Pêncşem, 4 Berfanbar 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ji Bahçelî daxuyaniya ‘sererastkirina qanûnî’ ya têkildarî pêvajoyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji ber ku ji Meral Akşener re got, ‘Ev der Kurdistan e’ bi hinceta dosyayek din hat girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Qezayên madenê qeder nîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan-nivîskar: Rûbirûbûn wê tekez bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meral Daniş Beştaş: Em êdî di qonaxa duyemîn de ne; divê gavên şênber bêne avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 4’Ê KANÛNA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ciwanekî li Lacanê birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aryen Arê mîna kelehekê bû; xwe li rêgezên azadiyê razandibû’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bertek nîşanî biryara domandina girtina Akiş dan: Darbeya li îradeya gel didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    PDK’ê hêzek mezin bi çekên giran şandin Lacan û Xebatê 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê Dayika Aştiyê Aliye Tîmur li Colemêrgê hat veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzên Îranê jineke Kurd binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Komunên jinên Kurd li Elmanyayê kampa sê rojan li dar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Suryan: Jin wê mîrateya me ya çandî bigihînin paşerojê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara meha Kanûnê ya rojnameya Newaya Jin hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevrêya timî ava dike, diafirîne: Şîlan Kobanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bexdayê meşa li dijî tundiya li ser jinan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zextên Îranê yên li ser jinên girtî didome

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Kovara Komunar 20 sal li pey xwe hişt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka nû ya hûnermend Rotînda derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kolektîfa Saza Êzî stranên Zembilfiroş û Lavij ê Pîrê diyarî Rêber Apo kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Aix-en-Provenceyê ji bo konsera ‘Hebûn û Azadî’ eleqeyek mezin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Fîlmên Kurd a Hambûrgê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Schuch: Li pêşberî karên li Rojava matmayî mam

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li dijî ofîsa parlamenter êrîşa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Hêzên hikumeta veguhêz careke din êrîşî Dêr Hafirê kir
Li Helebê êrîş: 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Li Bakur meşên 1’ê Îlonê: Divê şert û mercên xebata azad ên Rêber Apo bên misogerkirin
Kurdistan

Li Bakur meşên 1’ê Îlonê: Divê şert û mercên xebata azad ên Rêber Apo bên misogerkirin

Li Şirnex, Sêrt, Xarpêt û Mêrdînê bi boneya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê meşên girseyî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de diyar kirin ku divê şert û mercên xebata azad ên Rêber Apo bên misogerkirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Îlon 2025 Dema xwendinê: 10 dq.
Parvekirin

Li Şirnex, Sêrt, Xarpêt û Mêrdînê bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê meşên girseyî hatin lidarxistin.

ŞIRNEX

Li navenda Şirnex di nav de palementerê DEM Partiyê yê Şirnex Mehmet Zekî Îrmez, endam û rêveberên DEM Partî û DBP’ê yên Şirnex, endamên û rêveberên saziyên civaka sivîl û sedan welatiyên li ber avahiya KESK’ê kom bûyîn bi pankarta, ‘Ji bo civaka demokroktîk deng bide aştiyê’ meşiyan. Di meşê de dirûşmên “Bijî aştî” û “Jin, Jiyan, Aştî” hatin berzkirin.

Piştî ku girse gehişt qada Emerê Ereb ji aliyê Hevserokê TUHAD-FED’ê yê Şirnex Aydin Denîz daxuyaniya hat xwendin. Denîz bal kişand ser şerên li tevahiya cîhanê pêk tê û wiha axivî: “1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cihanê ku piştî Şerê Cihanê yê Duyem hat ragihandin, ji bo gelên ku dixwestin wê tarîtiyê li paş xwe bihêlin, semboleke berxwedana li dijî faşîzmê bû. Lê belê, wekî ku Birêz Abdullah Ocalan ev bi salan e ku balê dikişîne ser, îro em dibînin ku mirovahî di girdavên Şerê Cihanê yê Sêyem de ye. Qeyrana pergalê ya sermayeya gerdûnî û şerên parvekirina emperyalîst jîngehên gelan vediguherînin meydanên şer.”

Denîz destnîşankir ku ger dewlet bixwaze nîqaşên di komîsyona meclîsê de encam bigire divê şert ê mercên Rêber Apo werin guhertin û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Îro eger dixwazin ev nîqaşên ku li Meclîsê tên kirin encamgir bibin, wê demê lazim e ku serê pêşîn şert û mercên xebatê yên serbest demildest ji bo Birêz Abdullah Ocalan werin peydakirin ku bi ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ îradeya aştî û çareseriyê nîşan daye û avakar û rêvebirê vê pêvajoyê ye.”

Denîz diyar kir ku ji bo aramî û azadiya gelan tekane rê, rêya Aştiya Cikava Demokratîk e û wiha pêde çû: “Çareserkirina pirsgirêka Kurd a bi awayekî demokratîk, birûmet û mayînde ne tenê ji bo gelê Kurd, her wisa ji bo Tirk, Ereb, Laz, Çerkez, Elewî, Êzidî û hemû gelên ku li vê erdnigariyê dijîn jî, kilîta siberojê ye. Em dizanin ku aştî ne tercîhek e; şerta pêkvehebûn û pevrejiyanê ya gelên me ye. Ji bo aramî û azadiya hemû gelan, tekane rêya çareseriyê ew e ku em bi rêya aştiyê civaka demokratîk ava bikin û bi avakirina civaka demokratîk jî aştiyê mayînde bikin.”

Denîz herî dawî banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê bi bîr xist û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Banga Aştî û Civaka Demokratîk a 27’ê Sibatê ya Birêz Abdullah Ocalan di serî de ji bo gelên Tirkiye û Kurdistanê, ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn û cihanê banga herî xurt a aştiyê ye. Weke gelên bindest, kedkar, jin, ciwan û hêzên hilberîner ên vê erdnigariyê em bi sosyalîzma civaka demokratîk û xwişkûbiratiya gelan bawer in. Ev banga ji bo aştiyê di heman demê de bangek e ku li dijî kedxwarî, zayendperestî, neteweperestî, talankirina xwezayê û emperyalîzmê hatiye kirin.”

Piştî Denîz parlementer Îrmez got ji bo aştiyek mayînde hewceyî bi guhertina şert û mercên Birêz Abdullah Ocalan heye û wiha axivî: “Ji bo li Tirkiye aştî pêk were hewceyî pê heye ku azadiya Rêber Ocalan pêk were. Her wiha divê bi Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê re aştî pêk were.”

Çalakî bi gerandina govenda aştiyê bi dawî bû.

MÊRDÎN

Platforma Saziyên Demokratîk a Mêrdînê (DEKUP) û Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrdînê ji ber avahiya PTT’ê ya li navçeya Artûklûyê heta Parka Karayollariyê meşiyan. Di çalakiyê de pankartên “Tekoşîna aştî û demokrasiyê jin bilind dikin” û “Aştiyek mayînde bi civaka demokratîk pêkan e” û dowîzên “Aştî ne tenê bêdengkirina çekan e, jiyaneke wekhev û azad e”, “Jin, Jiyan, Azadî”, “Dayik parazvanên aştiyê ne”, “Jin şer naxwazin azadiyê dîxwazin” û “Berxwedana jinên ciwan deng daye qadên azad” hatin vekirin. Girseya gel di tevahiya meşê de li ber erbaneyê dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî” û “Jin şer naxwaze, aştiyê dixwaze” berz kirin.

Piştî meşê, girseyê li Parka Karayollariyê daxuyaniyek çapemeniyê li dar xist. Daxuyaniya Kurdî ji aliyê Hevserokê MEBYA-DER’ê Salîh Kuday û ya Tirkî jî ji aliyê Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Merdînê Nîlûfer Elîk Yilmazê ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de li ser çareseriya demokratik û mayinde ya meseleya Kurd hat sekinandin. Di daxuyaniyê de doza azadiya Rêber Apo hat kirin û îşaret bi “şert û mercên xebatê yên azad” ên Rêber Apo  hat kirin. 

Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Salîha Aydenîz jî peyama Rêber Apo ya têkildarî 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê xwend.

Peyam bi çepikan hat pêşwazîkirin. Paşê girseyê 1’ê Îlonê bi berzkirina dirûşmeyan û gerandina govendê pîroz kir.

SÊRT

Girseya ku bi pêşengiya Platforma Ked û Demokrasiyê ya Sêrtê li ber Dibistana Navîn a Sancaktar a li Kolana Guresê kom bû, dirûşme berz kirin û govend gerand. Girseya ku pankarta bi nivîsa “Ji bo civaka demokratîk deng bide aştiyê, bijî 1’ê Îlonê” vekir, bi berzkirina dirûşmeyên wekî “Jin, Jiyan, Azadî”, “Bijî aşitî”, “Ji şer re na, aştî niha” û “Bijî yekîtiya Gelê kurd” ber bi Qada Demokrasiyê ve meşiya.

Hevseroka DEM Partiyê ya Sêrtê Revşan Arslan li vir metna daxuyaniyê xwend.  Revşan Arslanê got: “Wekî ku Birêz Abdullah Ocalan bi salan e destnîşan dike, mirovahî di nav gerînekên Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de dijî. Krîza sermayeya gerdûnî û şerên parçekirinê yên emperyalîst qadên jiyanê yên mirovan veguherandine qadên şer. Birçîbûn, xizanî, koçberî û mirin hewl tê dayîn ku bibin çarenûsa hevpar a bi mîlyonan kesan.”

Revşen Arslan destnîşan kir ku gelê Kurd tevî ku di salên şer de li dilê Rojhilata Navîn bedelên giran dane jî, hebûna xwe parastiye û got: “Îro, ew daxwaza xwe ya çareserî û azadiyê hîn bi bihêztir tîne ziman. Rêya ku dê deriyê aştiyê veke eşkere ye: divê şert û mercên azadiya Birêz Abdullah Ocalan werin peydakirin, hebûna gelê kurd û mafên gelê Kurd bi qanûnê werin garantîkirin, perwerdehiya bi zimanê dayikê û mafên çandî werin naskirin û divê pratîkên qeyûm yên ku îradeya gel paşguh dikin bi dawî bibin. Çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd ne tenê mifteya pêşeroja gelê Kurd e, di heman demê de ya Tirk, Ereb, Laz, Çerkez, Elewî, Êzdî û hemû gelan e jî.”

Revşen Arslan diyar kir ku divê her kes di 1’ê Îlonê de ji bo civakeke demokratîk û bê şer deng bide aştiyê.

Daxuyanî bi gerandina govendê û bi berdana kevokên spî ji aliyê Dayikên Aştiyê ve bi dawî bû.

XARPÊT

Li Xarpêtê, Platforma Ked û Demokrasiyê bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê daxuyaniyek da. Li ber avahiya DEM Partiyê ya li Xeraca Xozatê, pankarta bi nivîsa “1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê, em li dijî şer aştiyê, li dijî mirinê jiyanê diparêzin” hat vekirin û her wiha pankartên wekî “Aştî û civaka demokratîk ji bo azadiyê ked e”, Ji şer re na, aştî niha” û “Bijî aştî, bijî aştî” hatin daliqandin. Rêveberên bajêr û navçeyan ên DEM Partiyê yên Xarpêtê, Platforma Ked û Demokrasiyê û gelek welatî beşdarî daxuyaniyê bûn.

Di dema daxuyaniyê de, gelek caran dirûşmeyên wekî “Bijî aştî” hatin berzkirin. Nihat Yuca, rêveberê DEM Partiya Xarpêtê, li ser navê Platforma Ked û Demokrasiyê metna daxuyaniyê xwend.

Yuca bal kişand ser pêwîstiya lezgîn a aştiyê li welat, herêm û cîhanê û got: “Yên ku ji şer sûdê werdigirin û yên ku karkeran mehkûmî birçîbûn û xizaniyê dikin, heman berjewendîperest in. Ji ber vê yekê daxwaza aştî û demokrasiyê ji bo hêzên ked û demokrasiyê bûye pêdiviyeke bingehîn, mîna nan û avê. Bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê, em careke din diyar dikin ku aştî rêgeza herî bingehîn a têkoşîna ku karker û gelên bindest ji bo mafên xwe dimeşînin e.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê PAJK: Em evîndara azadiyê, fermandara fedayî ya Apoyî Bêrîtan Amed bi rêzdarî bi bîr tînin
Nûçeya Pişt re Ewladê zêrîn ê têkoşîna azadiyê: Mordem
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Artêşa Îsraîlê wê ‘bi hemû hêza xwe’ bikeve Xezeyê!

Serokwezîrê Îsraîlê Binjamin Netanyahu ragihand ku artêşa Îsraîlê wê di rojên pêş de "bi hemû…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Manîsayê Newroz hate pîrozkirin

Li Manîsayê bi dirûşma “Rêbertiya Azad, Civaka Demokratîk” Newroz hate pîrozkirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Hejmara 252’yan a kovara Stêrka Ciwan derket

Kovara Stêrka Ciwan ku her meh naverokên nû dihilberîne, vê mehê bi şîara ‘Şehîd Talîmata…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Ciwanekî li Lacanê birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest da

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji Bahçelî daxuyaniya ‘sererastkirina qanûnî’ ya têkildarî pêvajoyê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Meha Mijdarê 5 operasyon hatin kirin: 11 DAÎŞ’î hatin girtin, 4 ji wan serçete bûn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

DEM Partî: Qezayên madenê qeder nîne

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?