Şanoger Rewşan Apaydin destnîşan kir ku şanoya Kurd teqez neçar e ku polîtîk be û got, di vê sezonê de jî wê li her derê hilberînên nû yên Kurdî hebin.
Perwerdekara şanoya Kurd, derhêner û lîstikvan Rewşan Apaydin li ser şanoya Kurd ji ANF’ê re axivî.
Apaydin anî ziman ku şanoya Kurd di nava têkoşîneke hebûnê de ye û got, “Îro hîn jî ji ber ku di wesayita xwe de li muzîka Kurdî guhdarî kiriye li jineke ducanî tê xistin. Li komîsyona ku ji bo aştiyê hatiye avakirin axaftina bi Kurdî ya Dayikên Aştiyê tê astengkirin. Bêguman şanoya Kurd ji van hemûyan ne dûr e. Mixabin ev rewş dibe sedema cudabûnê. Li aliyê din jî aliyekî xweser ê şanoya Kurd jî heye. Dema ku mirov bala xwe didin ser hilberînên wê, mirov li ser dikê karên tecrûbekirinê jî dibînin. Mardîn Şaneşîn bi lîstika xwe ya bi navê ‘Ji Kela Dimdimê’ sezona derbasbûyî li ser dikê bû. Her wiha lîstikvanên DBŞT ên li Amedê jî lîstika Jîn (Jinên Azad) pêşkêş kirin. Jİ bilî van, tîmên ku hildiberînin bêguman hene. Nîşandana lîstikên cuda yên tecrûbeyê şanoya Kurd hîn bêhtir dewlemend dike.”
ŞANOYA KURD NEÇAR E KU POLÎTÎK BE
Apaydin destnîşan kir ku şanoya Kurd neçar e ku polîtîk be û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Erwin Piscator dibêje, alternatîfên nebûna polîtîk bi xwe jî rewşeke polîtîk e. Jiyan ji xwe di nava vê yekê de ye. Her wiha dibêje, ‘Şanoya dîrokî ne trajediya çarenûsa qehremanekî ye, ew belgeya polîtîk a serdemê ye’. Têkiliya navbera jiyanê û hilberîna hunerî ji hev cuda nayê nirxandin. Têkiliya wan a bi hev re gelekî xurt e. Dema ku mirov bala xwe didin ser şanoya Kurd, daxwaza şanoya tenê bi zimanê dayikê bi xwe jî rewşeke polîtîk e li Tirkiyeyê. Axaftin û hilberîna bi zimanê dayikê divê ‘normal’ bê qebûlkirin. Mixabin li erdnîgariya ku em lê ne hewldana ji bo hebûna bi zimanê dayikê hîn jî sansurkirî, qedexekirî ye.”
DI HER SERDEMÊ DE DI BIN ZEXT Û ZORDARIYÊ DE BÛ
Apaydin ragihand ku şanoya Kurd her demê bi zext û zordariyê re rû bi rû ma û got, “Ev zext hin caran li hemberî komên şanoyê û lîstikan hate kirin. Carna jî hinekan, hin koman neçar man dest jê berdin, ji hev belav bûn. Li Tirkiyeyê dema ku mirov bala xwe didin ser pirsgirêkên dik û tîmên din ên şanoyan dibînin ku cuda ne û me dixwest, ku şanoya Kurd jî weke şanoyên din bi wan pirsgirêkan re mijûl bibe. Lê belê li gel her tiştî jî şanoya Kurd, salên dûr û dirêj li çar parçeyên Kurdistanê hilberand, hilberînên hêja kir.”
Apaydin anî ziman ku ew bi coş û kelecan in ku vê sezonê hilberînên nû yên Kurdî bibînin û bi vî rengî dewam kir, “Ya rast bar dikeve ser milê me hemûyan. Temaşekirina li lîstikên me bi dîtina min faktora herî girîng e. Ecibandina temaşevanan gelekî girîng e. Carna hin lîstik çêdibin ku temaşevan naçin, lê temaşe nakin. Di vir de divê mirov li hin lîstikan, li estetîka wan bipirsin. Hejmara mirovên ku şanoyê dişopînin her roj zêde dibe. Ev zêdebûn jî rewşa ecibandinê bi xwe re tîne. Gelekî hêja ye ku bersiv ji vê yekê re bê dayin.”
Apaydin her wiha destnîşan kir ku divê şanoya Kurd xwedî arşîv û nivîsên rexnekirinê bin û got, “Ev yek ji bo dîroka şanoyê gelekî girîng e. Li tevahiya cîhanê şano bi vî rengî bi pêş ketiye. Arşîveke xurt tê wateya hişekî xurt û ev yek jî ji her alî ve paşerojê xwedî dike.”