Duşem, 21 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Cenazeyên du şehîdan hatin wergirtin û ber bi Kanîreşê ve hatin birin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Supayê Pasdaran gef li dikandarên Kurd dixwe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Burhan Kaya yê piştî 31 salan hate berdan li ber girtîgehê hate pêşwazîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Divê daxwaza malbatên erdhejzedeyê bê bihîstin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nasnameya 2 şehîdên li Kilyosê piştî 9 salan diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Buroya Hiqûqê ya Sedsalê nerazîbûn nîşanî manîpulasyonan da

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ji bo fermandara gerîla Dîlan Şirnex taziye hate danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xêrî Elî: Em ê hesab ji kesên ku destwerdan li gorên komî kirine bipirsin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG’ê fermandar Bêrîtan Çelê bi hurmet bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê Şehîd Dîlan Şirnex hate veşartin: Bi evînekî mezin têkoşiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gora komî ya li mezargeha Şerfedîn hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Salvegera damezrandina PYD’ê li Silêmaniyeyê hate pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Îranê cezayê darvekirinê ji bo xwendekara zanîngehê Necme Emînî hat dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dîlokê jinek hate qetilkirin, 4 kes birîndar bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Şemiyê Guzel Şahîn li ser gora xwe hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    PAJK’ê fermandara gerîla ya şehîd Dîlan Şirnex bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zekiye Dêrazor: Min li çiyayên Kurdistanê wêrekiya xwe nas kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li Stenbolê ji bo Jîna Emînî çalakî li dar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Sînemavanên Kurd ên li Ewropayê li Komxebatê hatin cem hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Filmê ‘Jin Jiyan Azadî’ çîroka gerîlayên jin li çiyayên Kurdistanê vedibêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lîstikvan Merve Asya Ozgur: Hunermendên Kurd azad bibe, hunermendên Tirk jî wê qezenç bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Marsîlya xwe ji bo Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim a 6’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Aquitaine hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Şêniyên Amedê: Em daxwaza azadiya Rêber Apo û aştiyê dikin
Kurdistan

Şêniyên Amedê: Em daxwaza azadiya Rêber Apo û aştiyê dikin

Şêniyên Amedê yên 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê daketin qadan, careke din daxwaza xwe ya aştiyê anîn ziman. Amediyan xwestin, pêvajoya aştiyê bi lez bi encam bibe û Rêber Apo azad bibe.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Îlon 2025 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Bi wesîleya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li Amedê bi pêşengiya Platforma Demokrasî û Kedê ya Amedê û Platforma Saziyên Demokratîk meşeke bi coş û girseyî hate lidarxistin. Bi deh hezaran kes tevlî meşê bûn û daxwaza aştiyê kirin.

Dayika Aştiyê Muşereh Ulker diyar kir ku li gel mehên di ser ‘Banga Aştiyê’ ya Rêber Apo re derbas bûn hîn jî dewletê gaveke şênber neavêtiye û got, “Beriya her tiştî ez Rêber Apo û şervanên azadiyê silav dikim. Di 27’ê Sibatê de dema ku vê pêvajoyê destpê kir, ji hingî ve em dibînin ku dewleta Tirk gavek neavêtiye. Em îro ji bo aştiyê li vê derê ne, em ê ji bo aştiyê bimeşin. Em ê daxwaza xwe ya ji bo aştiyê ji tevahiya cîhanê re ragihînin. Bi sedan salan daxwazên gelê Kurd ji nedîtî ve hatin, gelê Kurd weke gefekê dîtin.

Îro hem Tirk hem jî Kurd divê xwedî li vê pêvajoyê derkevin. Em ji komîsyona hatiye avakirin hêvî dikin ku gavên girîng biavêje. Dayikên Aştiyê çûn wê meclîsê, lê belê nehiştin ku bi zimanê xwe biaxivin. Ev yek bû sedem ku baweriya me bişikê. Em ji dewletê dixwazin ku bi zelalî tevbigere.”

‘GELÊ KURD DI AŞTIYÊ DE ISRAR DIKE’

Mûstafa Yaşodûn bi bîr xist ku gelê Kurd ji bo aştiyê berdêlên giran da û got, “Gelê Kurd, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêvajoyek da destpêkirin. Vê pêvajoyê bi banga 27’ê Sibatê destpê kir. Berê jî hin pêvajoyên aştiyê destpê kiribûn, lê belê encamek jê nehatibû bidestxistin. Gelê Kurd îro careke din israra xwe ya ji bo aştiyê dewam dike. Bi pêngava aştiyê ya Rêber Apo re hewldaneke mezin ji bo aştiyê heye.

Lê belê hîn jî êrîş li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê têne kirin. Tişta ku divê bê pirsîn ev e: Gelo dewlet û desthilatdarî aştiyê dixwazin? Yekane daxwaza gelê Kurd; azadiya Rêber Apo û aştî ye.”

‘DIVÊ HER KES XWEDÎ LI AŞTIYÊ DERKEVE’

Mehmet Çetîn jî destnîşan kir ku Kurd bi rengekî cidî xwedî li Rêber Apo û aştiyê derdikeve û got, “Em vê pêvajoyê gelekî girîng dibînin. Em dixwazin nasname, ziman û çanda gelê Kurd bêne naskirin. Bendewariya me ji vê pêvajoyê gelekî mezin e. Ez dixwazim her kes tevlî vê rêyê bibe ku qasidê aştiyê Rêber Apo diyar kiriye, divê her kes xwedî li aştiyê derkeve. Divê dewlet tavilê gavê biavêje.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Yewnanistanê qanûna ‘dersînorkirina bi zorê’ hate qebûlkirin
Nûçeya Pişt re Li Êlihê qeyûm bi alîkariya polîsan daran radike
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Girtiya nexweş bi kefalet hat berdan: Êşkenceya fîzîk û derûnî lê hatiye kirin

Girtiya siyasî Şilêr Mam Qadrî ku 91 roj bûn girtî bû, bi kefaletê bi awayekî…

Ji aliyê Stêrk TV

Di operasyona DAÎŞ’ê de 3 polîsan jiyana xwe ji dest dan

Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya diyar kir ku li Yalovayê di opreasyona li…

Ji aliyê Stêrk TV

Balafirên Rûsyayê ya bombabaranê, tesîsên petrolê û binesaziya enerjiyê hedef hatin girtin

Ukraynayê, piştrast kir ku wan li baregeha hewayî ya Engels-2 a li herêma Saratov a…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Ji bo fermandara gerîla Dîlan Şirnex taziye hate danîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Xêrî Elî: Em ê hesab ji kesên ku destwerdan li gorên komî kirine bipirsin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

HPG’ê fermandar Bêrîtan Çelê bi hurmet bi bîr anî

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Cenazeyê Şehîd Dîlan Şirnex hate veşartin: Bi evînekî mezin têkoşiya

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?