În, 23 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Sebahat Bîçer: Ji bo girtiyên nexweş divê gavên mirovî û hiqûqî bêne avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Zurichê wê ‘Konferansa Entegrasyona Demokratîk’ bê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tûgçe Tatarî: Ev aştî ji bo welêt firsendek e, ne tenê ji bo Kurdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 23’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    MED TUHAD-FED û TUHAYDER’a Semsûrê bertek nîşanî taloqkirina tehliyeyan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî nerazîbûna nîşanî desthilatdariyê da: Pêngavên aştiyê çima tên sekinandin?

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Kerkûkê li gundê Kurdan di bin gefa rûxandinê de ne: Zêdetirî 70 malbat di bin rîskê de ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê du Kurdên din jî revand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hate îdîakirin ku hêzên YRK’ê baregehek Îranê xiste kontrola xwe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ez diçim, hineyê li destê min bidin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê li Bane û Sine 3 kes binçav kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HANA: Rejîma Îranê Kurdan direvîne û winda dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Diherike Dîcle bi hezkirina ax û welat

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rûşen Yakût: Divê dawî li polîtîkayên bêcezahiştina qetilkirina jinan bê anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mechthild Exo: Jineolojî divê bibe bingeha me ya pratîkî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Efrîkaya Başûr bertek nîşanî cezayê darvekirinê ya ji bo Werîşe Muradî dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmanî û Qoserê du jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Nobeda Jin, Edalet û Bîrê de işaert bi doza destavêtinê ya li Sêweregê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Mirina bi guman a jinan zêde dibe: Şopên lêdanê vedişêrin û dibêjin ‘xwe kuştiye’
Jin

Mirina bi guman a jinan zêde dibe: Şopên lêdanê vedişêrin û dibêjin ‘xwe kuştiye’

Li Wanê 8 mehan 14 jin bi gumanbarî mirin. Aktîvîsta TJA’yê Rojbîn Bor işaret bi zêdebûna mirina bi guman kir û got, “Ev mirin polîtîk in; jinên ku ji bo wan gotin ‘xwe kuştine’ li ser bedena wan şopa lêdanê hate dîtin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 5. Îlon 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Li gorî daneyên mehane yên Ajansa Nûçeyan a Jinan Jinnewsê, meha Tîrmehê 28 jin hatin kuştin, 25 jinan jî bi gumanbarî jiyana xwe ji dest dan. Beşeke mezin a mirina bi guman di çapemeniyê de hate weşandin. Lêpirsînên têkildarî mirina jinan a bi guman bi xurtî nayê meşandin.

Li Wanê ku ji ber polîtîkayên şerê taybet ev rewş hîn zêde ye, tenê 8 mehên dawî 14 jinan bi gumanbarî jiyana xwe ji dest dan.

Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Rojbîn Bor diyar kir ku mirina bi guman polîtîk e, nabe ji kuştina jinan cuda bê nirxandin û mijar nirxand.

Rojbîn Bor bal kişand ser kuştina jinan û mirina bi guman a jinan û anî ziman ku ev mirin polîtîk e. Rojbîn Bor got, “Di mirina bi guman a jinan de bêyî lêkolînkirinê hin delîl têne dîtin. Li ser bedena jinên ku ji bo wan hate gotin ‘xwe kuştiye’ şopa lêdanê hate dîtin. Gotina ‘Jin û malbat’ nêzîkatiyeke welê ye ku jinê tenê di çarçoveya malbatê de dibîne. Jin weke hebûneyeke ku divê bê kontrolkirin û sererastkirin tê pênasekirin. Hêzeke bi vî rengî ya ji aqilê mêr ji xwe re maf dibîne ku her tiştî bîne serê jinê.”

Rojbîn Bor qala yek ji mînakan kir: “Jineke bi navê Sînem Demîr dema ku bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da, dema em çûn cihê bûyerê me li ser kincên wê şopa kişandina bi erdê û li ser bedena wê jî şopa lêdanê dît. Li gel vê yekê jî bûyer weke xwekuştinê hate pênasekirin. Gelek jin gelek caran diçin qereqolê, giliyê dikin, li stargehan dimînin, xwe li malbata xwe digirin û dibêjin ‘Wê min bikuje’. Li gel vê yekê jî dema hate kuştin, navê xwekuştinê lê dikin. Ev jin ji bo bijî çi ji destê wan tê dikin, lê belê dewlet erka destnedanê dide mêr.”

Rojbîn Bor rexne kir ku dadgerî helwesteke ku mêr ji tundiyê vegire nîşan nade û got, “Mêr îro dikare bi hêsanî bibêje, ‘Ez ê te bikujim, sê mehan girtî bimînim’. Ji ber ku zane wê cezayekî gelekî kêm lê bê birîn. Betalkirina Peymana Stenbolê û zexta li ser qanûna bi hejmara 6284’an hêz û wêrekiyê dide mêran. Dadgerî tundiya mêr ceza nake, weke ku bê alî dimîne. Ev yek jî hîn bêhtir hêzê dide mêran.”

Rojbîn Bor anî ziman ku wan toreke têkoşîna li dijî tundiyê ava kirin, bi Komeleya Mafên Mirovan, baroyan û rêxistinên jinan re dixebitin û diyar kir ku ev kar têrê nake. Rojbîn Bor got, “Li qada xwerêveberiyê divê projeyên li dijî xizaniya jinan bêne afirandin, navendên têkoşîna li dijî tundiyê hebin ku 24 saetan karibe xwe bigihîne wan. Ya herî girîng jî divê dadgerî cezayên ku bibin sedem ku mêr careke din tundiyê nekin, bibire. Mêr wê hingî qebûl bike ku jin xwedî mafê jiyana wekhev e.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN WAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Karasû: Divê dewlet patînajê bi pêvajoyê nede kirin, gavê biavêje
Nûçeya Pişt re Kê bi droneyê êrîş bir ser Balafirgeha Helebê?
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Alpay: Redkirina Kurdî tê wateya redkirina rastiyê!

Zimanzan Necmiye Alpay destnîşan kir ku redkirina Kurdî tê wateya redkirina rastiyê û got, “Ev…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Dirbêsiyê meşa li dijî dagirkerî û êrîşên qirkirinê

Li dijî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên ji bo dagirkeriyê, li Dirbêsiyê meş…

Ji aliyê Stêrk TV

Dewleta Tirk li ser sînorê Çilaxa ciwanek qetil kir

Dewleta Tirk a dagirker li ser sînorê Çilaxa komek ciwan gulebaran kirin. Di encama gulebarana…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Festîvala Çand û Hunerê ya Şehîd Bêrîtan destpê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Diherike Dîcle bi hezkirina ax û welat

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Rûşen Yakût: Divê dawî li polîtîkayên bêcezahiştina qetilkirina jinan bê anîn

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Mechthild Exo: Jineolojî divê bibe bingeha me ya pratîkî

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?