Çarşem, 22 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Tesîsa civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê rastî êrîşa çekdarî hat

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurtulmuş bi Kiliçdaroglu re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevserokên DEM Partiyê: Qanûna çarçoveyî divê berfireh be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Kurtulmuş tûra ‘qanûna çarçoveyî’: Bi Koma Yenî Yolê re jî civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevdîtina Kurtulmuş û DEM Partiyê 45 deqeyan dom kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şîrketeke din a petrolê karê xwe sekinand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Xelata Şehîd Soran Mame Heme ji Îlham Ehmed re hate dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    PAK: Du fuzeyên balîstîk êrîşî bareha me ya Çemşarê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi dronan êrişî Hewlêrê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê salvegera Şoreşa Rojava û çalakiya nobetê hate silavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kalkan: Heta ku Rêber Apo nikaribe bi rengekî azad bixebite pêvajo bi pêş ve naçe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta li Wargeha Mexmûrê 3 sal li pey xwe hişt

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Cezayê girtîgeh, sirgûn û qemçiyê li 2 aktîvîstên jin hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendeke jin ji aliyê Îranê ve hat cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Yekîtiya Jinên Kurd êrişên li ser Başûr şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a DEM Partî: Şoreşa Jinan a Rojava 14 sal in çavkaniya îlhamê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG’ê Ayfer Serçe bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongra Star salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Pirtûka ‘Di dilê çiya de ronahî heye’ ya nivîskar Medya Doz derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Hevra berhema bi navê ‘Pepûle’ jinûve got

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê şahiya gel

    Ji aliyê Stêrk TV

    Belgefîlma “Rojiya Jiyanê” ya Berxwedana 14’ê Tîrmehê wê bê pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tîma folklorê ya Kurd di Festîvala Navneteweyî ya Gallerê de bû yekemîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şoreşgera kamil: Mizgîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
PAK: Du fuzeyên balîstîk êrîşî bareha me ya Çemşarê kirin
2 çeteyên DAÎŞ’ê li Kerkûkê hatin girtin
Di nava hefteyekê de 20 kes li Îranê hatin darvekirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 9 kesan canê xwe ji dest da
Li Hewlêr, Akrê û Pîrmamê gelek balafirên bê mirov xistin xwarê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > ‘Weke jin divê em têkoşîneke hîn mezintir bimeşînin’
Jin

‘Weke jin divê em têkoşîneke hîn mezintir bimeşînin’

Gerîlayên YJA Starê Zîlan Helbest û Rojda Çiya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz kirin û gotin, ji bo bidawîkirina koletiyê divê têkoşîneke hîn mezintir were meşandin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 7. Adar 2026 Dema xwendinê: 10 dq.
Parvekirin

Gerîlayên YJA Starê Zîlan Helbest û Rojda Çiya bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê ji ANF’ê re axivîn.

 

Gerîla Zîlan Helbest bandora Manîfestoya Aşîtî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo nirxand û behsa çanda Satî kir. Helbest diyar kir ku Şehîd Zîlan, Şehîd Bêrîtan herî dawî jî Şehîd Rûken, Şehîd Sara, Şehîd Asya bûn nunerên çanda jina azad û got, “Em di pêvajoyeke pir dijwar de derbas dibin. Weke jinekî û bi taybet weke gerîlayeke YJA-Starê bi hatina Manîfestoya Aşîtî û Civaka Demokratîk a Serokatî re wek civak, cîhan û wek gelê Kurd û bi giştî Rojhilata Navîn bi taybet ji bo jin zelaliyek çêbû. Di Rêber APO de li ser kûranahiya jinê fikirandin û zêdetir giringîdayina jinê heye. Zêdetir jin bi jin dayina nasîn heye. Rêber Apo ji bo vegera cewhera xwe çêbibe tekoşîneke bêhempa dide meşandin. Ji bo wê Serokatî zêdetir li ser çanda jinê disekine.

Çanda Satî, çanda qesrê, çanda xwedawend bûn û li ser çanda jina azad nirxandinên Serokatî pir kûr hene. Helbet ev wek jin ji bo me girîng e. Her çar çand bi taybet li Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê de jî bi rastî heye. Ez dixwazim li ser çanda satî hin nirxandinan bikim. Wekî tê zatin çanda satî çanda ku herî zêde tê jiyan kirin yek ji wan welatan jî Hindîstan e. Satî di esasê xwe de xwedawend e. Xwedawenda Satî heye û xweda Şîva heye. Xwedawenda Satî pir bi awayekî mezin aşiqî xweda Şîva dibe. Ji bo vê jî rixmê ku xweda Şîva yekî pir feqîr e, xwedawend Satî yeke pir zengîn e. Lê ji ber evînek/evîndariyek heye di navbera xwedawend Satî û xweda Şîva de zewacek pêk tê. Di malbata xwedawend Satî de pîrozbahîyek çêdibe. Bav jî ji xwedawend Satî aciz e ji ber ku bi xwedayek wisa re zewac pêk tîne. Xweda Şîva pir hewl dide ku xwedawend Satî neçe vê pîrozbahî ye. Ji ber ku dizane wê haqaretek pir mezin bê kirin. Xwedawend Satî diçe pîrozbahiyê. Dema ev pîrozbahî çêdibe pir zêde haqaret lê tê kirin. Di xwedawend Satî de hêrsbûyineke pir mezin ava dike. Di welat de tofenek bi agir çêdibe. Xwedawend Satî jî wek bersiv xwe pêre dişewitîne. Mîtolojîyek wisa heye.

Mirov îro dibîne ku di Hindîstanê da bi awayek jin wek hebûn, wek mejî, wek fîzîk giredayî zilamekî ye. Wekî tiştekî nayê hesibandin. Wek malzarok tê hesibandin. Bi vî awayî jî çandekî ye. Edî dema zilam bimre pêwîst e jina ku pêre zewiciye jî bê şewitandin. Mirov nikare vê çandê tenê di Hindîstanê de bibîne. Di roja me ya îro de di hemû cîhanê de pewîst e mêzekirina ve çandê çêbibe. Taybet jî di rojhilata navîn û pêre jî di Kurdîstan’ê da lê mêze bike.

Çanda Satî pir zêde li pêş e. Heke ku pir bi awayekî piratîkî şewitandinê jin bi zilam re nîn be jî ev wek îradeya jin, fikrê jin, wek fîzîkî jî bi awayek pir zêde jin tê qetilkirin. Bi vî awayî mirov dibîne ku çanda Satî di her dere cîhanê de berdewam dike. Di her derê cîhanê de bi şêwazeke cuda didome. Di esas de li hemberî jinê tirseke pir mezin heye ku îradeya xwe nas bike. Ji ber wê jî li ser jinê zexteke pir mezin heye. Serokatî bi nav dike dibêje ‘ji ber ku ji îradeya jinê, ji xwedawendbuyîna jinê tirseke pir mezin heye, zilam dixwaze bi hemû tiştê wê ve wê di malê de zindan bike.’

JÎNA EMÎNÎ Û ŞEHLA HATIN QETILKIRIN, LÊ BELÊ BI HEZARAN JIN BI ÇANDA XWEDAWENDBÛNÊ RABÛN SERHILDANÊ

Me mînaka vê di Rojhilatê Kurdîstanê de dît. Ev di şexsê Jîna Emînî de dibe, di şexsê Şehla de dibe. Mirov dibîne ku ji têlekî porê jinê tirseke zêde heye. Di têleke porê jinê de dibînin ku wê îradeya wê bê qezançkirin, wê jin bikaribe bizîvirê çanda xwedawendbûnê. Ji bo wê bi awayekî pir wahşet gerekçeyeke pir piçûk be jî jin tê qetilkirin. Dixwazin jinê bi vî awayî bitirsînin. Mirov vê di serhildanên Jin, Jiyan, Azadî de dibîne. Wek Jîna, wek Şehla hatin qetilkirin, lê belê bi hezaran Jîna bi hezaran Şehla, bi hezeran kes rabûn ser piya. Serhildaneke pir mezin, tirs û xofeke pir mezin çêbû. Vê di hemû cîhanê de deng veda. Xwedîderketinek heye ev jî bi şiyara ‘Jin Jiyan Azadî’ dest pê kir. Şiyareke ku Serokatî dibêje “Jineke ku bi rastî pêwîst e xwedî jiyaneke bi pîvan bikaribe ku jineke îradeya xwe nas bike. Û bikaribe jinê li derdora xwe bi rêxistin bike.” Bi vî awayî ji mirov dikare bibîne di hemû cîhanê de di Kurdistan û Rojhilata Navîn de bandoreke xwe heye. Mirov vê pir şênber dibîne. Serhildaneke muazzam, berxwedaniyekî pir mezin çêbû.

Mirov tenê di parçeyekî de asê bimîne ne rast e. Niha di her çar parçeyê Kurdistanê de di cîhanê de mêze bike li ser banga Serokatî, li ser pirtûkên Serokatî, li ser Manîfestoya Aşîtî û Civaka Demokratîk herî zêde jin bi gîştî di nava hewildaneke ku bi rastî jî bikaribin van çanda fêm bikin. Vegera ew xwedawendbûyîna ku jin pêşeng bû di her awayî de. Hinekî mirov di vê mijarê de dibîne. Ev jî bi keda Rêber APO çêbû ye. Helbet bi keda Gerîlayên Azadiya Kurdistanê û wek hareketa PAJK’ê jî tê de pir zêde ye.

NE ROJEK HER ROJ KÊLÎ BI KÊLÎ VEGERA CEWHERA XWE YA JINA AZAD GIRÎNG E

Mirov di xeta fedaî ya Şehîd Zîlan de, Şehîd Bêrîtan de herî dawî jî di xeta heval Rûken, heval  Sara, heval Asya de dibîne çanda jina azad di van hevalan de ji bo me nûnerên fedaîtiyê ne. Nûnerên ku ji bo vî welatî û ji bo cîhanê de pêşengtiyeke ku di asta zîrve de kirin. 8’ê Adarê jî hat. Wek jin ger em bejin, di cîhanê de tenê 8’ê Adarê roja jinê ye, dibe hinekî teng girtin bibe. Ji ber ku ger em bixwazin kêlî bi kêlî dikarin xwe bi jinê re bi cewherê xwe re jiyan bikin. Ji bo vê jî ji vê rojê re hin zêdetir wate barkirin, zêdetir bal kişandina li ser pêwîst e. Mirov dikare wîsa nav lê bike. Bi taybet ev sal 8’ê Adarê bi dîtinên dîmenên Serokatî, bi banga Serokatî, di hemû cîhanê de û em jî wek gerîlayê YJA-Starê hêz û moralekî pir mezin di me de ava kir. Vê hişt ku zêdetir di çanda jina azad da israrkirin çêbibe. Ji bo ku em bikaribin di civakê de, di hemû cîhanê de bi têkoşîna xwe, bi têkoşînek ku em bikaribin vî dengî bigihînin hemû cîhanê ku jineke kole nemîne. Serok bi xwe bi nav dike dibêje “Di neteweya demokratîk de, di çanda komun o komunalîzmê de ger ku jin pêşengtiyê neke wateya wê civakê wenda dibe.”

Li ser vî esasî îsal 8’ê Adarê têkoşîneke pir mezin heye. Em jî wek gerîlayên YJA-Starê bi coşeke pir mezin, bi dîtina dîmenê Serokatî, wêneyê Serokatî em dixwazin îsal pêşwazî bikin. Em bikaribin çalakiyên hin mezintir bikin. Ku em bikaribin vê berxwedanê, vê têkoşînê mezin bikin. Ji bo em zêdetir nêzî azadiyê bibin. Ji bo vê jî di serî de 8’ê Adar’ê li Rêberê neteweyî û gerdunî, li hemû jinên cîhanê û hemû jinên cîhanê ku di vê rêyê de şehîd ketine, hemû gerîlayên YJA-Starê re pîroz dikim.”

LI SER ESASÊ MANÎFESTOYA RÊBER APO KOMÛNÊN XWE AVA BIKIN

 

Gerîlaya YJA-Starê Rojda Çiya jî 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz Kir û got, “Banga min ji hemû jinên cîhanê re ye, hemû jinên di nav civakê de pêwîste xwe pêş bixin. Li ser Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk ya ku Rêber APO pêş xistiye hemû jinên cîhanê xwe pêş bixin. Komûnên xwe ava bikin. Bese ji desthilatdariyê re. Bila rabin serî hildin. Li hember zordariyê, li hember serdestiyê, hemû jin bila serî rakin. Li gor Manîfestoya ku Rêber APO pêşkeş kiriye û pêşniyar kiriye ku hevalên jin hemû bixwînin û li ser wê xwe bi rêxistin bikin. Civakek azad pêş bixin. Ez silavê xwe ji hemû jinên cîhanê, jinên kedkar re dişînim. Jinên azadîxwaz, di çeperan de şer dikin ez wan silav dikim. 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz dikim.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Aslan: Divê sermuzakerevanê pêvajoyê Ocalan azad bixebite!
Nûçeya Pişt re Çinar: Jin bi felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ jiyanek nû dihûnin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Çerxerêya Sirînê bi SÎHA’yan hate bombekirin

Dewleta Tirk a dagirker bi SÎHA'yan Çerxerêya Sirînê bombe kir.

Ji aliyê Stêrk TV

‘Komeke din a ji koçberan wê 8’ê Nîsanê vegere Efrînê’

Çavkaniyên ji Meclîsa Koçberan a Efrîn-Şehbayê ragihandin ku komeke din a ji koçberan wê 8'ê…

Ji aliyê Stêrk TV

Îsraîlê bi 40 balafiran bombe kir, DYE amadekariya êrîşê dike

Êrîşên navbera Îsraîl û Îranê dewam dikin. Îsraîlê bi 40 balafiran bombe li dehan hedefan…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

TJK-E’yê banga mezinkirina kampanyaya rêxistinên jin ên Êzidî kir

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Cezayê girtîgeh, sirgûn û qemçiyê li 2 aktîvîstên jin hate birîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

‘Qanûneke ku ji Rêbertî heta bi şervanan her kesî tevlî siyaseta demokratîk dike, divê bê derxistin’

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Hunermendeke jin ji aliyê Îranê ve hat cezakirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?