Çarşem, 3 Berfanbar 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ji Erdogan daxuyaniya têkildarî pêvajoyê: Em xwedî heman îradeya sala 2005’an e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Profesor Sumantra Bose ji bo nirxandina ‘kêliya hêviyê’ bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Ev pêvajo pêvajoyeke avakirinê ya bi hevgirtineke berfireh a civakî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di bîranîna Ozgur Ulkeyê de banga ji bo ‘heqîqet’ û ‘aştiyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bahçelî: Rûbirûbûn ne karekî yekalî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî bi rojeva hevdîtina Îmraliyê û ‘pêvajoyê’ li hev civiya

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Heyeta Çavdêriya Darayî li Herêma Kurdistanê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPJ’ê şehîd Aryen Arê û Êrîş Berxwedan bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Loqman Hesen: Birêz Ocalan muxatabê aştiyê û nûnerê meseleya Kurd e

    Ji aliyê Stêrk TV

    CPJ û Navenda Metro êrişa hêzên PDK’ê ya li hemberî rojnamevanan şermezar kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Serketina Kobanê bi saya Masîro Xabûr û hevrêyên wî bû’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pêvajo hîn negihiştiye girtîgehan: Divê ji krîza hiqûqê derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Komunên jinên Kurd li Elmanyayê kampa sê rojan li dar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Suryan: Jin wê mîrateya me ya çandî bigihînin paşerojê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara meha Kanûnê ya rojnameya Newaya Jin hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevrêya timî ava dike, diafirîne: Şîlan Kobanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bexdayê meşa li dijî tundiya li ser jinan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zextên Îranê yên li ser jinên girtî didome

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Kovara Komunar 20 sal li pey xwe hişt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka nû ya hûnermend Rotînda derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kolektîfa Saza Êzî stranên Zembilfiroş û Lavij ê Pîrê diyarî Rêber Apo kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Aix-en-Provenceyê ji bo konsera ‘Hebûn û Azadî’ eleqeyek mezin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Fîlmên Kurd a Hambûrgê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Schuch: Li pêşberî karên li Rojava matmayî mam

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li dijî ofîsa parlamenter êrîşa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Hêzên hikumeta veguhêz careke din êrîşî Dêr Hafirê kir
Li Helebê êrîş: 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > HPG-NRÇ: Em şehîdên fedayî yên têkoşîna 2022’yan bi rêzdarî bi bîr tînin
Kurdistan

HPG-NRÇ: Em şehîdên fedayî yên têkoşîna 2022’yan bi rêzdarî bi bîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’Ê (HPG-NRÇ) “pêşengên fedayî Sîdem Egîd, Bozan Kendal Kerboran, Zagros Hêvî, Şoreş Tebqa, Zagros Med û Yilmaz Dersim” ên ku sala 2022’yan şehîd bûne, bi bîr anî û ji gelê Kurdistanê re sersaxî xwest.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Kanûn 2025 Dema xwendinê: 57 dq.
Parvekirin

HPG-NRÇ’ê daxuyaniyek nivîskî weşand û 6 gerîlayên ku sala 2022’yan şehîd bûne, bi “hezkirin, rêzdarî û minetdarî” bi bîr anî.

Di daxuyaniyê de ev tişt jî hatin gotin:

“Têkoşîna 2022’yan bi şêwaz, taktîk, asta berxwedanê û destanên lehengiyê mohra xwe li dîroka 41 salan a Gerîlayên Azadiya Kurdistanê xist. Gerîla ji Bakurê Kurdistanê bigire heta Herêmên Parastinê yên Medyayê, li hember çekên kîmyewî û her cûre teknolojiya şer bi fedaî li ber xwe da, bi şêwaza tîmê pispor di qadê û tunelan de derbên giran li dijmin dan. Berxwedana gerîlayan di serî de bi çalakiyên fedaî û operasyonên şoreşgerî di sala 2022’yan de mezin bû, nîşanî dost û dijminan da ku Tevgera Azadiya Kurdistanê nayê tasfiyekirin. Em hevrêyên xwe Sîdem Egîd, Bozan Kendal Kerboran, Zagros Hêvî, Şoreş Tebqa, Zagros Med û Yilmaz Dersîm ên ku ruhê fedaî yê Apoyî û milîtaniya têknaçe temsîl dikin û bûn pêşengên têkoşîna sala 2022’yan bi evîn, rêz û minedarî bi bîr tînin.

Hevrêyên me yên ku ji bo parastina hebûna gelê me û misogerkirina azadiya wî li dijî êrîşên înkar, îmha û dagirkeriyê yên dewleta Tirk têkoşiyan, roleke dîrokî lîstin. Têkoşîna fedaî ya li çiyayên Kurdistanê geş kirin, bandor li ser gelê me yê welatparêz ê li seranserê cîhanê kir û wan li dora Tevgera Apoyî kir kom kir. Hevrêyên Sîdem, Bozan, Zagros, Şoreş, Zagros û Yilmaz yên ku bi destana berxwedaniyê navên xwe li dîrokê nivîsandin, ji gelê me re bûn çavkaniya hêvî, hêz û moralê. Hevrêyên me yên ku bi wêrekiya xwe ya bilind îlham da hemû ciwanên Kurdistanê û rê nîşanî wan dan, ji bo pêşeroja azad a gelê me bê hesab ber bi şehadetê ve meşiyan. Dema ku em hevrêyên xwe yên fedaî ku bi xwêdan, xwîn û canê xwe me anîn vê rojê, bi hestên jidil bi bîr tînin, em di hizûra wan girêdana xwe ya ji bo hemû şehîdan dubare dikin û biryardariya xwe ya ji bo serketinê raber dikin.

Li ser vê bingehê, em di serî de ji malbatên hêja yên hevrêyên xwe yên şehîd û gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.

Agahiyên nasnameya hevrêyên me yên şehîd bi vî rengî ne:

Nasnav: Sîdem Egîd
Nav û Paşnav: Zeynep Kaplankiran
Cihê Jidayikbûnê: Stenbol
Navê Dayik û Bav: Sema – Mîthat
Dîrok û Cihê Şehadete: 12’ê Cotmeha 2022’yan / Zap

Sîdem Egîd – Zeynep Kaplankiran

Nasnav: Bozan Kendal Kerboran
Nav û Paşnav: Alî Kaya
Cihê Jidayikbûnê: Mêrdîn
Navê Dayik û Bav: Selîme – Îsmaîl
Dîrok û Cihê Şehadete: 17’ê Hezîrana 2022’yan / Garê

Bozan Kendal Kerboran – Alî Kaya

Nasnav: Zagros Hêvî
Nav û Paşnav: Muhammed Saadetxan
Cihê Jidayikbûnê: Makû
Navê Dayik û Bav: Nazdar – Îsmaîl
Dîrok û Cihê Şehadete: 29’ê Cotmeha 2022’yan / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Zagros Hêvî – Muhammed Saadetxan

Nasnav: Şoreş Tebqa
Nav û Paşnav: Fûat Mustafa
Cihê Jidayikbûnê: Tebqa
Navê Dayik û Bav: Sabah – Îbrahîm
Dîrok û Cihê Şehadete: 5’ê Mijdara 2022’yan / Zap

Şoreş Tebqa – Fûat Mustafa

Nasnav: Zagros Med
Nav û Paşnav: Sînan Can
Cihê Jidayikbûnê: Mûş
Navê Dayik û Bav: Zeynep – Abdulkadîr
Dîrok û Cihê Şehadete: 5’ê Mijdara 2022’yan / Zap

Zagros Med – Sînan Can

Nasnav: Yilmaz Dersîm
Nav û Paşnav: Diyar Nasiro
Cihê Jidayikbûnê: Heleb
Navê Dayik û Bav: Zahide – Ahmet
Dîrok û Cihê Şehadete: 26’ê Hezîrana 2022’yan / Zap

Yilmaz Dersîm – Diyar Nasiro

SÎDEM EGÎD

 

Hevrê Sîdem a ku bi eslê ji Çewlîkê ye li Stenbolê ji dayik bû. Ji ber malbata wê demek dirêj li Stenbolê bi cih bibû,  ji neçarî li wir ji dayik bû û mezin bû. Her çiqasî heta radeyekê ji polîtîkayên qirkirin û asîmîlasyonê yên dewleta Tirk bandor bû jî, timî cewhera xwe ya Kurdbûnê parast. Dema ku ji bo zanîngehê çû Enqereyê, li wir xwendekarên şoreşger û welatparêz nas kir û bi vê wesîleyê têkoşîna me jî nas kir. Hevrêya me bi demê re bêtir rastiya Kurd meraq kir, li ser vê bingehê hem dest bi lêkolînê kir û hem jî kete nava pêvajoya naskirina Tevgera Apoyî ya ku têkoşîna Kurdên azad diafirîne. Hevrê Sîdem bi nîqaşên ku bi hevrêyên xwe re meşand, hem Kurdbûn û hem jî rastiya têkoşîna me heta radeyekê fêm kir. Hevrêya me Sîdem derbasî Amed a ku navendeke girîng a welatparêziyê ye û xwest ku bi çavên xwe veguherîna civaka me bibîne. Hevrêya me bi çûyîna Amedê re di jiyana xwe de rûpelek nû vekir û heyraniya xwe ya ji bo asta rêxistinî, hişmendî, îrade û têkoşîna gelê me veneşart. Hevrêya me dît ku wekî ku ji derve tê nîşandan Kurd di tariya serdema navîn de asê nemane, berovajî ronakiya civakî dijî û dikare pêşengiyê ji tevahiya Rojhilata Navîn û cîhanê re bike. Hevrê Sîdem xwest bibe parçeyek vê rastiyê. Hevrê Sîdem di wê ferqê de bû ku heta rastî û felsefeya Rêber Apo yê ku mîmarê vê guhertin û veguherîna civakê ye fêm neke wê nikarebe ev tiştên tên jiyîn fêm bike û beşdarî perwerdehiyeke berfireh a li ser bingeha parêzname û dahûrandinên Rêbertiyê bû. Hevrê Sîdem ji aliyekî ve di nava xebatên çapemeniya azad de cih girt û bi hişmendiya ku li Kurdistanê çapemeniyek azad bi bedelên mezin hatiye afirandin, tevlî van xebatan bû. Di vê pêvajoyê de xisûsa ku bala hevrê Sîdem kişand; asta azadiya ku jinan bi dest xistibû bû. Hevrê Sîdem şahidiya jinên ku bi felsefeya azadiyê ya Rêber Apo xwe pêş xistin û ji nû ve afirandin kir ku di her qadê de pêşengiya civakê dikin. Hevrêya me bi nîqaşên ku bi jinan re kir, têgeha “xwebûn” nas kir. Hevrê Sîdem bi saya hûrbûna ku jiya, freq kir ku jin her tim aîdî yên din bûn û tiştekî aîdî jinan tine bûn. Hevrê Sidem hizirî ku divê êdî deriyê jiyaneke nû ji bo xwe veke û ev tenê di bin rêberiya felsefeya azadiyê ya Rêber Apo de dikare were bidestxistin. Hevrêya me gihîşt wê baweriyê ku îhtîamala azadî di nav pergalê de pir kêm e û bawer kir ku tenê bi qutbûna ji pergala kapîtalîst dikare  bikeve rêya azadî û heqîqetê. Hevrêya me di zanîna ku ev tenê bi tevlîbûna refên gerîla li çiyayên Kurdistanê dikare were bidestxistin û di sala 2011’an de di sala 2011’an dev ji xwendina Zanîngeha Hacettepeyê berda, berê xwe da çiyayên Kurdistanê û li Amedê tevlî refên gerîla bû.

 

Hevrê Sidem demekê li Amed ma, paşê derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Hevrê Sîdem li herêma Garê tevlî perwerdehiya şervanê nû bû û li wir bi dîtina perwerdehiya îdeolojîk re derfeta ku lêhûrbûna berê jiyan bû kûrtir bike. Hevrê Sîdem bi saya vê perwerdeyê derfeta naskirina hêz û îradeya xwe dît û têgihîşt ku rolên ku ji hêla pergalê ve ji jinan re hatine destnîşankirin ji bilî kûrkirina koletiyê kêrî ti titşekî din nayê. Hevrêya me bi dilxwazî ​​û hişmendî tevlî refên gerîla bû, di jiyana çiya û gerîla de ti zehmetî nekişand. Hevrêya me asta hişmendî û tecrûbeya jiyanî ya ku gihîştê bi bevrêyên xwe re parve kir û ji bo pêşketina hevrêyên xwe kedeke mezin da. Hevrêya me di ferqa ku gerîla di heman demê de hêza parastinê ya gelê me ye de bû û bi fêrbûna gelek taktîkên gerîla re pêvajoya şer bibe. Piştî perwerdehiya xwe qedand, ew bû gerîlayek jêhatî ya YJA Starê, bi coş û kelecanek mezin berê xwe da karên pratîkî.

Hevrê Sîdem dîsa li herêma Garê xebatên xwe domand û li wir bêhtir tecrûbe bi dest xist. Hvrêya me ya ku di gelek hûrgiliyên şerê yên gerîlatiyê de serwer bû, bi israr xwest ku biçe herêma Zapê ya ku êrîşên dijwar ên dijmin lê zêde bûn. Hevrê Sîdem bi sekna xwe ya di jiyanê de û beşdariya xwe ya bi israr, bawerî da hevrêyên xwe û di sala 2013’an de derbasî herêma Zapê bû û li wir tevlî berxwedanê bû. Hevrê Sîdem ji amadekariyê bigire heta pêkanîna çalakiyan di gelek qonaxan de ked da. Hevrê Sîdem bi kesayeta xwe ya fedakar hezkirina hevrêyên xwe qezenc kir û ti carî xwe têr nedît. Her tim li pey mezinkirina têkoşînê digeriya û hewl da ku hêjayî rastiya Rêber Apo û şehîdan be. Piştî ku demekê li herêma Zapê têkoşîn meşand, paşê derbasî herêma Qendîlê bû têkoşîna xwe li wir domand. Hevrêya me li vir bi giranî di warên siyasî û îdeolojîk de têkoşîn meşand, bi hevrêyên xwe yên têkoşînê dimeşînin re fêrî tecrûbeyên rêxistinî û jiyanê bû. Hevrêya me êdî bû milîtanek jina a Apoyî ku ji xwe bawer û dizane bê çi bixwaze û di vê pêvajoyê lêhûrbûnek xurt jiya.

Hevrê Sîdem dema ku çeteyên DAÎŞ’ê li Başûrê Kurdistanê li dijî gelê me dest bi êrîşên qirkirinê kir, sekna li cem gelê me wek erka xwe ya milîtanî didît, bêyî dudilî berê xwe da herêmên Mexmûr û Kerkûkê. Hevrêya me li vir bi gelê me re bi awayek çalak beşdarî berxwedanê bû û di gelek çalakiyan de cih girt. Hevrêya me bû yek ji hevrêyên pêşeng ên ku bi wêrekî li hember çeteyên DAÎŞ’ê yên ku artêşên dewletan ji ber wê reviyabûn têkoşiya û dîwarên tirsê yên ku wan çêkiribûn hilweşand. Hevrê Sîdem a ku nêzî salekê li qada ku şer lê dijwar bû ma û erka xwe bi serketî bi dawî kir û careke din vegeriya Herêmên Parastinê yên Medyayê.

Hevrêya me vê carê derbasî herêma Metîna bû, erka perwerdekirina hevrêyên xwe yên nû girt ser xwe. Hevrê Sîdem xwe ji pêşxistin û yekbûna bi gerîla re ya hevrêyên xwe berpirsyar dît û bi şêwaza têgihîştî û destketî hişt ku têkoşîna gerîla bi hemû hevrêyên xwe bide fêmkirin û hînî jiyana çiyê bibin. Hevrê Sîdem di heman demê de li ser mezinkirina têkoşînê kûr bû û bi taybetî hewl da ku bersivê bide şerê dijwar ê li Bakurê Kurdistanê diqewimî. Hevrêya me ji şehadetên di berxwedana xwerêveberiyê de û çalakiyên fedaî yên qewimîn pir bandor bû, bi israr pêşniyar kir ku biçe Bakurê Kurdistanê. Pêşniyara wê ji hêla hevrêyên wê ve hat pejirandin û di sala 2016’an de derbasî Botanê bû. Hevrêya me di ferqa girîngiya Botanê ya ji bo têkoşîna me de bû, bi taybetî jî ji helwesta jinên Botanê ya li dijî dijmin pir bandor bû. Dilsoziya wan a ji bo parastina nirxên Kurd û hewldanên wan ên ji bo parastina çand û zimanê Kurdî ji bo hevrêya me Sîdem bû çavkaniya îlhamê. Hevrêya me çend meh şûnde li Botanê di êrîşa dijmin de bi giranî birîndar bû û ji bo dermankirinê neçar ma ku vegere Herêmên Parastinê yên Medyayê. Bi saya moralê bilind û helwesta xwe ya bi biryar, zû birînên hevrêya me baş bû. Hevrêya me di nirxandineke xwe de, diyar kir ku ev birîndarî wê bêhtir tûj kiriye û biryardariyua wê ya têkoşînê xurt kiriye. Ji ber vê sedemê, çawa ku baş bû xwest daxwaza xwe ya beşdarbûna nav xebatên Hêzên Taybet bi cih bîne.

Hevrê Sîdem diyar kir ku fedaîtî pêşî di ruh de destpê dike û destnîşan kir ku ji bo vî ruhî di xwe de bide avakirin demek dirêj e di nava lêhûrbûnê de ye, ji bo vê armancê xwe hino hino helandiye û bi fedaîtîyeke tam dixwaze vê armanca xwe bi cih bîne. Ji ber vê yekê, pêşniyara hevrêya me Sîdem hat qebûlkirin û ew bi coş û kelecaneke mezin tevlî xebatên Hêzên Taybet bû. Bi perwerdehiyên ku li vir wergirt re derfeta ku lêhûrbûnna xwe kûrtir bike û têxe pratîkê bi dest xist. Hevrê Sîdem bi vî aliyê xwe ve beşdarbûnek li gorî mîsyona pêşengiyê nîşan da. Hevrê Sidem bi qasî îdeolojiyê girîngî dida xebatên leşkerî jî û li hember êrîşên dijmin timî şiyar bû. Mijarên mîna leşkerî, dîsîplîn, hestyarî û çalakbûnê di asteke girîng de di xwe de temsîl kir. Hevrê Sîdem piştî ku perwerdehiya xwe bi serkeftî qedand, di nav Hêzên Taybet de beşdarî çalakiyên girîng bû. Hevrê Sîdem di pêşketin û têkneçûna têkoşîna me de ked û hewldaneke mezin da.

Hevrê Sîdem piştî êrîşên artêşa Tirk ên di sala 2021’an de li ser herêmên Metîna, Zap û Avaşînê dest pê kirin, bi israr xwest ku biçe deverên ku şerên dijwar lê hene û ev daxwaza wê hat qebûlkirin. Li ser bingeha pêdiviyan çûna wê ya Herêma Berxwedanê ya Girê Bahar a li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl guncav hat dîtin. Hevrêya me li wir tevlî berxwedanê bû û ji roja yekem ve fedakarî, sekna milîtanî û daxwaza lêdana dijmin derket pêş. Hevrêya me ji ber vê yekê di dilê hemû hevrêyên xwe de cih girt, li gorî vê yekê bi hemû hêza xwe têkoşiya. Hevrêya me di zanîna ku têkoşîna dide dikare bigihêje xeyalên xwe, bê teredût beşdarî hemû xebatan bû. Hevrê Sîdem bi vê taybetmendiya xwe bû gerîlayek YJA Starê ya mînak û milîtana fedaî. Hevrê Sîdem di 12’ê Cotmeha 2022’an de di êrîşek li herêma Girê Baharê de şehîd bû û heta nefesa xwe ya dawî bi nirxên azadiyê re girêdayî ma. Wekî hevrêyên wê em ê teqez hesreta hevrê Sîdem li ser bingeha azadiya jinan, jiyana demokratîk û azad ava bikin.

BOZAN KENDAL KERBORAN

 

Hevrê Bozan di malbateke welatparêz de li navçeya Kerboran a Mêrdînê ji dayik bû. Hevrê Bozan ji ber ku malbata wî çand û kevneşopiyên Kurdî bi awayê herî sade û cewherî dijî, bi vî rengî mezin bû. Ji ber ku malbata wî ji salên destpêkê yên Tevgera Azadiya me ve di nav têkoşînê de bû, wî di temenê biçûk de derfet dît ku Tevgera me nas bike. Bi taybetî xalê wî hevrê Bozan-Halîl Tûnç di sala 1988’an de tevlî refên gerîla bû û di sala 1990’î de li Mêrdînê şehîd bû, ev yek bi qasî tevahiya malbatê bandor li ser hevrê Bozan jî kir. Her çiqasî wî qet xalê xwe şehîd Bozan nedît jî, ew bi guhdarîkirina destanên wî yên qehremanî mezin bû. Wî ew wekî mînak girt û rêya wî wekî rêya xwe nas kir. Hevrê Bozan mîna her zarokekî Kurd, rastiya dijmin zû nas kir û êrîşên qirkirinê yên li ser gelê me dihar ferzkirin bi kesayeta xwe de vala derxist. Tevî ku 12 salan li dibistanên Tirk xwend û bi êrîşên asîmîlasyon û qirkirinê yên dijwar re rû bi rû ma jî, wî karî nirxên Kurd ên ku teşe dabûn wî biparêze. Hevrê Bozan ji ber ku malbat û derdora wî bi kûrahî girêdayî têkoşîna me ya azadiyê bûn di nav têkoşînê de mezin bû û her tim hay ji pirsgirêkên civakî hebû. Xwe ji gelê xwe re berpirsiyar didît û haya wî ji pêwîstiya têkoşînê ya ji bo afirandina jiyaneke azad a ku pêdiviya herî bingehîn a gelê me ye, hebû.

 

Hevrê Bozan li ser vê bingehê, ji ciwaniya xwe ve tevlî têkoşînê bû. Pêşî beşdarî çalakiyên ciwanên şoreşger ên welatparêz bû. Hevrêyê me bi vî awayî derfet dît ku Rêber Apo û rastiya têkoşîna me ji nêz ve nas bike û her roj di van hewldanan de çalaktir bû. Hevrê Bozan xwe gihand ciwanên ku pergal dixwest wan ji holê rake û ji têkoşînê dûr bixe û wan bi rastiyê re anî cem hev, di tevlîbûna her yek ji wan a Tevgera Apoyî de kecek mezin da. Hevrê Bozan di heman demê de hişmendiya xweparastinê pêş xist û hewl da ku gelê me xwe li hember êrîşên dijmin biparêze. Hevrê Bozan ji bo gelê me di qadên civakî, siyasî, aborî û gelek qadên din de xwe bi rêxistin bike timî nîqaş kir, xebatî û rê nîşan da. Pratîka serketî ya hevrê Bozan bala dijmin jî kişand, di sala 2012’an de ji ber xebata xwe ji aliyê dijmin ve hat girtin. Heşt meh di girtîgehê de ma, bi hişmendiya ku ev der jî cihê berxwedanê ye nêzî vê derê bû. Heval Bozan ê ku girêdayî kevneşopiya berxwedana zindanan a PKK’ê bû, berxwedana li hemberî hemû êşkence û zilmê berxwedan esas girt. Hevrê Bozan zindanê wekî akademiyekê didît, xwe di aliyê îdeolojîk û teorîk de pêş xist. Bi vî awayî rastiya têkoşîna me baştir fêm kir. Hevrê Bozan piştî ji zindanê derket, gihîşt biryardariya mezinkirina têkoşînê û dest bi xebatên milîsiyê kir. Hevrê Bozan bi vî awayî derfeta ku rasterast bi gerîla re têkilî dayne dît. Hevrê Bozan ji hevarêtî û jiyana komunal a gerîla bandor bû û  ji vê yekê hêz û moralek mezin girt. Wekî milîsekî pratîk û xebata meşand ji milîtanekî bi bandortir bû. Hevrê Bozan bi israr dixwest tevlî refên gerîla bibe, lê ji ber xebata wî ya girîng gelek caran daxwaza wî dihat paşxistin. Êrîşên herî hovane yên li ser gelê me yên li Şengal û Rojava û gefên qirkirinê, israra hevrê Bozan a tevlîbûna refên gerîla misoger kir. Hevrê Bozan di sala 2014’an de berê xwe da cih û warê Egîd, Adil, Gulbahar û Bedranan, Gabarê û tevlî refên gerîla bû.

Hevrê Bozan dema ku tevlî nav refên gerîla bû navê xalê xwe şehîd Bozan – Halîl Tûnç li xwe kir û perwerdehiya yekem ji hevrêyên Gabarê wergirt. Bi beşdariya xwe ya dilxwazî û eleqeya xwe ya ji bo gerîlatiyê di demek kurt de tecrûbeya salan bi dest xist. Hevrêyê me bi baweriya ku di jiyana xwe ya gerîla de jiyandina felsefeya Rêber Apo watedartir e, li ser vê armancê lêhûrbûnek kûr jiya. Li ser vê bingehê, li dijî taybetmendiyên sîstemê yên ku di kesayetiya wî de derketin holê têkoşiya û li şûna wan rêgez û pîvanên Apoyî bi cih kir. Hevrê Bozan di şert û mercên Bakurê Kurdistanê de fêrbûna şêwaz û taktîkên gerîla wekî avantajek didît, bi kesayetiya xwe ya kedkar û fedakar pêşketinên girîng bi dest xist. Hevrêyê me ji ber vê yekê hezkirina hevrêyên xwe qezenc kir û bi meşandina têkoşînek xurtir, erkên xwe yên serdemê bê kêmanî bi cih anî û ji bendewariyan re bû bersiv.

Dema ku dewleta Tirk di sala 2015’an de êrîşî qadên gerîla kir û li dijî gelê me konsepta tasfiyeyê ya nû da destpêkirin, hevrê Bozan bi awayekî çalak di nav berxwedanê de cih girt. Hevrê Bozan ê ku bi giranî li ser xeta Gabar-Kerboranê xebat meşand, di vê demê de beşdarî gelek çalakiyên li dijî dijmin bû. Di van çalakiyan de du caran ji gelek deverên laşê xwe birîndar bû û vê yekê wekî hinceta mezintirkirina têkoşînê bi kar anî. Hevrê Bozan ji ber vê yekê şêweyê milîtanî yê bêwestan erkên xwe bê kêmanî bi cih anî. Hevrê Bozan dema ku artêşa Tirk êrîşî Berxwedana Xwerêveberiyê ya ku bi pêşengiya ciwanên Kurd pêş ket, kir û mîna li her derê êrîşî Kerboranê jî kir, derbasî Kerboranê bû û bû yek ji mîmarê girîng ê vê berxwedana dîrokî. Hevrê Bozan di zanebûna ku li Kerboranê ya lê jidayik bûye û mezin bûye, dixwazi di qirkirinê de derbas bikin, bi têkoşîna fedaî xwe diyarî parastina gelê me kir. Hevrêyê me di berxwedana ku bi mehan berdewam kir de bi fedaî têkoşiya, bi wêrekî û afirîneriya xwe, derbên giran li dagirkeran xist. Hevrê Bozan di vê berxwedana ku Bedran, Emgîhan, Nûda, Ferhat, Rêzan û bi dehan milîtan û fermandarên fedaî pêşengiya wê kirin û gihîştin şehadetê, roleke dîrokî lîst. Hevrê Bozan bi wêrekî, biryardarî û îradeya xwe ya bêhempa, di demên dijwar de xwe wekî milîtanekî fedaî yê Apoyî îspat kir. Hevrê Bozan piştî berxwedana Kerboranê vegeriya Gabarê, li vir her tişt di ber çavan de derbas kir, lêhûr bû ji bo tola hevrêyên xwe yên şehîd hilgire kete nava lêgerînê. Hevrê Bozan piştî ku beşdarî çalakî û operasyonên girîng bû, derbasî Bestayê bû û li kêleka Fermandariya Qada Botanê tevlî xebatan bû. Di van xebatan de bi cidîyet, dîsîplîn, hesasiyet, durustî û dilsoziya xwederket pêş û bawerî, hezkirin û rêzgirtina hemû hevrêyên xwe qezenc kir. Ji ber birînên xwe di aliyê fîzîkî de zehmetî kişand û li ser pêşniyara bi israr ên hevrêyên xwe di payîza 2017’an de ji bo dermankirinê derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû.

Hevrê Bozan ê ku demekê tedawî didît, bi saya îradeya xwe ya xurt û biryardariya xwe zû bi ser xwe de hat û ji cihê mayî dîsa bi awayekî çalak dest bi têkoşînê kir. Ji bo pratîka xwe ya li qada Botanê binirxîne, di aliyê îdeolojîk de xwe di parzûna îdeolojîk a Apoyî de derbas bike û ji bo beşdarbûnek xurtir bike, beşdarbûna perwerdehiya akademîk guncav hat dîtin. Ji bo Akademiya Şehîd Îbrahîm bi kedeke mezin pêşî tunelek mezin çêkir û piştre beşdarî perwerdehiya li akademiyê bû. Hevrê Bozan hemû armancên ku di perwerdeyê danîbûn pêşiya xwe bi serketî bi cih anî. Hevrê Bozan bi lêhûrbûna xurt re destpêkek xurt bi dest xist û bi saya kesayetiya xwe ya fedaî, rast, samîmî û fedakar baweriya hemû hevrêyên xwe qezenc kir. Li ser vê bingehê piştî perwerdeyê, di xebateke hesas ya li kêleka Fermandariya Biryargeha Navendî ya me de hat bicihkirin. Xwişka wî Sara Savûşka Bozan – Kiymet Kaya ya ku salek piştî wî tevlî refên gerîla bû û di sala 2018’an de şehîd bû bandorek kûr li ser hevrê Bozan kir. https://hpgsehit.com/index.php/ehit-kuenyeleri/2018-sehitlerimiz/item/7237-sara-savuska-bozan-kiymet-kaya Hevrê Bozan dizanibû ku tenê bi bilindkirina têkoşîna wan wê hêjayî şehîdan be. Hevrêyê me li ser vê bingehê ji bo têkoşîna xwe hîn bêtir xurt bike, xwest vegere Botanê û tolê ji dijmin hilîne. Hevrê Bozan ji ber xebatên Biryargeha Navendî yên bi şêwaza serketî, cidîbûn, baldarbûn û tempoya xwe ya bilind roleke girîng lîst, guncaw hat dîtin ku erkên xwe bidomîne. Hevrê Bozan dema ku xebata xwe didomand, her tim li ser şer û pêşxistin û kûrkirina şerê gerîla yê modernîteya demokratîk sekinî û xwe pêş xist. Hevrê Bozan wekî fermandarek serketinê mîsyoneke mezin danîbû ser xwe û ji bo heqê pêkanîna armanca xwe bide her kêliyê xwe bi lêhûrbûnek xurt û hewldanên pratîkî derbas kir. Tecrûbeyên ku li Fermandariya Biryargeha Navendî ya me bi dest xistibû di kesayeta xwe de veguherand fermadariyê û hemû peywirên ku girtibû ser xwe bi serketî bi cih anî.

Hevrê Bozan ê ku demek dirêj di xebatên Biryargeha Navendî de roleke girîng lîst, di 17’ê Hezîrana 2022’yan de di êrîşa dijmin de şehîd bû. Hevrê Bozan bi nirxên azadiyê ve girêdayî ma û heta nefesa xwe ya dawî têkoşîna xwe ya fedaiyane domand. Em soz didin ku têkoşîna ku me ji hevrêyê xwe dewr girtiye, em ê bi serketinê tacîdar bike. Em sersaxiyê ji malbata me ya welatparêz a bi rûmet ku zarokên xwe yên herî hêja Sara û Bozan mezin kirin û beşdarî têkoşîna me kiirin sersaxiyê dixwazin. Em diyar dikin ku em ê xwedî li bîranînên ewladên egîd derkevin.

ZAGROS HÊVÎ

 

Hevrêyê me Zagros Hêvî, çavên xwe li gundê Mîrze yê bi ser bajarê Mako yê Rojhilatê Kurdistanê li jiyanê vekir. Di nava malbateke kedkar û bi eslê xwe girêdayî eşîra Mîlan de mezin bû. Taybetmendiyên xurt ên sincî û civakî yên gelê Kurd, kesayetiya hevrê Zagros avakir û kir ku ew bibe xwediyê kesayetiyeke xurt. Hevrê Zagros gerîla ji zarokatiya xwe ve nas kir. Her çend ne bi zanebûn be jî, bi dilê xwe yê zaroktî hez ji gerîla kir, pê ve girêda û her tim xeyal kir ku beşdarî gerîla bibe. Ev hestên ku di dilê hevrê Zagros de şîn bûn, bi demê re mezin bûn û rê nîşanî wî dan ku berê xwe bide jiyana şoreşgerî. Hevrê Zagros weke xwendekarekî xebatkar, dibistana navîn û lîse li Makoyê xwend. Piştre Fakulteya Tibê ya zanîngehê qezenç kir. Li Meşhed, Hemedan û Urmiyê şeş salan zanîngeh xwend. Di warê laborator û mîkrobiyolojiyê de pispor bû. Digel ku bavê wî di artêşa Îranê de wekî Besîc kar dikir jî, hevrê Zagros eleqe û sempatiyeke mezin ji welatparêziyê û Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê re nîşan da. Ket nava lêgerînan û li têkoşîna hebûn û azadiyê ya gelê Kurd lêkolîn kir. Bi taybetî jî piştî ku DAÎŞ’ê li Şengal, Başûr û Rojavayê Kurdistanê êrîşî gelê me yê welatparêz kir, kete nava lêgerînên kûr ên wijdanî. Di encama van lêgerinan de; weke Kurdekî bi rûmet li hemberî rewşa heyî ya gelê Kurd, mayîna di nav civakê de û jiyaneke asayî li xwe heram kir. Got, “Eger îro vê biryarê nedim û dest bi têkoşînê nekim, ez ê tevahiya jiyana xwe poşman bibim.” Li ser vê yekê, di 13’ê Tebaxa 2014’an de, di salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê de, biryareke dîrokî da û di Roja Cejna Vejîna Neteweyî ya gelê Kurd de tevlî nava refên PKK’ê bû.

 

Hevrê Zagros, perwerdeya xwe ya gerîlatiya destpêkê li Qendîlê hilda. Piştî qedandina perwerdeyê demeke kurt beşdarî xebatên asayîşê bû. Li vir hem hînbû ku parastina qadên gerîla û hevrêyên xwe bike, hem jî bi gelê me yê welatparêz re têkilî danî û tecrûbeyên girîng bi dest xist. Hevrêyê me Zagros ku ciwanekî zana, hişmend û meraqdar bû, ji bo ku îdeolojî û paradîgmaya Apoyî di nava refên gerîla de bi kûrahî fam bike, xwendinên xurt kirin. Di aliyê teorîk û pratîk de xwe pêş xist. Pêk anîna her karî bi awayekî herî rast, xweş û bêkêmasî, taybetmendiyeke kesayetî ya berbiçav a hevrê Zagros bû. Bi heman dîsîplîn û hesasiyetê nêzî gerîlatiyê bû û pisporbûn esas girt.

Hevrêyên wî ku ast, biryardariya şoreşgerî û jêhatiya di hevrê Zagros de dîtin, pêşniyar kirin ku ew derbasî Hêzên Taybet bibe. Li ser vê yekê, hevrê Zagros derbasî tîmên fedaiyan bû û beşdarî perwerdeya wan a zehmet bû lê belê gerîla pêş dixist, û dikir pispor. Ji fermandarên fedayî yên tevgera Apoyî ku mohra xwe li dîroka têkoşîna me ya demên dawî xistin, Şehîd Savaş Maraş, Şehîd Şervan Varto, Şehîd Axîn Mûş, Şehîd Cûmalî Çorum û Şehîd Mordem Çewlîk perwerde dît. Bi hevrêtiya bi wate û xurt a ku jiyan kir, misyoneke mezin ji xwe re destnîşan kir û bû şopdarê fedaiyan. Hevrê Zagros fedayîtî; wekî bi cih anîna berpirsyariya xwe ya di jiyanê de, bersivdayîna pêvajoyê di cih û demê de, rast jiyan kirin û wekî xwe fedakarinê pênase kir û li ser vê bingehê tevgerî. Bi hilbijartina şêwazeke jiyanê ya bi wate, hewl da her kêliya jiyana xwe bi kedê biafirîne û fedayîtiyê di kesayeta xwe de temsîl bike. Di nava Hêzên Taybet de, di xebatên ku cidiyet, baldarî, dîsîplîn, ewlehî, hesasiyet û fedakarî dixwestin de rol girt û pratîkeke serketî nîşan da. Bi tevlîbûna xwe ya kedkar, hewldaneke girîng nîşan da û sûdên mezin da hemû hevrêyên xwe.

Hevrêyê me Zagros ku berê wî her tim ber bi qadên şer ve bû, di sala 2018’an de derbasî Zapê bû. Beşdarî pêvajoya têkoşînê ya li Zapê bû û zû berpirsyarî girt ser milê xwe. Bi sekna xwe ya fedayî dilê hevrêyên xwe feth kir û hem pêşengî kir hem jî wek mîlîtanekî xwedî li wezîfeyên xwe derket. Hevrê Zagros ku di taktîka sabotajê de gelekî pispor bû, bi rastî hewldan û kedeke mezin nîşan da û di xurtkirina parastina Zapê de rol lîst. Di Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara de wezîfe girt ser milê xwe û hem taybetmendiyên fermandariyê bi dest xist hem jî di amadekariyên şer ên vê keleha berxwedanê de cih girt. Di erazî û tûnelên şer de, ji bo ku her çar aliyê Zapê wek dîwarekî berxwedanê yê derbasnebûyî ava bike, pisporiya xwe xist dewrê. Hevrêyê me Zagros ku li Zapê li hemberî êrîşên dijmin ên sala 2021’an derket, bi zîrekiya xwe ya taktîkî, jêhatiya xwe ya pratîkî û kedkariya xwe rol lîst. Ji ber ku baş zanîbû şer ne tenê di dema şer de tê qezençkirin, di amadekarî û hûrguliyên berî şer de jî tê qezençkirin û bi awayekî herî baş wezîfeya xwe bi cih anî, di pêvajoya berxwedanê de encamên wê bi awayekî pir berbiçav dît.

Piştî ku wezîfeya xwe ya li Zapê bi serkeftî qedand, hevrê Zagros derbasî Fermandariya Hêzên Taybet bû û demeke kurt li vir ma. Di pêvajoyeke ku li ser wezîfeyên girîng giranî dida, ligel ku di bihara 2022’an de êrîşên dijmin rojava û rojhilatê Zapê kirin hedef, hevrê Zagros ji bo derbasî qadên berxwedanê bibe, bi israr pêşniyar kir. Pêşniyara hevrê Zagros ku jêhatîbûn, taybetmendiyên fermandariyê, fedakarî, ruhê fedayî yê Apoyî û wêrekiya wî ya bilind hate nirxandin, hate qebûlkirin û derbasî herêma Şehîd Delîl Rojava Zapê bû. Derbasî Mewziya Şehîd Pirdogan a li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ya ku dîrok nivîsand, û tevlî berxwedana li vir bû. Hevrêyê me Zagros ku li vir jî gerîlatiya xwe ya profesyonel bi kar anî, roleke girîng lîst. Bi tecrûbeyên xwe yên xurt, piştgiriyeke mezin da hevrêyên xwe. Hevrê Zagros, bi îradeya xwe ya fedayî ya Apoyî, di berxwedana ku dijmin neçar kir di dawiya sala 2022’an de ji herêma Şehîd Delîl Rojava Zapê vekişe, wekî fedayiyekî ku kedeke mezin daye, navê xwe li dîrokê nivîsand.

Hevrêyê me Zagros di vê pêvajoya berxwedanê de, dema ku dixwest êrîşa dijmin a ku bi teqemeniyan li hemberî tûnelên şer amade kiribû, pûç bike, di encama teqînekê de birîndar bû. Ji ber vê birîndariyê ji bo tedawiyê ji qada berxwedanê veqetiya. Hevrê Zagros ku dixwest tedawiya xwe bibîne û zû vegere ser wezîfeya xwe, dema ku li benda pêvajoya rê bû, di encama êrîşa dijmin a di 29’ê Cotmeha 2022’an de şehîd ket. Em soz didin ku em ê her tim bîranîna hevrê Zagros Hêvî ku bi ruhê xwe yê fedayî yê Apoyî, sekna xwe ya mîlîtanî, gerîlatiya xwe ya profesyonel, zîrekiya xwe ya taktîkî, keda xwe ya bêhempa û pêşengiya xwe rê nîşanî me da û ji bo me bû mînak, bidomînin û bi bilindkirina têkoşîna wî, bigihîjin armancên wî.

ŞOREŞ TEBQA

 

Hevrêyê me Şoreş wekî ferdekî malbateke bi eslê xwe Efrînî li Tebqa ji dayik bû. Her çend di aliyê ziman û çandê de heta radeyekê asîmîle bûbe jî, karîbû eslê xwe yê Kurd biparêze. Hevrêyê me ku demeke kurt li dibistanên rejîmê xwend, zêdetir li gund li cem malbata xwe bi karên gund re mijûl bû. Di dema serhildanên li Sûriyeyê de, piştî ku gundê ku lê ji dayik bû û mezin bû ket bin kontrola çeteyên DAÎŞ’ê, neçar ma demeke di bin zexta çeteyan de bijî. Hevrêyê me ku dît çeteyan ti eleqeya wan bi îslama rastîn re nîne, ji ber komkujiyên ku kirin, hêrseke mezin hîs kir. Hevrê Şoreş ê ku ji Şoreşa Azadiyê ya Rojava agahdar bû û hînbû ku hemû gelên li wir bi hev re bi azadî dijîn, hêvî kir ku zû hêzên azadiyê yên Rojava werin û wan jî rizgar bikin. Piştî ku bajarê Tebqa di sala 2017’an de ji çeteyên DAÎŞ’ê hate paqijkirin, hevrêyê me derfet dît ku hêzên azadiyê yên Rojava ji nêz ve nas bike û ji nêzîkatiya wan a mirovî bandor bû. Hevrêyê me yê ku li çavkaniya hêza îdeolojîk û manewî ya li pişt vê lêkolîn kir, rastiya Rêber Apo nas kir. Bi taybetî jî hevrêyê me ku ji Paradîgmaya Demokratîk, Ekolojîk û Azadiyê ya Jinê ya Rêber Apo û projeya Neteweya Demokratîk a ku wî pêş xistibû, gelekî bandor bû, her çend têkoşîna me ya azadiyê baş nas nekiribû jî, bi bawerî û girêdaneke bêhempa xwest tevlî nava refên gerîla bibe. Li ser vê bingehê, du meh piştî naskirina têkoşîna me, rûyê xwe da ser çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû û deriyekî jiyaneke nû vekir.

Hevrêyê me yê ku perwerdeya xwe ya destpêkê ya gerîlatî li herêma Garê dît, ji ber ku ji jiyana çiya û gerîla re biyanî bû, di destpêkê de hinekî zehmetî kişand. Lê belê, bi alîkarî û piştgiriya hevrêyên xwe, hevrêyê me pirsgirêka adaptasyonê derbas kir û bi coş, kelecana û daxwazeke mezin tevlî jiyanê bû. Ji ber vê yekê, hevrê Şoreş ê ku ji hevrêyên xwe re spasdar bû, bi mezinkirina têkoşîna xwe bersiv da hevrêyên xwe. Hevrêyê me ku di pêvajoya perwerdeyê de bi eleqeyeke mezin nêzî dersên îdeolojîk bû, ji bo fêmkirina îdeolojiya Rêber Apo ket nava hewldaneke xurt. Ji ber vê yekê, hevrêyê me ku her roj di xwe de guhertinên girîng çêdikir, bi vê sekn û tevlîbûna xwe rêzdariya hevrêyên xwe bi dest xist. Her wiha hevrêyê me yê ku ji bo hînbûna taktîkên şerê gerîla lêhûr bû, karî gelek taktîkên gerîla bi hûrgiliyên wan ên herî biçûk hîn bibe. Hevrêyê me ku di tevahiya pêvajoya perwerdeyê de bi fedakarî, kedkarî û xwesteka xwe ya hînbûnê bal kişand ser xwe, ji ber vê yekê karî rêzdariya hemû hevrêyên xwe bi dest bixe. Hevrêyê me yê ku dixwest herêma Zapê ku berxwedana wê bihîstibû bibîne, piştî perwerdeyê ji bo derbasî vê herêmê bibe pêşniyar kir. Pêşniyara hevrêyê me ku bi saya sekna xwe ya ku bawerî dida hevrêyên xwe hate qebûlkirin, piştî ku perwerdeya xwe bi serkeftî qedand, rûyê xwe da herêma Zapê.

Hevrêyê me Şoreş ê ku bi coş, kelecan û bextewariyeke mezin derbasî herêma Zapê bû, ji kêliya destpêkê ve heyranê sirûşta Zapê ya mezin ma. Hevrêyê me ku ev der wekî çavkaniya jiyanê nirxand, anî ziman ku ev der bûye cîhê herî bi wate yê jiyana wî ya nû. Hevrêyê me yê ku şahidî kir ku li herêma Zapê hemû nirx bi ked û fedakariyê hatine afirandin, ji bo ku nirxên nû lê zêde bike, bê rawest xebitî. Hevrêyê me ku ji ber vê taybetmendiya xwe rêzdariya hevrêyên xwe bi dest xist, di demeke kurt de hemû qadên herêma Zapê nas kir û bersiv da hevrêyên xwe. Bi taybetî jî bi keda xwe ya di çêkirina tûnelên şer de bû mîlîtanekî Apoyî yê ku bû mînak. Hevrê Şoreş ê ku tu carî erkên xwe yên leşkerî paşguh nekir, di gelek çalakiyên ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk hatin lidarxistin de, bi fedakarî cih girt û karî hemû wezîfe û berpirsyariyên li ser milê xwe bi cih bîne. Bi wêrekî di serkeftina van çalakiyan de roleke girîng lîst. Hevrêyê me Şoreş ê ku di her kêliya jiyanê de û di her xebata ku tê de cih digirt de bi rastî û jidiliya xwe di dilê hevrêyên xwe de cih girt, karî vê sekna xwe heta nefesa xwe ya dawîn biparêze û bû mîlîtanekî Apoyî yê mînak.

Hevrêyê me Şoreş ê ku di 5’ê Mijdara 2022’an de di şerê bi artêşa Tirk re heta guleya xwe ya dawîn şer kir û şehîd bû, wê her tim di dilê hevrêyên xwe de û di têkoşîna me de bijî.

ZAGROS MED

 

Hevrêyê me Zagros li navçeya Milazgir a Mûşê ku welatparêziyeke kûr lê tê jiyîn û bi hezaran zarokên xwe dane têkoşîna me, hatiye dinê. Hevrêyê me ku di nava malbat û derdoreke welatparêz de mezin bû, bi çand û sincê Kurdî yê kûr mezin bû. Hevrêyê me yê ku ji biçûkatiya xwe ve sempatiya xwe ji tevgera me re nîşan da, hebûna tevlîbûnan di nêzîkatiya wî de û mezinbûna bi çîrokên lehengiyê yên gerîla, bû sedem ku ew xeyal bike ku rojekê bibe gerîla. Hevrêyê me yê ku heyranê gerîla bû û xwe bi hişmendiya welatparêziyê xemiland, her tim partiya me PKK’ê meraq dikir. Xwest hînî jiyana gerîla û zehmetiyên jiyana çiyê bibe. Hevrêyê me yê ku ji bo alîkariya aborî bide malbata xwe gelek xebat meşand, bû xwediyê kesayetiyeke kedkar. Hevrêyê me yê ku li metropolên ku çûyî, rastiya dijmin baştir fêm kir, wekî şahidê jiyana ku li gelê me tê ferzkirin, hêrsa xwe ya li dijî sîstemê mezintir kir. Hevrêyê me yê ku pê zanîbû dijmin berê xwe dide gelê me, ji lehengiyên di pêvajoya Şerê Gel ê Şoreşgerî ya pêşketî de qewimîn, gelekî bandor bû. Ji her çalakiyeke ku gerîla tê de artêşa Tirk têk dibir, moraleke mezin girt. Hevrêyê me yê ku ji berxwedana destanî ya li hemberî ferzkirina qirkirinê ya çeteyên DAÎŞ’ê ya li Rojava û Şengalê bandor bû, lêgerînên xwe kûrtir kirin. Bi taybetî jî ruhê serhildanê û hişmendiya yekîtiya neteweyî ya ku di Berxwedana Destanî ya Kobanê de li Bakurê Kurdistanê hatibû jiyîn, ji bo tevlîbûna hevrêyê me bû sedem. Hevrêyê me yê ku ji şehadetên di pêvajoya şer a pêşketî de bandor bû, bi zanabûna ku bersiva herî baş a ku wê li dijmin were dayîn, tevlîbûna nava refên gerîla ye, biryara tevlîbûnê da. Li ser vê bingehê, di sala 2014’an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê ku cihê pîroz ê gerîla ye.

 

Hevrêyê me yê ku di sala 2014’an de li ser Bakurê Kurdistanê tevlî Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bû, piştî ku demeke kurt li qada Bakur ma, derbasî Qadên Parastinê yên Medyayê bû. Hevrêyê me yê ku tevlî perwerdeya şervanên nû bû, di demeke kurt de jiyana çiya û gerîla nas kir. Ji jiyana kolektîf û têkiliyên hevrêtiyê yên di gerîla de bandor bû. Bi avahiya xwe ya dilgerm û enerjîk a di pêvajoya perwerdeyê de rêzdariya hevrêyên xwe bi dest xist. Ji dersên ku dît, bi taybetî lehengiyên di dîroka Kurdistan û Partiyê de wekî rêber ji xwe re girt. Tevlîbûna wî ya aktîf di dersan de û vebûna wî ya li hemberî nûbûnan kir ku di demeke kurt de pêş bikeve. Hevrêyê me yê ku perwerdeya xwe bi serkeftî qedand, derbasî herêma Zapê bû û beşdarî xebatên partiyê bû. Tevî ku gerîlayekî nû bû jî, di demeke kurt de gihîşte asteke ku dikaribû berpirsyariyan bigire ser xwe. Bi sekna xwe ya gihîştî ya di jiyanê de, jidiliya xwe ya di têkiliyên hevrêtiyê de û şêwaza xwe ya parastina nirxên partiyê, rêzdariya hevrêyên xwe bi dest xist. Li herêma Zapê gelek xebat bi fedakarî û dîsîplîneke mezin pêk anî. Hevrêyê me yê ku weke mîlîtanekî Apoyî bi zanabûna bendewariyên pêvajoyê tevgeriya, gelek xebat bi baldarî pêk anî. Hevrêyê me yê ku di her xebata ku tê de cih digirt de bi hişmendiya layiqbûna şehîdan nêzîk dibû, di qonaxa amadekariya êrîşên artêşa Tirk de berpirsyarî girt ser xwe. Bi saya salên dirêj pratîkkirina li qada Zapê û cih girtina di dilê hemû hevrêyan de, wekî kesekî ku gotinên wî tên guhdarîkirin, xwest tecrûbeyên xwe veguhezîne hevrêyên xwe. Li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Qadên Parastinê yên Medyayê, ji bo ku erkên xwe yên şoreşgerî bi cih bîne, li qadên ku şer lê germ dihat jiyîn, di çalakiyên serketî de cih girt. Hevrêyê me yê ku tevî hemû pêkanînên li dijî mirovahiyê û sûcên şer ên dewleta Tirk, rola xwe di berxwedana destanî ya gerîla de lîst, di pêkanîna taktîkên serdemê de di nava helwesteke israrkirinê de bû.

Hevrêyê me Zagros ê ku di 5’ê Mijdara 2022’an de di êrîşeke li herêma Zapê de şehîd bû, bi salan li cihên cuda yên Zapê pratîk meşand. Bi wêrekî û tevlîbûna xwe ya bê dudilî, li her cihê ku lê bû, di vê pêvajoya zehmet de hêz da hevrêyên xwe. Hevrêyê me yê ku xwe ji bo wezîfeyên herî zehmet pêşniyar dikir, wekî mîlîtanekî Apoyî yê ku bi fedakariya xwe dihat naskirin, di dîroka me ya têkoşînê de cih girt. Em soz didin ku em ê xeyala hevrêyê xwe yê şehîd a Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad bi cih bînin.

YILMAZ DERSIM

 

Hevrêyê me Yılmaz li Helebê ku bi welatparêziya xwe, girêdana xwe ya bêhempa ya bi çand û kevneşopiyên Kurdî, berxwedana xwe ya bi heybet a li dijî êrîşên dijmin û bi sedan zarokên xwe yên ku şandiye nava refên gerîla di dilê tevahiya gelê Kurd de xwedî cihekî taybet e, ji dayik bû. Lê belê piştî koçberbûna malbata wî ya ji bo Efrînê, li Efrînê mezin bû. Ji ber taybetmendiyên welatparêz û berxwedêr ên herêmên Heleb û Efrînê yên ku lê ji dayik bû û mezin bû, hevrê Yılmaz di demeke kurt de têkoşîna me ya azadiyê nas kir. Ji ber vê yekê, hêj zarokekî biçûk bû, hezkirineke mezin ji gerîla re hîs kir. Hevrêyê me yê ku bi pêşketina Şoreşa Azadiyê ya Rojava re têkoşîna me ji nêz ve nas kir, demên xwe yên ciwantiyê di şert û mercên şoreşê de pêşwazî kir. Ji ber vê yekê, derfet dît ku felsefeya azadiyê ya Rêber Apo ku bingeha Şoreşa Azadiyê ya Rojava ye, nas bike. Pûçkirina êrîşên li dijî gelê me yên hêzên azadiyê yên li Rojava û bêdudilî berdêldana wan a ji bo azadiya gelê me, hem bala hevrê Yılmaz kişand hem jî rêz li wan girt. Ji ber vê yekê, her tim difikirî ku divê ew jî berpirsyariyên xwe yên li hemberî gelê me bi cih bîne. Bi taybetî jî êrîşa dagirkeriyê ya dewleta Tirk a di sala 2018’an de li ser Efrînê û dagirkirina Efrînê, şehadetên li wir qewimîn, hevrê Yılmaz gelekî bandor kirin. Hevrêyê me yê ku ji bo tolhildana gelê me, di vê pêvajoyê de xwest tevlî nava refên gerîla bibe, ji ber hin pirsgirêkan nekarî bigihîje vê armanca xwe. Lê belê hevrêyê me yê ku her diçû lêhûrbûnên xwe kûrtir dikir, di firsenda destpêkê de tevlî hêzên azadiyê yên li Rojava bû. Hevrêyê me yê ku demeke li vir di nava xebatan de cih girt, karî xwe di aliyê leşkerî de pêş bixe. Di vê pêvajoyê de, hevrêyê me yê ku nameyên Şehîd Zîlan (Zeynep Kınacı) û hevrêyên fedayî yên cuda xwend, li ser fedayîtî û xebatên Hêzên Taybet sekinî. Li ser vê bingehê, hevrêyê me ku gihîşte biryareke diyar, xwest derbasî xebatên Hêzên Taybet bibe. Hevrêyê me yê ku pê zanîbû ji bo vê yekê divê derbasî çiyayên Kurdistanê bibe, bêyî dudilî berê xwe da çiyan.

Hevrêyê me Yilmaz ê ku di 30’ê Hezîranê, salvegera çalakiya fedayî ya Şehîd Zîlan de hat çiyê, ji ber ku di vê roja bi wate de li çiyê bû, xwe bi şans û bextewar hîs kir. Hevrêyê me yê ku di destpêkê de di aliyê fizîkî de di adaptasyona jiyana çiyê de hinekî zehmetî kişand, ji nêzîkatî û alîkariyên hevrêyên xwe yên ku di vê mijarê de her cûre piştgirî dan wî, gelekî bandor bû. Ji ber vê yekê, piştî demeke kurt ev pêvajo derbas kir û bi awayekî çalak tevlî jiyanê bû. Pêşniyara hevrê Yılmaz a ji bo tevlîbûna xebatên Hêzên Taybet hate qebûlkirin û di nirxandineke xwe de armanca hatina xwe ya Hêzên Taybet wiha anî ziman: “Armanca min a hatina Hêzên Taybet, baştir nasîna partiyê, lêhûrbûna di hevrêtiyê de, bersivdayîna pêvajoya heyî, Rêbertiya me û şehîdan e.” Hevrêyê me Yılmaz ê ku perwerdeyên xwe yên destpêkê yên li Hêzên Taybet li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ya ku veguherî keleha berxwedanê dît, bi enerjiya ciwaniya xwe û coş û kelecana gihîştina armanca xwe, bi awayekî çalak tevlî jiyanê bû. Bi asta pêşengiyê tevlî hemû xebatan bû û karî barê hevrêyên xwe sivik bike. Di heman demê de, hevrêyê me yê ku xwediyê kesayetiyeke pir gihîştî bû, bi van taybetmendiyên xwe rêzdariya hevrêyên xwe bi dest xist. Hevrêyê me yê ku fêmkirin û pêkanîna rêbertiya me wekî wezîfeyeke mîlîtanî girt dest, bi vê hişmendiyê nêzî perwerdeyan bû. Ji ber vê yekê, hevrêyê me yê ku di gihîştina kesayetiyeke Apoyî de zehmetî nekişand, bi aliyên xwe yên sade û bi wate di demeke kurt de karî di dilê hevrêyên xwe de cih bigire. Her wiha hevrêyê me yê ku bi eleqe nêzî dersên leşkerî jî bû, karî tecrûbeyên xwe yên li Rojava bi hunera şerê gerîla re tevlihev bike. Ji ber vê yekê, hevrêyê me yê ku ji her dersê encamên girîng derxist, bi lêhûrbûnên xwe yên li ser qada leşkerî, bû namzetekî fermandar ê pêşerojê. Di demên dawîn ên perwerdeya xwe de, hevrêyê me armancên xwe yên ji bo pêşerojê bi vî awayî destnîşan kir: “Peydakirina azadiya fizîkî ya rêbertiya me, rizgarkirina hemû gelên bindest, bi taybetî jî gelê Kurd ji azadiyên wan re.” Û ji bo vê yekê di nava hewldaneke xurt de bû.

Hevrêyê me Yılmaz ê ku yek ji wan hevrêyên me yên destpêkê bû ku li herêma Şehîd Delîl Rojavayê Zapê li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên artêşa tirk ên li ser herêmên Metîna, Zap û Avaşîn ên ji sala 2021’an ve pêk dianîn, derket, bi fedakarî û wêrekiyeke mezin karî bi ser dijmin de biçe. Bi vî awayî li pêşiya planên dagirkeriyê yên ku artêşa Tirk dixwest di demeke kurt de pêk bîne, bend çêkir. Hevrêyê me Yılmaz ê ku xwediyê maneviyateke xurt bû, ev yek deyndarê girêdana xwe ya bi her hevrêyê xwe yê ku şehîd ketî û Rêber Apo re bû. Ji ber vê yekê, di çûyîna ser dijmin de kêliyekê jî dudilî nebû. şehadeta zû ya hevrêyê me Yılmaz ê ku di 26’ê Hezîrana 2022’an de di şerê bi dijmin re li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî şehîd bû, her çend di nava hevrêyên wî de xemgîniyeke kûr çêkiribe jî, di mezinkirina berxwedanê de jî bû sedema herî diyarker. Wekî hevrêyên wî, em soz didin ku heta em armanc û xeyalên hevrêyê xwe Yılmaz bi cih bînin, em ê têkoşîna xwe bi hişmendiya layiqbûna hemû şehîdên xwe, di şexsê wî de bidomînin.”

         

        

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Kobanê cenazeyê şehîdek hate veşartin û şehîdek hat bibîranîn
Nûçeya Pişt re Rûsyayê kontrola du bajarên ‘stratejîk’ ên Ûkraynayê bi dest xist
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Meşvan li Xana Axparê ne: Em xwedî li berxwedanê derkevin

Meşvanên Azadiyê gihiştin navçeya Xana Axpar û peyama “Werin, em bi hev re xwedî li…

Ji aliyê Stêrk TV

Di Nîsanê de herî kêm 30 jin hatin qetilkirin

JINNEWS'ê rapora li ser tundiya li jinê ya meha Nîsanê eşkere kir. Li gorî raporê…

Ji aliyê Stêrk TV

Prof. Warren Montag: Tevgera Kurd, fikra azadiya kolektîf ji nû ve ava dike

Yek ji bîrewerê felsefeya modern Warren Montag got: ‘’Fikrên ku li dora aşitî û civaka…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Ji Erdogan daxuyaniya têkildarî pêvajoyê: Em xwedî heman îradeya sala 2005’an e

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Profesor Sumantra Bose ji bo nirxandina ‘kêliya hêviyê’ bang kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Rêber Apo: Ev pêvajo pêvajoyeke avakirinê ya bi hevgirtineke berfireh a civakî ye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Bahçelî: Rûbirûbûn ne karekî yekalî ye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?