Li gorî agahiyên ku ji aliyê rêveberên kampê ve hatin dayin, 10 karkerên ku 24’ê Tebaxê ji bo kar bikin çûbûn Bexdayê zêdeyî 15 roj in binçavkirî ne. Hate ragihandin ku karker bi destûra qanûnî çûn Bexdayê, lê belê li gel vê yekê jî hîn nehatine berdan.
JI SALA 2019’AN Û VIR VE AMBARGO HEYE
Ambargo û astengiyên li ser kampê di sala 2019’an de destpê kir ku piştî wezîfedarekî MÎT’ê yê li Serkonsolosxaneya Hewlêrê hate kuştin, ji aliyê PDK’ê ve hate ferzkirin. Di vê demê de destûr ji şêniyên kampê re nayê dayin ku derbasî Başûrê Kurdistanê bibin û xizmetên tenduristiyê jî bi zor û zehmetî ji wan re tê dayin. Bombardûmana balafirên şer ên Tirk û hewldanên dorpêçkirinê yên hêzên Iraqê zext zêde kirin.
Hikumeta Iraqê jî ji 10’ê Nîsanê û vir ve derbaskirina mal û alavan ji bo kampê rawestandiye. Nexweş jî ji bo tedawiyê neçar dimînin ku destûrê werbigirin. Karker jî ji bo karibin bixebitin pêwîstiyê bi destûra îstîxbaratê dibînin. Malên esnafan li bendên kontrolê bi berfirehî têne lêkolîn.
NERAZÎBÛNA GEL
Şêniyên kampê dibêjin, bi ambargo û zextê re bi hevkariya Tirkiye, PDK û Iraqê koçberiya bi zorê li wan tê ferzkirin. Li kampê ku xizmetên şaredariyê jî têne astengkirin, gel dibêje wê li gel zor û zehmetiyan jî li ber xwe bide û ji kampê neçe.