Di lehiyê û hezaza axê ya ku li Endonezya, Srî Lankayê, Tayland û Malezyayê rû dan de, bêhtirî hezar kes mirin û bi sedan kes jî winda bûn.
Li gorî ajansa Afetê li girava Sumatra ya Endonezyayê 593 kes mirin û 468 kes jî winda ne. Gelek avahî di bin avê de mane û rêyên ku diçin herêmê hatine girtin. Li Srî Lankayê jî ji ber bahoza Ditwah herî kêm 335 kes mirin, 366 kes winda ne û rewşa awarte hate ragihandin.
Li başûrê Taylandê 176 kes mirin. Ji ber mûdaxeleya lewaz a hikûmetê niştecihên herêmê nerazîbûn nîşan dan. Li eyaleta Perlis a Malezyayê du kes mirin û erdên çandiniyê bi giranî zirar dîtin.
Pispor, hişyar dikin ku baranên mûsonê ji ber krîza avhewayê wêrankertir dibin.

