Rêxistina Îzmîrê ya Partiya Sosyalîstên Bindest (ESP) bi armanca piştgiriyê bide greva birçîbûnê ya li girtîgehan û Nobetên Edaletê yên xizmên girtiyan ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dane destpêkirin, greva birçîbûnê ya ji bo 3 rojan da destpêkirin.
Endamên ESP’ê bi pêşengiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Egeyê (EGE TUHAYDER) û Tevgera Jinên Azad (TJA) serdana Nobetên Edaletê yên li Nûneriya Îzmîrê ya DBP’ê didomin, kirin û çalakî dan destpêkirin.
Rêveberê Îzmîrê yê ESP’ê Hizir Alî Kiliç diyar kir ku girtîgehên bi tîpa R,S û Y’ê bûne “êşkencexane” û got ku desthilatdarî li van girtîgehan êşkenceya sîstematîk pêk tîne. Kiliç ragihand ku ew ji bo piştevaniya bi girtiyan re mezin bikin, çi ji destê wan were wê pêk bînin.
Kiliç diyar kir ku tecrîdeke taybet li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin û anî ziman ku tevî vê yekê jî gelê Kurd berxwedanê mezin dike. Kiliç qala grevên birçîbûnê yên girtiyên siyasî jî kir û bang li hemû rêxistinên mafên mirovan û partiyên siyasî kir ku vê tecrîdê bi hev re bişikînin.