Di van salên dawî de li Kurdistanê di bin navê “ewlehiyê” de li gelek bajaran birîna daran û şewatên daristanan zêde bûye. Di nav van bajaran de Şirnex, Colemêrg û Bedlîs di rêza yekemîn de ye.
Li Kurdistanê bi hinceta “ewlehiyê” dest bi birîna daran kirin, paşê vegeriya amûrek bazirganiyê û ev yek jî bû sedema kêmbûna qadên şînahî. Ev talan bi wêneyên stalaytê jî bi zelalî tê dîtin. Li Bedlîsê, nêzî heft salin bênavber dar tên birîn. Ji bo ku dar careke din şîn nebin, kokê wan jî bi makîneyên kar tên derxistin.
Li navçeyên Xîzan, Tûx û gundê Oleka Jor ên Bedlîsê, ji ber birîna daran ji sedî 40 qadên daristanê hatiye talankirin. Gundiyên ku li hemberî vê yekê nerazîbûnên xwe nîşan didin, dibêjin ku birîna daran pêşî ji aliyê dewletê ve hatiye destpêkirin, lê piştî ku şîrketên kar ketin qadê, tevî qedexeya walîtiyê jî birîna daran berdewam kirin.
BI HINCETA ‘TERORÊ’ BI HEZARAN DAR HATIN BIRÎN!
Li Bedlîsê birîna daran ji sala 2018’an ve li Xîzanê destpêkirin û paşê li gundên Şêx Cûma, Oleka Jor û Oleka Jêr berdewam kirin. Gelek qad hatin talankirin, quntarên çiyayan bi temamî rût man û ji bo makîneyên kar rê hatin vekirin.
Di salên destpêkê di bin çavdêriya leşkeran de dar hatin birîn û ji bo vê yekê bi dehan îhale hatin kirin. Di bin navê “herêma terorê” de bi makîneyên kar û traktoran ketin qadên daristanê. Darên ku dibirîn bi kamyonan barkirin û ji bo firotanê şandin. Tê gotin ku şîrketên li herêmê dixebitin, gundiyan teşwîq kirine û gotine, “Hûn çiqas zêde daran bibirin, ewqas dê pere hildin.”
DESTPÊKÊ DESTÛR DAN, NIHA NIKARIN RAWESTÎNIN!
Li gelek qadan dar ji kokê tên derxistin, gundî bi salan e bi dengê motoran radibin û radikevin. Wêneyên ku ji herêmê tên asta talana daristanan bi zelalî nîşan didin.
Piştî ku parlementerên DEM Partiyê ev mijar bir Meclîsê, Midûriyeta Daristanê ya Bajêr li çend qadan birîna daran qedexe kir. Lê midûriyeta ku berê destûr dabû û niha jî qedexeyê radigihîne, nikarî birîna şîrketan rawestîne. Her wiha tê zanîn ku gelek cerdevan jî tevî qedexeyê bi traktorên xwe birîna daran berdevam dikin.
Gelê herêmê diyar dike ku hem baxçeyên fêkî û hem jî darên wan tine bûne. Ji ber bêdaristaniyê heywanên kovî jî ji bo xwarinê dikevin gundan û zirarê didin zeviyan.
‘PIŞTÎ PÊVAJOYA AŞTIYÊ TALAN DEST PÊ KIR’
Ji gundê Şêx Cûma Idrîs Turgut diyar kir ku piştî bidawîbûna pêvajoya aştiyê birîna daran bi awayekî sîstematîk dest pê kir û got: “Xweza talan kirin, dar neman. Ji ber vê yekê heywanên kovî dikevin gundan. Em jî ji bo parastina zeviyên xwe neçar man ku derdora zeviyan bigirin.”
‘ŞÎRKET Û CERDEVANAN DAR NEHIŞTIN’
Turgut destwerdana dewletê û şîrketên mezin rexne kir û wiha dom kir: “Pêşî walîtî, paşê şîrket ketin navberê. Cerdevan bêpere li vir bi cih kirin. Niha hewl didin birînan rawestînin lê şîrket li dijî vê derdikevin. Tevî gefa cezayan jî birîna daran dewam dike. Dengê motoran sibeh û êvarê nasekinin. Şîrket, gundiyan jî tevlî vê karî dikin. Berê kes bi vî karî re eleqedar nedibû. Qadên ji bo pez neman. Li hin cihan jî daran bi makîneyên kar ji kokê wan derdixin.”
‘LI KURDISTANÊ TALAN ÇÊDIBE, HER KES BÊDENG E’
Turgut bal kişand ser paşguhkirina destwerdana xwezaya herêmên Kurdan û got: “Li Îzmîrê dar bê birîn her kes radibe, lê dema mesele dibe Kurdistan, kes dengê xwe nake. Gava em deng derdixin, zordarî tê kirin. Divê her kes li dijî van birîna daran dengê xwe bilind bike.”
‘BAXÇEYÊN ME YÊN FÊKIYAN BIRÎN’
Saîme Elmas wiha behsa rewşa xwe kir: “Zirarên mezin dan daran, baxçeyên me yên fêkiyan birîn. Heywanên kovî niha dikevin zeviyên me. Şîrket û cerdevan qezenc dikin, lê em çavkaniyên debara xwe winda dikin. Ne tenê zirarê didin, heqaretê jî li me dikin.”
Elmas li ser gotinên aştiyê jî got: “Gelo aştî dê çawa bi birîna daran bê? Bila gund û xwezaya me rehet bihêlin. Êdî bes zirarê bidin mirovan û daran.”