Li gorî pisporên Bernameya Pêşvebirinê ya Neteweyên Yekbûyî (UNDP) Raquel Lagunas û Ronald Jackson, afetên ku ji ber krîzên avhewayê rû didin hîn zêde û hilweşîner bûne û barê herî giran ê van karesatan jî dikeve ser milê jin û keçan.
Rolên civakî, newekheviya aborî û cihêkarî dibin sedem ku di demên krîzê de derfetên saxmayinê yê jinan û jinûve rabûna ser piyan kêm bibe.
Li gorî UNDP’ê, wekheviya zayendî ya dema afetê ne tenê edaletê pêk tîne, di heman demê de mifteya avakirina civakên hîn qewîn e. Sazî bi pênc sernavan kurteber dike bê bi lîderiya jinê berxwedêriya civakî ya li hemberî afetan çawa dikare bê xurtkirin.
UNDP li gelek herêmên cîhanê ji bo jin tevlî pêvajoyên biryardanê yên rêvebirina afetan bibin, bernameyan dimeşîne.
Li Bosna-Herkesê bi rêya Koalîsyona Edaleta Avhewayê ya Femînîst ji bo zêdeyî 75 hezar jinan derfetên kar hatin sererastkirin, ji 1.500 rêveberên jin re li qada enerjî û avhewayê perwerde hate dayin.
Li Çadê jî kooperatîfên jinan sîstemên hişyarkirina zû, avdana bi enerjiya rojê û çandiniya dostê avhewayê kirin yek û rîska lehiyê kêm kirin û ewlehiya xurekê xurt kirin.
UNDP’ê destnîşan kir ku ev mînak nîşan didin ku jin ne tenê ‘sûdwergêr in’ her wiha lîder in ku li hemberî krîzan çareseriyê hildiberînin.
Li gorî daneyên UNDP’ê jin ji sedî 75 ê karê ji keda lênihêrînê ya bê pere ya li cîhanê pêk tînin. Di demên krîzê de bi hilweşîna binesazî, xizmetên tenduristî û dibistanan re ev bar hîn giran dibe.
Li gorî saziyê, heta ku keda lênihêrînê li planên rêveberiya afetê neyê entegrekirin, ne pêkan e ku ti civak qewîn be.
Sîstema “Diyarkirina nexşeya lênihêrînê” ya li Honduras, Kuba, Belize û Guatemalayê, valahiyên li qadên lênihêrîna astengdaran, extiyar û zarokan tespît dike, dike ku li planên veguhestin û rehabîlîtasyonê yên rêveberiyên xwecihî bêne bicihkirin.
Li Ukraynayê bi hewldana ‘Mommy in the Shelder”, di dema êrîşên hewayî de stargeh veguherîn qadên dostê zarokan.
Plansaziya rast a kêmkirina rîska afetê bi daneyên rast destpê dike. UNDP’ê di sala 2024’an de li 20 welatan kapasîteya dane û analîzan a li gorî zayendan zêde kir. Sîstemên hişyarkirina zû ya li welatên Kuba, Endonezya, Myanmar û Yemenê hatin avakirin, tevlîbûna jinan xurtir kir. Li Etiyopyayê malên ji aliyê jinan ve têne birêvebirin piştî hezazê zû xwe komî ser hev kirin. Li Ermenistanê analîzên rîskê yên bi pêşengiya jinan hatin kirin, yekser li planên pêşvebirinên xwecihî ve hatin entegrekirin.
Li gorî UNDP’ê civakên qewîn tenê bi saziyên qewîn ava dibin. Saziya Rêveberiya Afetê ya Neteweyî ya Guatemalayê, yek ji mînakên vê ferasetê ye ku Mohra Wekheviya Zayendiya Civakî ji Neteweyên Yekbûyî wergirtiye.
UNDP diyar dike ku di rêveberiya afetê de wekheviya zayendiya civakî hîn bi têrkerî li ber çavan nayê girtin.
Li gorî saziyê, ji bo paşerojeke qewîn şert e ku ev gav bêne avêtin:
Lîderiya Jinê divê di mekanîzmayên biryardanê de teqez bê bicihkirin.
Ji bo berxwedêriya jinê fînansman bê zêdekirin; piştgirî ji hewldanên jinan re bê dayin.
Keda lênihêrînê divê li navenda planên rizgarkirinê û amadekariya afetê bê bicihkirin.
Hemû polîtîkayên saziyên neteweyî û xwecihî bi nêrîna zayendiya civakî bêne plankirin.
Rayedarên UNDP’ê destnîşan kirin ku heta lîderiya jinê nebe, keda lênihêrînê û temsîliyeta wekhev nebe, ti civak nikare li hemberî krîzan li ber xwe bide.