Welat ev nêzî salek e krîza hikûmetbûyînê dijî. Di sala 2024’an de Michel Barnier ji aliyê Serokkomar Emmanuel Macron ve weke serokwezîr hatibû diyar kirin, lê piştî 3 mehan di 4’ê Kanûnê de bi dengdana bêbaweriyê li Meclîsê ji wezîfeyê hatibû dûr xistin. 331 parlamenter li dijî hikûmeta Barnier deng dan û bi vê yekê re cara ewil di dîroka Fransayê de hikûmetek ji ber pêşnûmaye butçeyê ya ku di bin xala 49.3’an de hatî pêşkêşkirin, hilweşiya.
Xala 49.3’an rê dide ku Serokwezîr bêyî dengdana meclîsê pêşnûmeyekê derbas bike. Ger di nav 24 saetan de pêşniyara bêbaweriyê neyê pejirandin, pêşnûme ji ber xwe ve tê qebûlkirin. Gelek kes vê xalê wekî amûrek ku demokrasiyê têk dibe, dibînin.
Macron, piştî îstîfaya Barnier qebûl kir, tenê raya birêvebirina ‘karûbarên rojane’ da hikûmeta demkî. Ev rewş pêşî li amadekariya reformên nû û pêşnûmeya butçeyê girt.
BINGEHA KRÎZÊ
Hikûmeta Barnier, armanc kir ku di budceya xwe ya 2025’an de kêmasiyên giştî kêm bike û teserûfa 60 milyar euroyî bi dest bixe. Lê belê, tedbîrên wekî zêdekirina bacan, kêmkirina alîkariyên civakî û sînordarkirina piştgiriya koçberan bi dijberiya hem çepgir û hem jî rastgirên tund re rû bi rû man.
Hewldana hikûmetê ya ji bo derxistina qanûnê bi karanîna madeya 49.3’an muxalefetê kir yek û rageşî zêde kir.
Di encamê de, budceya 2025’an bêbandor bû. Ger budceya nû neyê pejirandin, budceya 2024’an dê di meriyetê de bimîne û Fransa dê bi kêmasiyek giştî ya mezin, xetera cezayên YE’yê û daketina rêjeya krediyê re rû bi rû bimîne.
HIKÛMETÊN KU HILWEŞIYAN
Piştî hilweşîna hikûmeta Barnier, François Bayrou di 13’yê Kanûna 2024’an de wek serokwezîr hat wezîfedarkirin û piştî wergirtina dengdana baweriyê li meclîsê dest bi kar kir.
Lê hikûmeta Bayrou di 8’ê Îlona 2025’an de bi 364 dengên li dijî nekarî dengdana baweriyê bi dest bixe girt û hilweşiya. Piştre Macron Sebastien Lecornu wek serokwezîr wezîfedar kir. Lê belê, hikûmeta Lecornu jî demek kurt piştî wê îstifa kir. Macron, di 6’ê Cotmehê de îstifaya Lecornu qebûl kir. Di daxuyaniya xwe ya îstifayê de Lecornu got, “Ger şert neyên bi cih anîn, mirov nikare bibe serokwezîr.”
PERSPEKTÎFA SIBEROJÊ
Siyaseta Fransayê niha bi nezelaliyeke kûr re rû bi rû ye. Meclîs parçe parçe ye, hevpeymaniya navendî qels e û blokên rastgir û çepgir bihêz û berberîbûn e. Tevî nerazîbûn û zextên muxalefeta çepgir jî, Macron red dike ku îstifa bike. Di şûna wê de, ew armanc dike ku bi avakirina hikûmetek teknokratîk an demkî aramiya siyasî biparêze.
Di vê rewşê de baweriya gel bi hikûmetê gelek kêm bûye. Anketên raya giştî nîşan didin ku gel dixwaze pergala nav-partî biguhere û Macron ji kar dûr bikeve.