Duşem, 7 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Endamên MYK’ê yên DEM Partiyê diyar bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serlêdana berdanê ya Saît Yildirim hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDK-E û TJK-E’yê spasiya beşdarên festîvalê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komeleya zimanê Kurd bû hedefa êrişa çekdarî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Muzîkjen Vedat Yildirim: Eger pêvajo mezin bibe azadî jî wê mezin bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mahfûz Guleryuz: Dem hatiye ku Birêz Ocalan karibe yekser ji civakê re biaxive

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Saziyên Rojhilatê Kurdistan û Îranê li ser şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ daxuyaniyek da

    Ji aliyê Stêrk TV

    GOÇ-DER’ê serî li Meclîsê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dewleta Îranê êriş bir ser kampa Komele

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê li Mihabadê jinek binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclisa Gel a Şengalê: Pirsgirêka Şengalê ne pirsgirêka ewlekariye ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    36 ciwanên Kurd ji Lîbyayê vegeriyan Herêma Kurdistanê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    YJA Star: Serhildanên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ jinûve vejîna gelan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Şêwra TAJÊ hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çeteleya JINNEWS’ê ya Tebaxê: 22 jin û 3 zarok hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskara femînîst Robin Morgan koça dawî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdevka YPJ’ê: Rizgarkirina jinên dîlgirtî wezîfeyeke mirovî û exlaqî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    TAJÊ komxebat li dar xist: Ji bo azadiya dîlgirtiyên Êzidî divê têkoşîn bê xurtkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    34’emîn Mihrîcana Çanda Kurdî dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çanda Kurd li Dortmundê bi coş destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    NCDK-Swêd ji bo Festîvala Çand û Hunerê banga tevlîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê Cejna Cimaye Şerfedîn tê pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî diyarî şehîdan hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgerên Çandê Hêvî Şanoger bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Siwêdayê şerekî giran rû dide
Hevdîtina navbera şandeya YPJ’ê û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê destpê kir
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Dayikên Aştiyê: Bila azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were
Kurdistan

Dayikên Aştiyê: Bila azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were

Dayikên Aştiyê ku li Amedê konferansa xwe ya sêyemîn lidar xistin, anîn ziman ku aktorê bingehîn ê pêvajoyê Rêber Apo ye, lewma daxwaza azadiya wî ya fîzîkî kirin. Her wiha ji dewletê xwestin, ku tavilê gavê biavêje.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 22. Cotmeh 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Meclîsa Dayikên Aştiyê piştî 12 salan li Amedê di navbera 18-19’ê Cotmehê de bi dirûşma “Dayik pêşengên civaka demokratîk û aştiya mayinde ne” konferansa xwe ya sêyemîn lidar xist. Dayikên Aştiyê yên beşdarî konferansa li Navenda Kongreyê ya ÇandAmedê bûn, armanc û daxwazên xwe yên li ser pêvajoya nû destnîşan kirin. Dayikên Aştiyê yên ji Kurdistanê û Tirkiyeyê beşdarî konferansê bûn li ser pêvajoyê û daxwazên xwe ji ANF’ê re axivîn.

‘DIVÊ DEWLET GAVÊ BIAVÊJE’

Fîdan Karadag diyar kir ku Dayikên Aştiyê xwedî li rêya aştiyê ya Rêber Apo derdikevin û got, “Em bi hêviya aştiyê li hev kom bûn. Ji ber vê yekê jî gelekî bi kelecan in. Bi saya têkoşîna zarokên xwe û rêya ku Rêber Apo nîşanî me da, em êdî li tevahiya cîhanê têne naskirin. Ji bo aştiyê em bi berpirsyariyên xwe radibin. Dewlet jî divê berpirsyariya xwe bi cih bîne.

Em dixwazin ku êdî zarokên me bên gel me. Rêber Apo berpirsyariya xwe bi cih anî. Di nava her şert û mercî de em gavê diavêjin, lê belê dewlet hîn jî bêdeng dimîne. Em li benda vê aştiyê ne. Bila êdî xwişk û biratî hebe, em bi hev re bijîn. Em naxwazin ku êedî ciwanên me bimirin.”

‘DIVÊ DERIYÊN GIRTÎGEHAN BÊNE VEKIRIN’

Asiye Sogut destnîşan kir ku ji bo azadiya Rêber Apo divê dewlet gavê biavêje û got, “40 sal in xwîn dirije; em dixwazin êdî rijandina xwînê bisekine. Êdî ne ji me ne jî ji wan bila xwîn nerije. Yekane daxwaza me ew e ku aştî bê vî warî. Eger têgeheke xwişk û biratiyê hebe, li holê mafên me jî hene. Bila zarokên me li dibistanan bi zimanê xwe yê dayikê perwerdeyê bibînin. Zarokên me bi salan ji bo mafên xwe têkoşiyan. Bila deriyên girtîgehan hemû bêne vekirin û zarokên me azad bibin.”

BANGA JI BO XWEDÎDERKETINA LI AŞTIYÊ

Delal Zengîn bang li dayikan hemûyan kir ku xwedî li pêvajoya aştiyê derkevin û got, “Gelê Kurd berpirsyariya xwe bi cih anî. Lê belê Erdogan hîn jî dibêje ‘Tirkiye ya bê teror’. Weke dayik em vê qebûl nakin. Zarokên me terorîst nînin; zarokên me ji bo gelê xwe têkoşiyan. Mafê me yê herî xwezayî ye ku daxwaza mafên xwe bikin. Doza me dozeke mafdar e. Xwedê ev nasname û ziman da; ji bo parstina vê jî ez neçar im têbikoşim. Zarokên min jî ev kirin.

Her kes li ser koka xwe şîn dibe; gelê Kurd jî li ser zimanê xwe şîn dibe. Kes nikare vê înkar bike. Em bi salan înkar kirin; êdî em ê rê nedin vê înkarê.”

‘RIJANDINA XWÎNÊ DIVÊ BISEKINE’

Ayşe Aybek anî ziman ku weke dayik ji bo sekinandina rijandina xwînê wan bi salan têkoşîn meşandin û got, “Rêber Apo ev pêvajo da destpêkirin, lê belê dewleta Tirk û desthilatdariyê berpirsyariya xwe bi cih neanî. Dilê me dayikan dişewite, em êdî naxwazin kes bimire. Ji vê derê bang li dayikên leşker û polîsan dikim: Werin em bi hev re xwedî li vê aştiyê derkevin, bila zarokên me nemirin. Em bi hev re dest bidin hev, biçin Meclîsê û daxwazên xwe ragihînin. Em tenê aştiyê dixwazin. Ez xwedî li zimanê xwe derdikevim. Ji bo vê têdikoşim.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Hêlîn Umît: Komîsyon heta ku hevdîtinê bi Rêber Apo re neke, wê ne cidî be
Nûçeya Pişt re HPG-NRÇ: Ew bûn afirînerên jiyana azad
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Şengalê êrişa hewayî: 2 jê rojnamevan 4 kes birîndar bûn

Li Şengalê di encama êrişeke hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de 2 jê rojnamevan…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Stockholmê panela 25’ê Mijdarê: Hîn zêdetir têkoşîn û xweparastin!

Li paytexta Swêd Stockholmê panela ‘25’ê Mijdarê’ hate lidarxistin, îşaret bi girîngiya rêxistinbûn û xweparastinê…

Ji aliyê Stêrk TV

Li bejahiya Paloyê operasyona leşkerî hat destpêkirin

Dewleta Tirk li bejahiya Palo ya Xarpêtê êrîşeke bejahî da destpêkirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Saziyên Rojhilatê Kurdistan û Îranê li ser şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ daxuyaniyek da

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Fûara Pêşengeha a Navneteweyî ya Kurdistanê li Sine destpê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

GOÇ-DER’ê serî li Meclîsê da

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Serlêdana berdanê ya Saît Yildirim hate redkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?