Dayika dîlgirtî Emrûllah Orûç, Şerîfe Orûç anî ziman ku li gel zext û êşkenceya li wan hate kirin ew aştiyê dixwazin, divê êdî çek rawestin û destnîşan kir ku ne tenê ji bo xwe, ew vê yekê ji bo her kesî dixwazin.
Şerîfe Orûç ji ANF’ê re axivî û bi bîr xist ku ew neçar man ji Êlihê koçî Stenbolê bikin, gundê wan Qeraço ji aliyê leşkerên Tirk ve hate şeiwtandin û got, “Wê demê bi 7 zarokên xwe yên biçûk em neçar man ji gund derkevin. Piştî ku du-sê salan li Êlihê man em neçar man ku bar bikin Manîsayê. Li wir jî em sê salan man. Ji wir jî me bar kir Stenbolê. Hevjînê min jiyana xwe ji dest da. Piştî du salan min kurê xwe ji dest da. 11 meh beriya ku hevjînê xwe winda bikim, Emrûllah hate girtin. Niha jî timî diçim ber deriyê girtîgehê.”
‘EM DIXWAZIN KU AŞTÎ BÊ’
Orûç destnîşan kir ku li gel zext û êşkenceya li wan hate kirin ew aştiyê dixwazin, divê êdî çek rawestin û destnîşan kir ku ne tenê ji bo xwe, ew vê yekê ji bo her kesî dixwazin û got, “Em dixwazin ku dewleta Tirk jî gavê biavêje, Kurd jî gavê biavêje. Bila aştî pêk were, şer biqede. Bila yên li girtîgehan azad bibn. Temenê me ji xwe qediya, bila nifşên nû rehet bikin. Em li vê derê li gel Tirkan dimînin. Em cîranê hev in. Bi wan re pirsgirêka me nîne. Em dixwazin bi cîranên xwe re jiyana hîn baş derbas bikin.”
‘ZIMAN HEMÛ DIVÊ AZAD BIN’
Orûç ragihand ku divê li vê xakê her kes azad be, hemû ziman hebin û got, “Bila Xwedê rêya rast nîşanî wan bide. Bila şer biqede. Bila Xwedê tovên aştiyê di dilê wan de biçîne. Zarokên me poşmaniyê qebûl nakin. Bi salan e li girtîgehê ne. Dilê me dişewite. Em dayik dixwazin çareseriyeke wekhev pêk were, li cihekî ku zilm nîne jiyana xwe dewam bikin.”