Çarşem, 14 Çile 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Êrîşên li ser Helebê li gelek bajaran hatin protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Êrîşa li Helebê êrîşa li dijî pêvajoyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê li Enqereyê ne: Bila êriş bisekinin, Hakan Fîdan îstifa bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ozsoy: Şerê li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji bo Kurdan rewş û qonaxeke nû ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 13’Ê ÇILEYA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran êrîşên ser Helebê hatin protestokirin, berxwedana Rojava hat silavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ di 25’ê Çileyê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyê melayên ku bêrêzî li hemberî şervanên jin kirin, hatin gilîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê ji bo Helebê û pêvajoyê daxuyanî da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîla Rûken: Perestgeha jinên çiyayî Kurdistan a bedew e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îrmez: ‘Mafê Hêviyê’ wê rê li ber aştiya civakî veke

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dogan: Li gel êrişan hemûyan jî gelê Kurd wê bibe xwedî statu

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Dayikên Aştiyê yên ku ber bi Enqereyê ve dimeşin gihîştin Rihayê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê jin barê aştiyê hilgirin û edaletê kontrol bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koordînasyona Jinê: Divê hesabê sûcên hatine kirin bê pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êşkence û teşhîrkirina laşê jinên berxwedêr sûcên şer in!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zêdebûna mirina bi guman a jinan: Polîtîkaya bêcezahiştinê hêzê dide kujeran

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ: Hêzên Parastina Jinan wê tu caran gav paşde neavêje

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hilala Zêrîn bi stranê piştgiriya berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê filmê ‘Dema Dirîreşkan’ hate pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Awazê Çiya Klîba “Agir”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Liverpoolê Akademiya Çand û Hunerê ya Kurd vebû

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇANDˊê ji bo bîranîna Şîlan Kobanê klîpek çêkir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rotînda û Berfîn Memedova ji bo Rêber Apo stranek nû çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • HELEB
Nûçeyên Lezgîn
Derdora Bendava Tişrînê tê topbarankirin
Li 2 gundên Dêr Hafirê malên sivîlan hedef hatin girtin
Komên çete derdora Bendava Tişrînê bombebaran dikin
Li Şêxmeqsûdê agirbesta qismî hat ragihandin
Li Şêxmeqsûd çalakiyên fedayî
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Xeyala şehîd piştî 7 salan hat pêkanîn
Rojava

Xeyala şehîd piştî 7 salan hat pêkanîn

Stadyûma Şehîd Bawer Agir ê li Girê Spî şehîd bû di festîvalê de hat vekirin. Avaşîn Misto bi bîr xist ku xeyala şehîd Bawer vekirina stadyûmeke bi vî rengî ku wê xizmeta ciwanan bike bû û got ku bi vekirina stadyûmê vê xeyalê pêk tînin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 14. Cotmeh 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Stadyûma Şehîd Bawer Agir di destpêka sala 2019’an de ji aliyê endamê Rêveberiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê Bawer Agir (Ahmet Akyuz) ve li bajarê Kobanê weke projeyek ciwanan hatibû destpêkirin.  

Bawer Agir ji bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê ye. Ew jî wekî bi hezaran ciwanên Kurd, li hemberî êrîşên çete û dagirkeran bi armanca parastina destkeftiyên şoreşê berê xwe dabû Rojavayê Kurdistanê-Bakur û Rojhilatê Suriyeyê. Li vir di xebatên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê de cihê xwe girt û weke rêveber xebat meşand.  

Di çarçoveya xebatên ciwanan de bi pêşengiya Bawer Agir, di destpêka sala 2019’an de li bajarê Kobanê projeya avakirina stadyûma futbolê hat destpêkirin.  

Heman salê roja 9’ê Cotmehê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li hemberî Girê Spî û Serêkaniyê êrîşên dagirkeriyê dan destpêkirin. Li hemberî êrîşan Bawer Agir jî tevlî eniya berxwedanê bû. 18’ê Cotmeha 2019’an di berxwedana bajarê Girê Spî de şehîd bû.  

PROJE HAT TEMAMKIRIN  

Piştî şehadeta Bawer Agir, Desteya Ciwan û Werzîşê ya Kantona Firatê xebatên projeyê domandin. Dihat plankirin ku stadyûm 2024’an were vekirin. Lê artêşa Tirk a dagirker, li gel binesaziya herêmê, ev proje jî  carek bomberan kir. Lewma xebatên wê bi derengî ketin.  

Di vê navberê de Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekîtiya Jinên Ciwanan ji bo bîranîna Şehîd Bawer sala 2020’an Festîvala Çand, Huner û Sporê ya Şehîd Bawer da destpêkirin.  

Desteya Ciwan û Werzîrê jî plankirin ku heta festîvala 6’emîn stadyûmê temam bike û ji xizmetê re veke.  

Stadyûma ku navê şehîd Bawer Agir lê hatiye kirin, 11’ê Cotmeha 2025’an di roja yekemîn a festîvalê de hat vekirin.  

STADYÛMA HERÎ MEZIN A HERÊMÊ YE  

Li gorî agahiyên ku Hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê a Kantona Firatê Avaşîn Misto dane ANF’ê, ji bo stadyûmê milyonek dolar hatiye xerckirin.  Dirêjahiya stadyûmê 107 metre, firehiya wê jî 70 metre ye. Di stadyûmê de 5 hezar kursî hatine danîn, yanî 5 hezar kes wê karibin bi awayekî rûniştî lîstikan temaşe bikin. Li stadyûmê cihên perwerdeya branşên wekî voleybol, bazdan, satranç, tenîs jî hatine çêkirin. Avaşîn Misto diyar kir ku stadyum di standartên cîhanê de hatiye çêkirin û stadyûma herî mezin a Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê ye.  

‘ME XEYALA ŞEHÎD BAWER PÊK ANÎ’ 

Avaşîn Misto da zanîn ku ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker temamkirina stadyûmê demek dirêj girtiye û got: “Êrîşên li ser binesaziya herêmê çêbûn. Dîsa di dema êrîşên li ser Tişrîn û Qereqozakê de jî ev der bibû hedef. Lewma demekê xebatên çêkirinê hatin sekinandin.”  

Avaşîn Misto bi bîr xist ku xeyala şehîd Bawer vekirina stadyûmeke bi vî rengî ku dê xizmeta ciwanan bike bû û ew jî niha bi vekirina stadyûmê vê xeyalê pêk tînin. Avaşîn Misto diyar kir ku bi temamkirina projeyê bîranîna şehîd Bawer ku yek ji pêşengên ciwanan bû, jiyanî dikin û wê bi hezaran ciwan li ser rêya şehîdan bimeşin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN KOBANÊ

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Festîvala Şehîd Bawer Agir bi çalakiyên hunerî bi dawî bû
Nûçeya Pişt re ROJEVA 14’Ê COTMEHA 2025’AN
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Milîsên HBDH’ê li Stenbolê febrîqeyek dan ber agir

Milîsên Sînan Dersim ên HBDH’ê ragihandin ku li Kuçukçekmeceya Stenbolê febrîqeyeke mehfûran dane ber agir.

Ji aliyê Stêrk TV

Laleş Êzidî: Ola Êzidîtiyê qenaet û heqîqetek e

Endamê Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Laleş Êzidî, Cejna Êzî li tevahî gelan pîroz…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Li girtîgehan hê jî rojnamevan hene’

Rêveberê Navenda Metro ya ji bo Parastina Mafên Rojnamevanan bi wesîleyê 3’yê Gulanê Roja Azadiya…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

CENTCOM: Em aliyan vedixwînin ser maseya muzakereyê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Derdora Bendava Tişrînê tê topbarankirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Çete êrîşî derdora Bendava Tişrînê kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Îlham Ehmed: Şertê bingehîn ê diyalogê êrîş rawestin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?