Şemî, 21 Sibat 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Yekîtiya Mamosteyên Kurd: Zimanê me hebûna me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Em ê bi pergala komînê zimanê xwe biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Beştaş: Divê meclîs demildest zagona çarçove û sererastkirinên cezakirinê bigire dest

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parlamenter Fernandez: Hewce ye ku tecrîd bi dawî bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 21’Ê SIBATA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rapora komîsyonê de malpera Meclîsê de hat weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Meclîsa Jinan a DBP’ê Deklarasyona 8’ê Adarê eşkere kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê Roja Zimanê Dayikê li gelê Kurd pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Banga li Bexdayê: Li dijî gefên li ser Şengalê helwesteke cidî nîşan bide

    Ji aliyê Stêrk TV

    Banga ji bo parastina zimanê dayikê: Perwerdeya ziman a destpêkê ji malê destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fedaiya berxwedana Cizîra Botan: Feraşîn Gabar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şaredariya bi pir zimanî: Kursên bi Suryanî û Ermenî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Fransayê ji bo 8’ê Adarê banga grevê: Ger jin rawestin wê jiyan raweste

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çîgdem Kiliçgun Uçar: Ocalan dema bang kir herî zêde bawerî bi jinan anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E’yê bernameya çalakiyên 8’ê Adarê eşkere kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çîgdem Kiliçgun Ûçar ji bo 8’ê Adarê bang li hemû jinan kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Kurd ji bo civîna ‘yekîtiya neteweyî’ ya 2’yê Adarê bang kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê 4 jin hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Enstîtuya Lêkolînên Kurdî bang li her kesî kir ku xwedî li zimanê dayikê derkeve

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Parîsê şeva Rojava: Jin, Jiyan, Azadî li ser dikê deng veda

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dokûmantera ‘Vejîna Kurd’ bi sezona xwe ya duyemîn vedigere ser ekranan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çakar: Ez bang li hunermendên cîhanê dikim ku xwedî li Şoreşa Rojava derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Mizgefta Mezin a Parîsê ji bo civakên laîk rêbera Îslamê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya bi berxwedana Rojava strana ‘Cenga Netewî’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Helebê bermahiyeke şer teqiya: Zarokek jiyana xwe ji dest da
Di êrîşekî çekdarî ya li Humsê de 2 ciwan hatin qetilkirin
DAÎŞ’ê êrîşa li Pakistanê girt ser xwe
Droneke bombebarkirî ya çeteyan hate xistin
Çeteyan li Çelebiyê darbeyek mezin xwar
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Di Nobetên Edaletê de Meşa Azadiyê hate silavkirin
Rojane

Di Nobetên Edaletê de Meşa Azadiyê hate silavkirin

Di çalakiyên Nobeta Edaletê ya ku li gelek bajaran dewam dike, Meşa Mezin a Azadiyê hate silavkirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 23. Sibat 2024 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Çalakiya Nobeta Edaletê ku bi pêşengiya xizmên girtiyan û rêxistinên civaka sivîl ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêyên siyasî hatibû destpêkirin, li gelek bajaran berdewam dike.

WAN

Nobeta Edaletê ya ku bi pêşengtiya xizmên girtiyan û Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Wanê (WAN TUHAY-DER) li avahiyê rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê hatiye destpêkirin di roja 59’an de dom kir. Hevserokê TUHAY-DER’ê Çetîn Ûyar ê di nobeta serdan didomin de axivî, wiha got: “Divê weke gelê Kurd êdî em azad bibin. Li cîhanê 50 mîlyon Kurd hene û mafên wan hatine xespkirin. Kurdên li her çar parçeyên Kurdistanê ne, heta ku nebin yek nikarin azad bibin. Em tev li ‘Meşa Mezin a Azadiyê’ bûn. Em ê ji bo birêz Ocalan û gelê Kurd çalakiya xwe mezin bikin. Her wiha em ê her tim piştevaniya çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan daye destpêkirin bikin. Em ê bigihin armanca xwe û em ê azadiya fizîkî ya birêz Ocalan bi dest bixin.”

Namzeta DEM Partiyê ya Hevşaredariyê ya Rêya Armûşê Canan Ûzûnay jî bal kişand ser “Meşa Azadiyê” ya li Wan û Qersê hatiye destpêkirin û wiha got: “Me dît ku xwedîderketineke zêde ji bo Ocalan heye. Tevî hemû zehmetiyan û astengiyan meş didome. Heta ku tecrîda li dijî birêz Ocalan û girtiyan rabe dê têkoşîna me bidome. Her wiha em dixwazin bêyî ku çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan veguhere rojiya mirinê daxwazên wan werin bi cih anîn. Heta ku daxwaz werin bi cih anîn çi ji destê me bê em ê bikin.” 

Nobetê bi dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” berdewam kir.  

AMED

Nobeta Edaletê ya ku xizmên girtiyan li Amedê daye destpêkirin di roja 59’an de berdewam dike. Nobet, li avahiya DEM Partiyê ya Rezanê tê domandin û çalakvanan pêşmalkên bi nivîsa “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin. Nobeta ku ligel tilîliyan stranên berxwedanê hatin gotin, tevahiya rojê bi serdanan dewam kir. 

Di nobetê de her tim dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” û “Em ê bi berxwedanê serbikevin” hatin berzkirin.

MÊRSÎN 

Çalakiya Nobeta Edaletê ya ku bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çûkûrovayê (Çûkûrova TUAY-DER) hatiye destpêkirin jî li avahiya komeleyê berdewam kir. Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û rêxistinên DEM Partiyê yên navçeyan beşdarî nobetê bûn. Di çalakiyê de her tim dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” , “Jin jiyan azadî” û “Ji tecrîdê re na, ji Ocalan re azadî” hatin berzkirin. 

Hevseroka DEM Partiyê ya Mezîtliyê Zeynep Kavak a beşdarî nobetê bûyî, bang kir ku ji bo daxwazên têkildarî pêk anîna azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd bên qebûlkirin divê têkoşîn û piştevanî were mezinkirin. Hunermend Ramazan Eren ê tev li çalakiya nobetê bûyî jî bi çalakvanan re stran gotin. 

EDENE

Nobetê Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Akdenîz Edeneyê (AATUHAY-DER) hatiye destpêkirin di roja 60’emîn de berdewam dike. Di çalakiya ku Dayikên Aştiyê didomînin de azadiya Abdullah Ocalan hate xwestin. 

MÊRDÎN 

Çalakiya Nobeta Edaletê ya ku li avahiya Rêxistina DBP’a Mêrdînê hatiye destpêkirin didome. Di çalakiya ku stran hatin gotin de beşdarvanan bi klamên dengbêjiyê avêtin ber hev. Yek ji welatiyan Ramazan Kalkan ê serdana çalakiyê kir, wiha got: “Ev têkoşîn dê azadiya gelê Kurd û birêz Ocalan bîne. Em ji vir heta Îmraliyê silavê ji hemû hevrêyan re dişînin. Em dizanin ku tu tişt heta bedel neyên dayîn nabe. Azadî û hebûn heta bedel neyê dayîn nabe. Em bi hêvî ne, em ê encama van bedelan di demekî nêzîk de bi dest bixin.”

Kalkan, da zanîn ku çalakiyên li çar aliyên cîhanê dişopînin û xwest ku dewletên cîhanê di vê mijarê de dirûst û samîmî bin. Kalkan, wiha dirêjî da axaftina xwe: “CPT û Parlamentoya Ewropayê çima peywîra xwe bi cih naîne? Divê li gorî qanûnên xwe tevbigerin. Kurdan her tim xwişk û biratiya gelan parast lê weke berf û baranê bombe li ser wan tên barandin. Vê nabînin? Kor bûne? Divê hem rêveberên dewletên cîhanê hem jî rêveberên Tirkiyeyê bi aqilane tevbigerin û li gorî wê tevbigerin.”

STENBOL 

Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER) li Stenbolê hatiye destpêkirin li avahiya DEM Partiyê ya Esenyûrtê di roja 51’an de berdewam kir. Li eywana çalakiyê pankartên “Ji bo avakirina jiyana azad em tecrîdê bişikînin, bibin dengê zindanan” û “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin, ji bo aştiyê bibin dengê zindanan” hatibû daliqandin. Çalakvanan pêşmalkên li ser bi Kurdî û Tirkî “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” dinivîsî li xwe kirin û gelek caran dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Bijî Serok Apo” berz kirin.  

Endam û rêveberên Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên xwe Windakirine re ya Anatoliyayê (ANYAKAY-DER), rêxistinên DEM Partiyê yên Buyukçekmece, Esenler û Sariyerê û Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê serdana saziyên sivîl ên civakî û welatiyan kir. Di çalakiya ku pirtûkên Abdullah Ocalan lê hatin xwendin de bi hev re stranên Kurdî hatin gotin. Rêveberê ANYAKAY-DER’ê Halîm Dogan ê di serdanê de axivî, bal kişand ser komploya navnetewî ya li ser Abdullah Ocalan û wiha got: “Îro li Kurdistanê ji ber komploya 15’ê Sibatê starta “Meşa Azadiyê” hate dayîn. Ji birêz Ocalan 3 sal in tu agahî nayên wergirtin. Ev tecrîd bi awayekî sîstematîk berdewam dike. Ji bo ku em serbikevin divê em têbikoşin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Bêrecûkê buroya hilbijartinê ya DEM Partiyê hate vekirin
Nûçeya Pişt re PJAK’ê banga boykota hilbijartinên 1’ê Adarê yên li Îranê kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Gengeşiya li ber avahiya CHP’ê ya Stenbolê mezin dibe 

Endamê partiyê Gursel Tekîn ê ku wekî qeyûm tayînî Serokatiya CHP'ê ya Stenbolê hat kirin,…

Ji aliyê Stêrk TV

Girtiyê Kurd ê siyasî Rizgar Begzad dest bi grevê kir

Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê, diyar kir ku girtiyê siyasî ya bi navê Rizgar Begzade…

Ji aliyê Stêrk TV

Bakirhan: Têkoşîna me ji Akbelen heta Cûdî hevpar e

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan diyar kir ku divê ji Akbelen heta Cûdî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Yekîtiya Mamosteyên Kurd: Zimanê me hebûna me ye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Em ê bi pergala komînê zimanê xwe biparêzin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Beştaş: Divê meclîs demildest zagona çarçove û sererastkirinên cezakirinê bigire dest

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Parlamenter Fernandez: Hewce ye ku tecrîd bi dawî bibe

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?