanê hêvî afirand. Gelek enternasyonalîst beşdarî şoreşa Rojava bûn, gelek di hêzên leşkerî de cih girtin, şehîd bûn, hîna jî beşek wan di şoreşê de cih digirin. Ev, nîşan dide ku modela me ya şoreşê modeleke nû ye. Gelên li Ewropayê ji vê yekê bandor bûn, ne tenê gelên Rojhilata Navin. Lewma em vê şoreşê çiqas pêş bixin, bandora wê dê ewqas mezin be.”

Koçer bal kişand ser êrîşên di demên dawî de li ser Durziyan pêk tên û destnîşan kir ku gelê Sûriyeyê li hemberî van êrîşan bi hêrs e. Koçer anî ziman ku bi vî rengî hikûmet nayê avakirin û ev tişt bilêv kir: “Em êrîşên li Siwêdayî li hemberî Durziyan tên kirin, qebûl nakin û şermezar dikin. Lewma em piştgirî didin gelê Siwêdayê. Divê çand û sîstema wan were parastin. Durzî jî xweseriyê dixwazin, hemû jî Durzî ne, di nava wan de ti kes biyanî nîne. Divê xweserî û taybetmendiyên wan bên esasgirtin. Durzî divê bi tarzekî girêdayî dewletê, xwe bi rêve bibin.”

Hesen Koçer ragihand ku bi geşedanên qewimî re, DAÎŞ xwe li herêmê car din rêxistin dike û sivîlan şehîd dixe û diyar kir ku ew ê li dijî vê yekê xwe biparêzin, lê divê koalisyona navneteweyî jî berpirsyariyên xwe bi cih bîne.

Koçer îşaret bi pêvajoya aştî û civaka demokratîk a li Bakur û Tirkiyeyê jî kir û got, “Her gaveke li Tirkiyeyê were avêtin, wê yekser bandorê li Rojava jî bike. Mesela me tenê têkildarî Rojava ye, divê Kurd bibin xwedî kongreyeke neteweyî ya giştî. Berê jî bangên Rêbertî hebûn, di manîfestoyê de jî Rêbertî behs dike ku wê yekîtiyeke çawa ya Kurdan hebe. Ji bo Kurdan kongreyeke neteweyî pêwîst e.”

Hesen Koçer bal kişand ser rola jin û ciwanan a di şoreşê de û got, bi pêşengiya jin û ciwanan dê şoreş bi ser bikeve. Koçer destnîşan kir ku divê ciwan manifestoya Rêber Apo baş fêm bikin û got, di civakekê de jin û ciwan çiqas bi rêxistinkirî û azad bin, ew civak jî ewqasê bi rêxistinkirî û azad e.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN REQA

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê KJK: Têkoşîna jinan wê bibe garantiya Sûriyeya demokratîk!
Nûçeya Pişt re Ji kameraya derhênerek Durzî talan û wêraniya li Suweydayê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ji Katalonyayê piştgiriya ji bo Şengalê

Ji Katalonyayê jinan bi peyameke bi dîmen piştgirî dan Şengalê.

Ji aliyê Stêrk TV

YRD: Hevrê Gulistan û Hêro bûn ronahiya ku qet navemirin

Koordînasyona YRD’ê diyar kir ku kedkarên çapemeniya azad bi êrîşeke nemerdane hatin qetilkirin û got:…

Ji aliyê Stêrk TV

Meşa Cejna Zimanê Kurdî: Zimanê me hebûna me ye

Li Amedê ji bo Cejna Zimanê Kurdî meşek hate lidarxistin. Li meşê peyam hatin dayin…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

YPJ’ê şehadeta şervaneke xwe ragihand

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Şêniyên Dirbêsiyê 14 saliya şoreşê pîroz kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Ciwanekî Kurd li benda kontrolê ya Reqayê hat binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

3 şehîd li Dêrikê hatin veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?