Konferansa ‘Girîngiya Yekîtiya Kurd Kurd” a ji aliyê Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk ve li navçeya Bazîd a Agiriyê tê lidar xistin, bi rûniştina bi serenavê “Pêşketinên li Rojhilata Navîn û rewşa Kurdan” dewam kir. Di rûniştinê de ku parêzer Kadîr Kûtevî moderatoriya wê kir, siyasetmedar Gultan Kişanak, Hasan Ozguneş û dîroknas Faîk Bûlût jî di nav de gelek axaftvan beşdar bûn.
Hasan Ozguneş, diyar kir ku li Rojhilata Navîn Şerê Cîhanê yê Sêyemîn diqewime û anî ziman ku hêzên li Rojhilata Navîn serdest in, li cîhanê jî xwedî gotin in. Ozguneş, destnîşan kir Rojhilata Navîn bi polîtîkayên DYE’yê û Îsraîlê nayê azadkirin û got ku tenê rêya rizgariya herêmê bi paradîgmaya Rêya Sêyemîn a Rêber Apo pêkan e. Ozguneş, da xuyakirin ku Rêber Apo hêviyek nû ji bo mirovahiyê pêşkêş dike û got ku divê Kurd li dora vê paradîgmayê bibin yek.
Pispor û dîroknasê Rojhilata Navîn Faîk Bulut, da zanîn ku cîhan kaosek mezin dijî û got ku pê re nexşe, jiyan û Kurd diguherin. Bulut, diyar kir ku pêvajoyeke zehmet lê pê re jiyaneke nû li pêşiya wan e û got, “Ev hezar sal in em daxwaza mafên xwe dikin. Di nava hezar salan de ev yekemcar e firsenedeke bi vî rengî ya girîng dikeve dest. Dînamîkên cîhanî bandorek mezin li ser herêmê dikin. Ji ber vê yekê serokê MHP’ê Bahçelî hema sibehek ji xew ranebû û van tiştan negot. Hêzên gerdûnî niha dixwazin ji bo pirsgirêka Kurd çareseriyek bibînin û Tirkiye jî ji vê pêvajoyê re mecbûr e. Ocalan dixwaze Kurdan rizgar bike, Bahçelî jî dixwaze dewletê rizgar bike. Kîjan hêz Kurdan li aliyê xwe bigire, dê bi ser bikeve. Pêkanîna yekîtiya Kurdan dê destketiyek mezin bi xwe re bîne. Ev yek ne hêsan e, lê wê bi demê re bigihêje qonaxeke xurt. Xewnên Kurdan pêk tên û teqez ew ê li ser wê maseyê rûnin.”
Siyasetmedar Gultan Kişanak, jî behsa van xalan kir, “Divê gel bi ziman, çand û hebûna xwe bijî. Ger em îro behsa yekîtîyê dikin, ew encama pêvajoya ku ji hêla Birêz Ocalan ve hatiye destpêkirin e. Birêz Ocalan behsa civakeke demokratîk a komunal û yekîtîyê dike. Dîroka Kurdan dîrokeke berxwedan û komkujiyan e. Birêz Ocalan dibêje, ‘Ez ji bo temamkirina van destanên neqediyayî li rastiya Kurd digerim.’
Kurd gelekî berxwedêr in, lê di warê destketiyan de kêmasî hene. Em êdî naxwazin bedel bidin, lê dixwazin li çar perçeyên Kurdistanê bi ser bikevin. Birêz Ocalan dibêje, ‘Em Kurd wê gotina xwe ya dawî nebêjin, lê gotina me ya têkildarî siberojê wê li ser maseyê were gotin.’ Eger serdest hemû bi Kurdan re hevkariyê dikin, wê demê divê em jî paradîgmaya ku ji pêvajoyê re pêşengî dike, xurt bikin. Axên me ji mirinan têr bûne; em niha dixwazin siberojek ava bikin. Pêdiviya me bi hêza axaftinê, aqilek stratejîk, neteweya demokratîk û tifaqa demokratîk heye. Kurd di qonaxa serketinê de ne, em parçebûn û ji hev cuda tevgerîna hêzan qebûl nakin. Divê em jin ji civaka demokratîk û çareseriyê re pêşengî bikin.”