Komên Mûxalîf ên Îslamî yên Iraqê ku ji aliyê Îranê ve tên destekkirin, bi balefirek bê mirov êrîşî ser baregeha leşkerî ya li Herîr ya girêdayî bajarê Hewlêrê kirin.
Di daxuyaniya ku ji aliyê koman de hat dayîn de ev tişt hate gotin, “Li dijî komkujiyên ku Îsraîl li Xezeyê li ser gelê Filîstînê pêk tîne wek bersiv me îro li dijî baregeha DYE’yê ya li Herîr bi balafirek bê mirov êrîşek çekdarî pêk anî.”