Sêşem, 21 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Rapora girtîgehan a 3 mehan a Herêma Marmarayê hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Heta ku demokratîkbûn nebe asayîbûn nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partiyê ji bo 1’ê Gulanê bang kir: Em li Kadikoyê li hev bicivin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şaredarê Eşmeyê hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    110 madenkar hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ozev: Tundiya li nava dibistanê bi guhertina sîstema perwerdeyê çareser dibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Rejîma Îranê cezayê darvekirinê li 3 girtiyên Kurd birî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Latîf Fatîh Ferec: Yekîtiya neteweyî xeyal û armanca her Kurdekî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komîteya Piştevaniya bi Malbatên Şehîdan re Şevîn Tetwan û Seyît Dersim bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hewlêrê zarokan dayik û bavê xwe qetil kirin, cenazeyên wan mehekê li malê veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di nobeta Mexmûrê de banga ji bo dewleta Tirk: Qanûnên xwe biguherîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xezal Mewlan li ser gora xwe hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Êrişên li Bakurê Kurdistanê zêde bûne li Mexmûrê hatin şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêza Jinan a Ermen: Hevrêya me Talar şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclisa Jinan a PYD’ê: Xezale Moylan bi helwesteke neexlaqî û nemirovî hat qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin ber bi Gemlîkê ve bi rê ketin: Bê Serok jiyan nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dersimê daxuyanî: Jin wê hesabê ji kujeran bipirsin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Li dijî êrişên mêr ê serwer, em bi ruhê seferberiyê tevlî têkoşîna parastinê bibin!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Nivîskara Kurd Meral Şîmşek beşdarî Festîvala Wêjeyê ya Munchenê dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyamên hevgirtinê yên ji bo banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ bû pirtûk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tev-Çand Ewropa hunermend Elî Mansûr bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Elî Mensûr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi wesîleya rojbûna Rêber Apo konserek hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê zarokan dayik û bavê xwe qetil kirin, cenazeyên wan mehekê li malê veşartin
Dewleta Tirk êrîşî sivîlên ku vegeriyan Serêkaniyê kir
Li Hewlêrê droneyek hate xistin
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Rêber Apo ji tevgera jinan re name şand
Jin

Rêber Apo ji tevgera jinan re name şand

Rêber Apo di nameya xwe ya ji bo tevgera jinên Kurd de, diyar kir ku bi awayê dîrokî jî kirdeya avakar a civakê jin e û got, “Projeya min a jinê temam bû" û wiha lê zêde kir: "Lê niha li pêşiya me pratîkek pir mezin, erka ji bo jiyankirina wê heye.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 6. Adar 2026 Dema xwendinê: 10 dq.
Parvekirin

Koordînasyona PAJK’ê peyama Rêber Apo a bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Karker ên Cîhanê ji tevgera jinan re şand di malpera xwe de wekî “diyarî” weşand. 

Nameya Rêber Apo wiha ye: Mêyzandin û azweriyek herkesê ya subjektîf a jinê heye yan jî laneta xwe heye. An jî korbûna xwe. Ger di vê cîhanê de em qala xwedayîtiyê bikin ev koka xwe jin be, ji min re hîn rastir hetta wek zarurî tê dîtin. Tişta ez ecêb dimînim zilam hemû yekdestiya zanînê û hêza wê di korbûn û kolekirina jinê de bêperva bikar tîne. Bêyî ku ti rêzikên etîk-polîtîk nas bike, jinê ji aliyê ruhî û beden ve evqas mezixandin, ji bo min wek mijara felsefe ya herî bingehîn a pêwîste bê watekirin xwe dide ferzkirin. Ji ya tê zanîn hîn zêdetir lêkolînên felsefeyê, zanist-felsefê, hatta ol-mîtolojî werin kûrkirin ji bo ronîkirina mijarê û bi vê jî etîk û estetîka mirovê rastîn, avakirina qada polîtîk, ji ber wê jî sazîbûna civaka demokratik derxistina holê; wek mijara bingehîn ya fêrkirina sosyolojî û Jineolojiyê pêwîst dike. 

Marx di nirxandinek xwe de dibêje “her tiştê ku miroviye min eleqeder dike.” Ji vê gotina wî re ez hîn zêdetir dixwazim bi gotina “mirova jin hîn zêdetir min eleqeder dike” bersiv bidim. Reel sosyalîzma ku herî zêde xwe zanist dide nîşandan, ji jinê re meyzandina wî ya evqas kor bi qasî ku yek ji sedemên hilweşîna wî ya herî girîng e, zilamê koledar yê hatî înşakirin çiqasî şax berdaye jî îspat dike. Dema em reel sosyalîzmê derbas dikin vebijêrka ku tê pêşxistin “bûyîna sosyalîst, pêwîste çavkaniya xwe ji têkiliya azad a rastîn ya bi jinê re bigre” ev ji bo min bû pîvanê bingehîn. Hetta bûyîna mirovê rastîn, ji cihana ajalan qutbûn tenê pîvanên wekhev, azad, etîk û estetîk yên bi jinê re were avakirin ve wê gengaz bibe. 

PERGALA KUJERÊ CIVAKÎ YÊ KASTÎK 

Di manîfestoya dawî de tişta ku min xwestiye bînim ser ziman; di destpêka pergala kujerê civakî yê kastîk de rihê jinê hatiye tinekirin, modernîteya hemdem a kapîtalîst jî bedena wê ji cenazeyan xirabtir kirî ye bû. Hûn pir baş dizanin: Jin herî zêde dibêjin “te em ji can û bedenê kirin.” Ev, biwêjeke bi kok e ku di tevahiya dîrokê de tê gotin e. 

Tespîtek din ya girîng jî ku min di manîfestoyê de xwestiye bînim ziman, ji nû ve pênasekirina sosyalîzmê bû. Li gorî min sosyolojî wek zanista civakê nikare were avakirin. Ji ber ku taybetmendiya civakê ya xwezaya duyemîn ji ber têkiliyên bê dawî ne berkirdeya wateyê ye lewma jî nedibû zanista wê jî. Ya rastî binesaziya aborî ku hatibû ferzkirin (K.Marks, Engels), avahiya civakî (Weber) û avahiya nasnameyî (Durkheîm) wekî berkirde were lêkolînkirin jî, nikare “cîhana wateya” mezin ya xwezaya civakî wekî zanist lêkolîn bike. Ger lêkolîn bike jî pêwîste ji vê re tenê etîk-estetîk; ji ber wê jî hûnera civaka polîtîk bê gotin. Bêguman ji “mezbahaya çandê” re ku modernîteya kapîtalîst di bin navê pişesaziya çandê de avakirî re, ez nabêjim hûner. 

CIVAKA DAYIKÎ

Li şûna teza Marksîzmê ya “dîrok tekoşîna çînan e” ez gihîştim pênaseya “hemû dîrok hetta beriya nivîsê jî di nav de, ji ber qelîşîna klanan pevçûna komûn-dewletê ye”. Bûyera komûnbûyînê ku vegotin û lêkolînek dirêj jê re tê xwestin, bi esasî destpêkê wekî faktorê erdnîgariyê flora û faunaya Toros-Zagrosê guncaw e, li ser vê mîhwerê civakek dayîkî ku nêzî 50-30 hezar sal xwedî paşerojekî ye ku bi awayekî arkeolojîk jî hatiye îspatkirin pêşketin daye nîşandan, bi gewde bûye. Di wê dîrokê de hemû vedîtin peykerên jin in, ti peykerên mêr nînê, ev jî vê rastiyê îfade dike. Heya neolîtîkê civaka dayikî danehevek mezin pêk tîne. Taybetî jî di çanda ziman, nebat û ajalan de. Heta ber bi avabûna civaka xwecihî ve jî çanda sereke bi awayekî misogerî navenda xwe jin e. Hema bêje di koka hemû zimanan de hêmana mê heye. Wekî din çanda Ma. Di vê merheleya dawî de kulûba zilaman ku di kuştina ajalên zindî de gelek ezmûn û hêz bidest xistiye, dema vê dewlemendiyê li ber serê xwe dibînin bi awayekî hêsanî ji kuştina ajalan berê xwe didin civaka jin. Beriya wê, bira, xal û mêrên gihaştî ku wek parêzvanên jinê bûn kuştin û dest danîn ser danehevên wan. Piştî wê jî kirin kole. Ya rastî ruhê jinê hat tunekirin. Zilamê xweda wisa derket holê. Ji ola xwedawend ya xwezayî derbasbûna ola zilam yê esmanî çêbû. Ya din mirov dikare bi hêsanî ji dîroka mîtolojiya Sûmer û wek berdewamiya wê olên yek xwedayî fêm bike. Pevçûna xweda Enkî-Înanna û vegotina mîtolojîk ya destana Gilgamêş vê rastiyê dide teyisandin, ji wê rojê heta roja me ya îro wêje, siyaset, sosyolojî bi awayekî esasî vî zilamê desthilatdar û bihêzbûyî îfade dike. 

PROJEYA MIN A JINÊ HEMA HEMA TEMAM BÛYE

Xala ku ez matmayî dimînim, di dîroka şaristaniyê de li beramberî vê rastiya ku mirov dikare bi hêsanî bibîne û fêm bike, çima em di avahiya zanebûn û hestên evqas kor de man, me tê de israr kir. Di destpêkê de Jineolojî û Sosyolojî hetta Sosyalîzma nû (Sosyalîzma ku piştî reel sosyalîzmê pêşketiye) berpirsiyarin ku lêkolînên civakê û hûnerê, ji bo derxistina holê a vê rastiyê, teorî pêşxistin û ji nûde gihandina avahiya civakî, bikar bînin. 

Hevrêyên hêja, di esas de dema min got hema bêje projeya min a nîvçomayî temam bû, min xwest vê vegotinê bînim ziman. Lê niha li pêşiya min pratîkek pir mezin û erkên jiyanîkirinê hene. 

Eleqeya zêde û pirsên Rêhevalên jin û yên dostan, bi awayekî vekirî min ber bi lêgerînên nû ve dehf dide. Cih û zirûfên min ji bo bersivbûnê ji aliyê danûstandinê ve ne têrker e, ev zelal e. 

BI AWAYÊ DÎROKÎ JÎ KIRDEYA AVAKAR A CIVAKÊ JIN E 

Pêvajoya em di nav de pêvajoyek ku jin dikarin bi awayek çalaktir rol bileyîzine. Înşa, wê bi pêşengtiya jinê bê hûnandin. Bi awayê dîrokî jî kirdeya avakar a civakê jin e. 

Civakbûn li derdora jinê û bi destê jinê tê saz kirin. Ev rastiyek sosyolojîk e. Jin di warê têgihîna azadiyê û di asta rêxistinbûnê de xwedî wê potansiyelêne ku dikarin ji înşaya pêvajoyê re pêşengtî bikin. Wê demê xebatên lêhûrbûn û çalakbûna vê potansiyelê  pêwîste bibe rojeva bingehîn a rêxistinbûna jinê. Ji ber ku ev pêvajo, pêvajoyek ku jin dikarin azad bibin û azad bikin e. 

HÊZA BINGEHÎN A PÊVAJOYÊ JIN IN 

Hêza bingehîn a pêvajoyê jin in; ji ber vê jin bi awayê xweser pêwîste kesayeta xwe polîtîk bike. Li şûna nêzîkbûnên hestewar jinbûnek polîtîk derxistina pêş, di pêşketinê de pir girîng e. Ger rastiya polîtîk nebe, mirov nikare nefes jî bigre. Ev pir girîng e û baweriya min heya dawî heye ku hûnê serbixin. Xeta me ya bîrdozî a azadîxwaziya jinê tê zanîn. Jinan, ji hêla azadî û rêxistinbûnê ve astek girîng girtine. Pêwîste hûn ji bîrdoziya rizgariya jinê biçin polîtîkbûna rizgariya jinê. Jixwe niha li her cihî pratîkbûna vê tê jiyîn. Ez bawerim hûnê bibin jinên pêşeng ê polîtîk. 

Hûn dizanin min qet dev ji we berneda. Îfadeya evîna platonîk a herî rastîn ya derbarê civakbûnê de jî li gor min ev e. 

REALÎZMA EVÎNÊ BI XEFIKAN DAGIRTÎ YE

Feraseta insanek sosyalîst û nêzîkbûna di têkiliyên jin-zilam de, kesayeta wî-wê dide nîşan. Hestê ku kujerê kastîk bi navê “evînê” dixe bazarê wekî berdewamiya kolekirina jinê tê pêkanîn, pêwîste ev baş bê fêmkirin. 

Pêwîste têgeha ku ez dibêjim evîna platonîk şaş neyê fêmkirin. Evîna platonîk îdealîzekirina tişta nayê realîze kirin e. Îdealîzma evîna platonîk ji realîzma evîna pratîk binirxtir e. Hûn dikarin li ser vê lêhûrbûn bikin. Dil û mejiyê xwe nezivirînin aliyê realîzma evîna pratîk. Pêwîste em evîna platonîk tercîh bikin. Ji ber ku realîzma evînê bi xefikan dagirtî ye.

Herî dawî ez pêşketinên we girîng û wek “serdema qehremaniya jin” dinirxînim û we pîroz dikim. Jiyana we ya bi qehremanî teqez pir etîk û estetîkî ye. Bersiva herî xurt ji kujerê kastîk ê serdemê re ye. Pirsgirêk, wê jiyana insan ya nû çawa bê avakirin e. Heya ku em negihêjin sirrên rastîn ê jiyana jinê em nikarin zimanê gerdûnê bigrin.

Hêvîdarim sal û salên we hemûyan û hemû dostên ku pirsa min dikin, bi wate barkirî bin, bi hezkirin û evînê şax vedin. Bi rêdarî silav dikim.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê PAJK: Ev 8’ê Adar divê veguhere referandûmê
Nûçeya Pişt re Saziyên Jinan yên Rojhilatê Kurdistanê peyama 8’ê Adarê dan
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Eymen Nesrî: Tecrîda li ser Abdullah Ocalan li derveyî zagonên navnetewî ye

Çalakvanê mafê mirovan ê Misrî Eymen Nesrî diyar kir ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan…

Ji aliyê Stêrk TV

HPG-NRÇ’ê Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê bi hurmet bi bîr anî

HPG-NRÇ'ê got, "Em Berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê û kadroyên pêşeng ên…

Ji aliyê Stêrk TV

Dêmokratên Rojhilatê Kurdistanê

Dêmokratên Rojhilatê Kurdistanê di Belgenameyên Yekîtiya Sovyetê de  (Salên 1960 - 1947) 284 Nivîskar û…

Ji aliyê Hesen QAZÎ

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Li Şêranê meşa ‘Dema azadiya jinan’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Rejîma Îranê cezayê darvekirinê li 3 girtiyên Kurd birî

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Mirina li ser rêya koçberiyê dewam dike: Sala 2025’an nêzî 8 hezar kes mirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Zanîngeha Mûnzûrê ji bo Gulistan Doku meşek girseyî hat lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?