Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Piştevaniya Mîllî ku di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de li Meclîsê ava bû, bi rojeva hevdîtina ku bi Rêber Apo re kir, her wiha wergirtina pêşniyarên partiyên siyasî yên li ser sererastkirinên qanûnî, li hev civiya.
Hîn diyar nebû ku di civînê de naveroka hevdîtinê bê parvekirin an na.

