Sêşem, 20 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Qoserê banga îstîfayê li Zeynî Îpek ê ku ji DEM Partiyê hatiye dûrxistin hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TUAY-DER’ê bertek nîşanî paşxistina berdana girtiyan da: Girtiyan serbest berdin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Divê qanûna çarçoveyî bikeve meriyetê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nîhat Bertan ê piştî 31 salan hate tehliyekirin: Em xwedî li pêvajoyê derbikevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koçyîgît a ji DEM Partiyê: Divê mexdûriyeta gel were çareserkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partiyê, xwest ku şaredarî ji bo zimanê Kurdî serî li wezaretê bide

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Bane hêzên rejîma Îranê zarokek binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên Rojhilatê Kurdistanê banga ‘Kurdî’ li hikûmeta Şamê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK: Rejîma Îranê herêma Mêrîwanê bombebaran kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdevkê YBŞ’ê: Em di mijara entegrasyonê de cidî ne, divê Iraq jî wisa be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şirnexê goristana ku bi salan qedexe bû hatiye xerakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêwar Awdanan: Dijberên demokrasiyê, ji entegrasyona demokratîk ditirsin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Meral Çîçek: Divê Jineolojî ji bo pirsgirêkên civakî çareseriyên şênber biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bermal Çem: Jineolojiyê jinên ji gelên cuda li dora azadiyê gihand hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK’ê ji bo Werîşe Muradî bang kir: Li hemberî darvekirinê bêdeng nemînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroz: Jineolojî hişt ku em kokên têkoşîna xwe fêm bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Delegasyona Konferansa Jineolojiyê: Li dijî darvekirinên li Îranê dengê xwe bilind bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Konferansa Jineolojiyê ya Ewropayê hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Kongra Star: Heya destkeftiyên jinan mîsoger nebin em ê têkoşîna xwe bidomînin
Jin

Kongra Star: Heya destkeftiyên jinan mîsoger nebin em ê têkoşîna xwe bidomînin

Koordînasyona Kongra Star, bi sedema 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê daxuyaniyek weşand. Kongra Star di daxuyaniya xwe de bal kişand ser destkeftiyên jinan ên li Rojavayê Kurdistanê û destnîşan kir ku ew ê van destkeftiyan biparêzin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 6. Adar 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Bi boneya Roja Jinan a Cîhanê (8 Adar) Koordînasyona Kongra Star bi daxuyaniyekê soz da ku ew ê destkeftiyên jinan biparêzin.

Naveroka daxuyaniyê wiha ye:

“Bi boneya 8’ê Adara 2026’an de destpêkê em vê rojê li Rêber Apo pîroz dikin ku bi kedeke binirx ve hişt ku ev roj îro bi riheke berxwedêriya jinê ve bê pîrozkirin. Dîsa em vê rojê li jinên wêrek û canbexş şehîd Denîz Çiya,Sîdar Efrîn, Zîlan Kobanê, Rewşen Efrîn ,Leyla Qasim û Gerîla Amarayan pîroz dikin ku canê xwe ji bo gelê xwe kirin mertal û gihan şahadetê. Her wiha em 8’ê Adara 2026’an li tevahî jinên Kurdistanê û jinên cîhanê ên ku li hember hovitiya li dijî mirovatiyê têdikoşin pîroz dikin û wana ji dil û can silav dikin.

Jinên hêja û berxwedêr; bêgûman pêşwazîkirina 8’ê Adara 2026’an  ji her sal girîngtir e ku êrişên dijî hebûna jinê di asteke bilind de ye. Şoreşa Rojava bi dilsozî, fedakarî, wêrekî û canbexşiya jinan de giha roja me ya îro. Di tevahî şoreşê de ji her aliyê jiyanê de jinan pêşengtiya şoreşê kir. Û ev hate îspatkirin. Jinên ku di bin rejîma Baas de rûbirûyê zextên îrade şikandinê dihatin bi şoreşê ve hemû hêza xwe ve ketin nava hewldanan de. Di encamê de jî em ji milê leşkerî bigirin, heta aborî, şaredariyê, tenduristî, perwerde di her qadên jiyanê de encamên berbiçav derxistin holê ku gelek jinên cihanê jî ji van xebatan hêz girtin. Lê pergala sermayedarî bi awayeke bêrehim di tevahî salên şoreşê de li dijî destkeftiyên jina berxwedêr di nava êrîşan de bû. Teybet jî di sala 2026’an de ev êrîş gihan asta xeteriya ku ji hêla fîzîkî û îradî de hemû hêza jinê  tune bikin.  Di şexsê êrîşên li ser Rojavade teybet bandoreke mezin li ser jinê çêbû. Mînak tenê di koçberiya gelê me ê Efrînê de bi hezaran jin li ser riya koçberiyê rastî şert û mercên pir zehmet hatin. Dîsa rêhevalên me ên jin di şerê Şêxmeqsûdê û Eşrefiyê de teybet hedef hatin girtin û cenazeyên wan di asteke ku mirovatî ji xwe şerm bike de bêrêzî li hember hate kirin. Şervanên azadiyê ku li hember çeteyên DAIŞˊê parastina mirovatiyê kiribûn bi tirsonek û namerdane hatin hedef girtin û keziyên wan hate jêkirin. Ev nêzîkatiyên ku li dijî şervanên Şoreşa Rojava hatî kirin helbet ne nêzîkatiyeke tenê komek çeteyan e. Ev nêzîkatiya pergalên serdest e ku ji bo berjewendiyên xwe hemû mirovatiyê dikin qurban.  Lê bila hemû cîhan bizane ku wê jinên Rojava tu carî van kiryaran ji bîr neke û wê bi rihê şervanên Şêxmeqsûd her tim di nava têkoşînê de be. Dîsa îro rejîma Colanî ne di zagonan de ne di rêveberiyên îdarîd e ne jî di qada leşkerî de cih nadin jinê.  İradeya jinê ji hêla rejîma Colanî de tê binpêkirin û li dijî van kiryaran jî pêwîst e em weke jin xwedî biryara têkoşînê bin.

Me ev destkeftiyên 14 salan bi hêsanî qezenç nekirin û em bi hêsanî jî dev jê bernadin. Me çawa li hember rejîma Baas serî netewand em îro jî li hember rejîma Colanî serî natewînin. Heta ku em destkeftiyên jinê li Rojavayê Kurdistanê mîsoger bikin em ê bi hemû hêza xwe ve têbikoşin. Em weke rêxistina Kongra Star jî bi vê hest û xîretê em ê karê xwe bikin û destkeftiyên jinê biparêzin. Soza me li gelê me re ev e.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Koyê partiyên Rojhilat 4 car hatin bombebaran kirin
Nûçeya Pişt re Serokwezîrê Iraqê Sûdanî û Nêçîrvan Barzani bi telefonê axivîn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ewlekariya Hundirîn: Bi hezaran çekdar û wesayîtên zirxî anîn, lê nekarîn bi pêş ve herin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn, ragihand ku êrîşên komên girêdayî hikûmeta demkî ya Şamê yên li ser…

Ji aliyê Stêrk TV

Wezîrê Edaletê yê nû yê Şamê kujerê jinan e!

Piştî jêmaya El Qaîde û DAIŞ’ê HTŞ li Şamê bû desthilat, Şadî El Weysiyê ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Nasnameyên 2 gerîlayên li Garê şehîd bûn hatin eşkerekirin

Navenda Ragihandin Û Çapemeniyê ya HPG'ê (HPG-BÎM), nasnameyên gerîlayên bi navê Ararat Herekol û Zîn…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

Li hin herêmên Fransayê wê qedexeya derketina derve pêk bên

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Bane hêzên rejîma Îranê zarokek binçav kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Rêxistinên Rojhilatê Kurdistanê banga ‘Kurdî’ li hikûmeta Şamê kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

YRK: Rejîma Îranê herêma Mêrîwanê bombebaran kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?