Rojnamevan Huseyîn Aykol, di 14’ê Cotmehê de li mala xwe ya Enqereyê xwînariya mejîyî derbas kir. Aykol, li nexweşxaneya ku lê tedawî dibû cara sêyemîn xwînariya mejiyî derbas kir.
Tedawiya Aykol, di serwîsa çavdêriya awarte ya Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Sîncanê de didome
Hate zanîn ku ji ber zêdebûna nirxên kezebê tedawî bi antîbiyotîkên nû berdewam dike.
Bijîşkan dan zanîn ku rewşa Aykol stabîl e.

