Sêşem, 21 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Kurtulmuş bi Kiliçdaroglu re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevserokên DEM Partiyê: Qanûna çarçoveyî divê berfireh be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Kurtulmuş tûra ‘qanûna çarçoveyî’: Bi Koma Yenî Yolê re jî civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevdîtina Kurtulmuş û DEM Partiyê 45 deqeyan dom kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şîrketeke din a petrolê karê xwe sekinand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Divê qanûna çarçoveyê bi lez bê derxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Mexmûrê salvegera Şoreşa Rojava û çalakiya nobetê hate silavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kalkan: Heta ku Rêber Apo nikaribe bi rengekî azad bixebite pêvajo bi pêş ve naçe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta li Wargeha Mexmûrê 3 sal li pey xwe hişt

    Ji aliyê Stêrk TV

    TAJÊ: Weşandina dîmenê jinên Êzidî yê dîlgirtî êrîşa şerê taybet a plankirî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê li Binarê Qendîlê şivanek birîndar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Şengalê hişyariya li dijî belavkirina fitneyê li nava civakê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Cezayê girtîgeh, sirgûn û qemçiyê li 2 aktîvîstên jin hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendeke jin ji aliyê Îranê ve hat cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Yekîtiya Jinên Kurd êrişên li ser Başûr şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a DEM Partî: Şoreşa Jinan a Rojava 14 sal in çavkaniya îlhamê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG’ê Ayfer Serçe bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongra Star salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Pirtûka ‘Di dilê çiya de ronahî heye’ ya nivîskar Medya Doz derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Hevra berhema bi navê ‘Pepûle’ jinûve got

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê şahiya gel

    Ji aliyê Stêrk TV

    Belgefîlma “Rojiya Jiyanê” ya Berxwedana 14’ê Tîrmehê wê bê pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tîma folklorê ya Kurd di Festîvala Navneteweyî ya Gallerê de bû yekemîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şoreşgera kamil: Mizgîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
2 çeteyên DAÎŞ’ê li Kerkûkê hatin girtin
Di nava hefteyekê de 20 kes li Îranê hatin darvekirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 9 kesan canê xwe ji dest da
Li Hewlêr, Akrê û Pîrmamê gelek balafirên bê mirov xistin xwarê
Mêrekî dayika xwe, hevjîna xwe ya ducanî û keça xwe ya 3 salî qetil kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Çand û Hûner > Engîn Sever: Di festîvalê de em ê îradeya xwe nîşan bidin
Çand û Hûner

Engîn Sever: Di festîvalê de em ê îradeya xwe nîşan bidin

Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya 33’emîn bi dirûşma ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ 13’ê Îlonê tê lidarxistin. Hevserokê KCDK-E’yê Engîn Sever got, wê di festîvalê de îradeya xwe nîşan bidin û daxwaza azadiya Rêber Apo bikin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 4. Îlon 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Li bajarê Dortmund ê Elmanyayê wê di 13’ê Îlonê de Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya 33’emîn bê lidarxistin. Çalakiya ku wê li navnîşana Remydamm/Victor-Toyka Str. 44139 pêk were, wê ruhê berxwedanê, çand û hunerê ya Kurdên li Ewropayê bigihîne hev.

Endamê Komîteya Amadekar a Festîvalê û Hevserokê KCDK-E’yê Engîn Sever li ser amadekariyên festîvalê ji ANF’ê re axivî.

Engîn Sever anî ziman ku festîvalên çandê di têkoşîna dîasporayê de xwedî cihekî taybet e û got, “Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ku ya destpêkê di sala 1992’an de li eyaleta NRW’ê ya Elmanyayê pêk hat, 32 sal in bê navber dewam dike. Ev festîval il hemberî asîmîlasyona li se çand û nasnameya gelê Kurd bû nîşaneya berxwedêriya parastinê. Her festîval bi coş û xwedîderketineke nû pêk hat.”

Sever anî ziman ku Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya 33’emîn wê bi dirûşma ‘Aştî û civaka demokratîk’ were lidarxistin û got, “Festîval wê ne tenê kombûneke çandî be, her wiha bibe kombûneke siyasî. Hunermend û siyasetmedarên ji çar parçeyên Kurdistanê wê derkevin ser dikê.”

BENDEWARIYA PEYAMEK JI RÊBER APO

Li gel amadekariyên festîvalê her wiha bi kelecaneke mezin peyamek ji Rêber Apo tê hêvî kirin. Hevserokê KCDK-E’yê Sever anî ziman ku peyamên Rêber Apo ji bo gelê Kurd xwedî wateyeke mezin e û got, “Her nivîs, her peyamek ku ji Rêber Apo tê coşeke mezin dixe nava gelê me. Gelê me azadiya xwe di azadiya Rêber Apo de dibîne. Dema ku tengav dibe, bi dengê wî bêhn tê ber gelê me.”

Sever destnîşan kir ku weke komîteya festîvalê bendewariya wan a herî mezin ew e ku ji Rêber Apo peyamek bê û got, “Em dixwazin heta roja dawî ev kelecan dewam bike. Em hêvî dikin ku wê peyameke bi vî rengî bê.”

AMADEKARÎ LI BER QEDANDINÊ YE

Engîn Sever anî ziman ku amadekariyên wan çar meh in bi rêk û pêk dimeşin û got, “Me îro civîna xwe ya dawî ya festîvalê lidar xist. Ji bernameyê heta dikê, ji standên xwarinê heta bi ewlekariyê me hemû detay nirxand. Vê gavê amadekarî temam bûne.”

Li ser detayên din ên festîvalê jî Sever got, “Ji bo girseyê bigihîne qadê zêdeyî sed otobus û bi hezaran wesayit hatin amadekirin. Bêguman ji bernameyê heta bi dikê, ji standan heta bi ewlekariyê amadekariyên li ser hemû detayan wê heta roja dawî ya festîvalê jî dewam bikin.

Armanca me ew e ku têkoşîna mafdar a gelê Kurd ku li ser bingeha banga aştî û civaka demokratîk derxist holê û rewşa heyî ya Kurdan bi rengê herî baş vebêjin; her wiha nîşanî hemû civakan bidin ku ji bo aştî û azadiyê di kîjan astê de têdikoşe. Em bi vê hesasiyetê nêzîk dibin.

Saziyên me hemû, yanî 420 saziyên ser bi KCDK-E’yê niha bi ruhê seferberiyê kar dikin. Ji Bakurê Fransayê, Belçîka, Hollanda, seranserê Elmanya û beşek ji Swîsre û Awûstûryayê girseya gel wê tevlî festîvalê bibe. Weke komîte me detayên van hemûyan nirxand. Dikarim bibêjim ku em bi hemû pêkhateyên xwe ji Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya 33’emîn re amade ne.”

‘EM BI RUHÊ SEFERBERIYÊ LI HEV KOM BIBIN’

Endamê Komîteya Amadekar a Festîvalê û Hevserokê KCDK-E’yê Engîn Sever herî dawî bang li gelê Kurd ê li Elmanyayê kir ku ji heft heta heftê salî her kes bi kincên xwe yên gelêrî, bi reng û nasnameya xwe beşdarî festîvalê bibin û got, “Divê her kes bi ruhê seferberiyê di nava vê têkoşînê û têkoşînê de bin.”

Sever destnîşan kir ku peyama herî mezin a festîvalê wê li qadê bê dayin û got, “Ji ber vê yekê em li bendê ne ku gelê me di serî de ciwan, jinên Kurd, dayikên me û gelê me, ji heft heta heftê salî bi ruhê seferberiyê beşdarî Festîvala Aştî û Civaka Demokratîk a 33’emîn bibe. Em ê li wir bin û em li benda gelê xwe ne. Di 13’ê Îlonê de em ê li wê derê îradeya xwe nîşan bidin. Bi heman rengî em ê diyar bikin ku xwedî li Paradîgmaya Aştî û Civaka Demokratîk derdikevin û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dikin. Em li benda her kesî ne.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Şehîd Bêrîtan Amed û Çiya Rizgar li Qendîlê hatin veşartin
Nûçeya Pişt re Koçberên ji Girê Spî: Em vegereke bi ewle dixwazin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

KCK: Êriş çareseriyeke maqûl sabote dike

KCK'ê di mijara êrişên li ser taxên Kurdan ên li Helebê de daxuyaniyek da û…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 19’Ê KANÛNA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Li Stenbolê 4 karkerên jin di qezayê de jiyana xwe ji dest dan

Li Esenyurtê serwîsa karkarên jin qelibî. Di qezayê de 4 karkerên jin jiyana xwe ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Kurtulmuş bi Kiliçdaroglu re civiya

Ji aliyê Stêrk TV

Hevserokên DEM Partiyê: Qanûna çarçoveyî divê berfireh be

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Şîrketeke din a petrolê karê xwe sekinand

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Kampanya ‘Sêşema ji darvekirinan re na’ di hefteya 130’emîn de ye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?