Çarşem, 3 Îlon 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    CHP’ê serlêdana îtîraza qeyûmê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên li Girtîgeha Dûmlûyê ya li Erziromê wê dest bi greva birçîbûnê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    6 girtî hatin berdan, tehliyeya 2 girtiyan hate taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Pirsgirêk bi heq û hiqûqê çareser dibin, ne bi gefxwarinê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Baroya Amedê li hemberî jikardûrxistina rêveberiya bajêr a CHP’ê nerazîbûn xwe nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    CHP’ê bang li serokên bajêr kir ku bên Stenbolê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bi girseyî serdana şîna Şehîd Ronî Xezal kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana konê sersaxiyê yê gerîlaya YJA Starê Fatma Kaya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karak ê ku 30 sal in girtî ye li şîna kurê xwe bi kelepçekirî hat rawestandin 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Desteya Mafên Mirovan a Başûrê Kurdistanê êrîşa li dijî rojnamevan Mamend şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRA: Êrîş li dijî mafê agahîwergirtinê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şoreş Alan: Şehîd Simko Serhildan pêşeng û fermandarê serdemê bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Meclisa Îştarê biryarên darvekirinê yên li ser jinan şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nîjeryayê bi îdîaya ‘heqareta li pêxember’ jinek hate şewitandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wanê atolyeya qirkirina jinan: Divê jin pêşengiya pêvajoyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara meha Îlonê ya Newaya Jin derket: Aştiya jinan parastina jiyana azad e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îtalyayê hemwelatiya fahrî dan sê jinên ku cezayê îdamê lê hatine birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan xutbeyên Diyanetê protesto kirin û serlêdana sûc kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Festîvala 33’emîn a Çanda Kurdî ya Navneteweyî 13’ê Îlonê li Dortmundê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Hunera Kurdî ya li Belçîkayê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Swîsreyê bi hezaran kes li hev kom bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kopenhagenê Festîvala Çand û Hunerê ya Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Belçîkayê Festîvala Çanda Kurd destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kobanê wê dibistana muzîkê were vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Hikumeta Demkî taloq bû
Li Pêncewînê êrîşa bi balafira bêmirov: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Şoreşa ku bi destê xwedawendan gihîşt serkeftinê: Şoreşa Rojava
Şewatên li Aydin, Îzmîr û Kutahyayê dewam dikin
Li Şarbajêr droneyek ket
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Rapora MKG’ê: Pênc rojnamegerên jin hîn jî girtî ne
Jin

Rapora MKG’ê: Pênc rojnamegerên jin hîn jî girtî ne

Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) Rapora Binpêkirina Mafan a Tebaxa 2025'an weşand. Li gorî raporê zext û zordariya li ser rojnamegerên jin dewam dike.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Îlon 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG), “Rapora Binpêkirinên Mafên Rojnamegerên Jin a Meha Tebaxa 2025’an” aşkera kir. MKG’ê, diyar kir ku rojnameger ji ber çalakiyên xwe yên pîşeyî û nasnameyên xwe yên civakî bi mekanîzmayên piralî yên zext û tundîtûjiyê rû bi rû dimînin. MKG’ê, got ku rapora wan, careke din rewşa xirab a azadiya çapemeniyê ya li Tirkiyeyê û cudakariya sîstematîk a li dijî rojnamegeran, eşkere dike.

Bi domdarî MKG’ê destnîşan kir ku di tevahiya Tebaxê de, rojnameger rastî gefan hatin, şopandina wan a nûçeyan hatin astengkirin, bi destdirêjiya darazê rû bi rû man û wiha got: “Rojnamegera jin C.K., ku li dijî gefên ser medyaya dijîtal lê hatibûn xwarin giliyê sûc kir, encax, tenê bi girtina sûcdar hate parastin. Ev mînak nîşan dide ku mafê jiyana rojnamegeran di xetereyê de ye.”

MKG’ê, got ku krîmînalîzekirina rojnamegeran di meha Tebaxê de bi awayên cur bi cur domiyan û wiha dom kir: “Cezayê kelemçeya elektronîk a li ser rojnameger Rahîme Karvar nîşan dide ka çawa tevdîrên cezayî yên ku azadiya derbirînê sînordar dikin têne asayîkirin.  Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM), ji bo serlêdanên Midûra Nûçeyan a JINNEWS’ê Oznûr Degerê û rojnameger Dîcle Muftuoglûyê tespîta binpêkirina mafan a qismî kir. Ev nêzîkatiyek nebaş a li hemberî azadiya ramanê nîşan dide. Girtina rojnamegeran a demdirêj, sînordarkirina gihîştina dosyayan û darizandinên nebêalî baweriya bi pergala edaletê bi kûrahî lawaz dike.”

MKG’ê, daxuyand ku zextên aborî û sansurê yên li ser rojnamegeran jî berdewam in û da zanîn ku 13 xebatkarên rojnameya Nefesê ji kar hatine derxistin. MKG’ê, daxuyand ku rawestandina mafên îlanê yên 8 rojnameyên herêmî yên li Mersînê ya ji aliyê Saziya Îlanê ya Çapemeniyê ve, zextên aborî yên sîstematîk nîşan dide. MKG’ê got ku vê biryarê ne tenê zirar da çapemeniya herêmî, lê di heman demê de zirar da mafê raya giştî ya gihîştina nûçeyan.

Bi domdarî MKG’ê sînordarkirinên xwegihandinê, girtina hesaban û qedexeyên îlanê ji bo bêdengkirina dengê medyaya serbixwe hatine bikaranîn û got: “Astengkirina hesabên medyaya dijîtal ên dezgehên medyayê yên wekî Yeni Yaşam, Xwebûn, Ajansa Welat, Kaos GL û ETHA mudaxeleyek bi zanebûn e. Ev ji bo nedîtina medyaya rexnegir e.”

MKG’ê, bal kişand ser rojnamegerên li Filistînê di êrişên Îsraîlê de hatine qetilkirin û rojnameger Meryem Ebû Dekka bi bîr xist. MKG’ê, destnîşan kir ku kuştina rojnamegeran ne tenê êrişeke li ser mafê jiyanê yê şexsî ye lê di heman demê de êrişa li ser mafê agahdarbûnê yê hemû civakê ye. MKG’ê rojnamegerên hatine qetilkirin bi bîr anî.

MKG’ê, got ku rojnameger ne tenê ji ber çalakiyên xwe yên pîşeyî, lê di heman demê de ji ber nasnameya xwe jî bi cihêkariyê re rû bi rû dimînin. MKG’ê, got: “Zîhniyeta serdest a mêr, axaftina jinan a li pêşberî raya giştî wekî gef dibîne. Di encamê de, rojnameger ne tenê ji ber ku rojnameger in, lê di heman demê de ji ber ku jin in jî dibin hedef, tên bêdengkirin. Ev zexta dualî ya ku rojnameger pê re rû bi rû dimînin, girîngiya wekheviya zayendî ya di qada medyayê de nîşan dide. Sîstemeke medyayê ya azad û demokratîk tenê dikare bibe sedem ku rojnameger di şert û mercên ewle û wekhev de bixebitin.”

MKG’ê, xwest ku zextên li ser rojnamegerên jin tavilê bi dawî bibin; pêvajoyên darizandinê bi awayekî bêalî, adilane û zelal werin kirin; pratîkên sansurê yên dijîtal bên bidawîkirin; rojnamegerên girtî bên berdan û azadiya ramanê were misogerkirin û mekanîzmayên navneteweyî yên ji bo parastina mafê jiyanê yê rojnamegeran li Filistîn û deverên din ên cîhanê werin xurtkirin. MKG’ê got ku nabe rojnamegerên jin bên bêdengkirin û çapemeniya azad were astengkirin.

Di rapora MKG’ê de daneyên binpêkirinan jî wiha hatin rêzkirin: “Rojnamegerek rastî miameleya nebaş hat, gef li rojnamegerekê hate xwarin, dema rojnamegerekê nûçe dişopand hate astengkirin, darizandina 2 rojnamegerên jin a ji dosyayekê berdewam kir, 5 rojnamegerên jin (Ji 4’ê Çileya 2023’yan heta niha) girtî ne, karê 13 rojnamegeran hate bidawîkirin, 8 malperên înternetê hatin girtin û 5 hesabên medyaya dijîtal hatin girtin.

MKG’ê da zanîn ku Berpirsa Karê Nivîsê ya Kovara Yururuşê Elîf Ersoy, Midûra Karê Nivîsê û Xwediya Rojnameya Atilim Hatîce Duman, Xebatkara berê ya TRT’ê Ozden Kinik, Nûçegîhana Ozgur Gelecekê Perihan Erkilinç û Gerînendeya Weşana Giştî ya Kovara Onsozê Songul Yucel girtî ne.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Tecrûbeya komunê ya 13 salan: Gundê Carûdiyê
Nûçeya Pişt re Însiyatîfa Gel a Qamişloyê: Aştî bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger dibe
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Şehîd Şêro Kobanê bi merasîmek girseyî hat veşartin

Li Kantona Firatê bi merasîmeke girseyî cenazeyê şervanê QSD’ê Şêro Kobanê li Goristana Şehîd Dîcle…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 19’Ê TEBAXA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Bişirîna şoreşgerî ya kolanan: Mazlûm Tekdag

Wî di jiyana xwe ya 37 salî de bi hezaran çalakî pêk anîn. Ji Amedê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

Fransa, IESH’ê bi sûcdariya teşwîqî ‘cîhada çekdarî’ dike girt

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Bakirhan: Pirsgirêk bi heq û hiqûqê çareser dibin, ne bi gefxwarinê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

CHP’ê bang li serokên bajêr kir ku bên Stenbolê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

YRA: Êrîş li dijî mafê agahîwergirtinê ye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?