Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan, tevî şandeyek ku ji Alîkara Hevserokatiya Giştî ya Berpirsa Têkiliyên Derve Ebru Gunay, Nûnerê Bruksel/Ewropa Eyup Doru û Nûnerê Strasbourgê Fayik Yagizay pêk tê, tevlî kongreya Partiya Sosyalîstan a Ewropayê (PES) ku li Amsterdamê hate lidar xistin bûn.
Piştî kongreyê Tuncer Bakirhan di Civîna Serokên PES’ê de axivî û ev tişt gotin:
“Ez pir kêfxweş im ku li vir im. Du roj in me nîqaşên gelek girîng kirin. 50 mîlyon Kurd ji bo demokrasî, edalet û wekheviyê têdikoş in. Kurdên li Rojava piştî têkbirina DAÎŞ’ê, daxwaza mafên wekhev dikin. Hemû qiseker behsa edalet û avahiyek hevpar kirin. Lê divê li van platforman lêgerîna Kurdan a ji bo demokrasî û azadiyê jî were nîqaşkirin.
Kurd li Rojhilata Navîn gelê herî sekûler in. Jin û ciwan pêşengiya têkoşîna azadiyê dikin. Ji ber vê yekê, em ji partiyên siyasî, hevrê û dostên xwe yên li Ewropayê, bi taybetî PES’ê, hêvî dikin ku mîna ku li Ukranya û Filîstînê dikin li Sûriyeyê jî destekê bidin daxwaza azadî û demokrasiyê ya Kurdan. Her wiha destekê bidin lêgerîna çareseriyê ya li Tirkiyeyê. Wekî sêyemîn partiya herî mezin a Tirkiyeyê, hêviyeke me ya mezin heye. Em ji kevneşopiyeke têkoşînê tên û em bawer dikin ku rojekê, bi saya hevgirtinê, jin û xweza dê ji kapîtalîzm û modernîzmê rizgar bibin. Bi vê baweriyê ez we hemû bi hurmetî silav dikim.”