Li gorî daneyên mehane yên Ajansa Nûçeyan a Jinan Jinnewsê, meha Tîrmehê 28 jin hatin kuştin, 25 jinan jî bi gumanbarî jiyana xwe ji dest dan. Beşeke mezin a mirina bi guman di çapemeniyê de hate weşandin. Lêpirsînên têkildarî mirina jinan a bi guman bi xurtî nayê meşandin.
Li Wanê ku ji ber polîtîkayên şerê taybet ev rewş hîn zêde ye, tenê 8 mehên dawî 14 jinan bi gumanbarî jiyana xwe ji dest dan.
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Rojbîn Bor diyar kir ku mirina bi guman polîtîk e, nabe ji kuştina jinan cuda bê nirxandin û mijar nirxand.
Rojbîn Bor bal kişand ser kuştina jinan û mirina bi guman a jinan û anî ziman ku ev mirin polîtîk e. Rojbîn Bor got, “Di mirina bi guman a jinan de bêyî lêkolînkirinê hin delîl têne dîtin. Li ser bedena jinên ku ji bo wan hate gotin ‘xwe kuştiye’ şopa lêdanê hate dîtin. Gotina ‘Jin û malbat’ nêzîkatiyeke welê ye ku jinê tenê di çarçoveya malbatê de dibîne. Jin weke hebûneyeke ku divê bê kontrolkirin û sererastkirin tê pênasekirin. Hêzeke bi vî rengî ya ji aqilê mêr ji xwe re maf dibîne ku her tiştî bîne serê jinê.”
Rojbîn Bor qala yek ji mînakan kir: “Jineke bi navê Sînem Demîr dema ku bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da, dema em çûn cihê bûyerê me li ser kincên wê şopa kişandina bi erdê û li ser bedena wê jî şopa lêdanê dît. Li gel vê yekê jî bûyer weke xwekuştinê hate pênasekirin. Gelek jin gelek caran diçin qereqolê, giliyê dikin, li stargehan dimînin, xwe li malbata xwe digirin û dibêjin ‘Wê min bikuje’. Li gel vê yekê jî dema hate kuştin, navê xwekuştinê lê dikin. Ev jin ji bo bijî çi ji destê wan tê dikin, lê belê dewlet erka destnedanê dide mêr.”
Rojbîn Bor rexne kir ku dadgerî helwesteke ku mêr ji tundiyê vegire nîşan nade û got, “Mêr îro dikare bi hêsanî bibêje, ‘Ez ê te bikujim, sê mehan girtî bimînim’. Ji ber ku zane wê cezayekî gelekî kêm lê bê birîn. Betalkirina Peymana Stenbolê û zexta li ser qanûna bi hejmara 6284’an hêz û wêrekiyê dide mêran. Dadgerî tundiya mêr ceza nake, weke ku bê alî dimîne. Ev yek jî hîn bêhtir hêzê dide mêran.”
Rojbîn Bor anî ziman ku wan toreke têkoşîna li dijî tundiyê ava kirin, bi Komeleya Mafên Mirovan, baroyan û rêxistinên jinan re dixebitin û diyar kir ku ev kar têrê nake. Rojbîn Bor got, “Li qada xwerêveberiyê divê projeyên li dijî xizaniya jinan bêne afirandin, navendên têkoşîna li dijî tundiyê hebin ku 24 saetan karibe xwe bigihîne wan. Ya herî girîng jî divê dadgerî cezayên ku bibin sedem ku mêr careke din tundiyê nekin, bibire. Mêr wê hingî qebûl bike ku jin xwedî mafê jiyana wekhev e.”