Li gorî nûçeya Rojnews’ê ku xwe dispêre çavkaniyên xwecihî, kolberê Kurd ê bi navê Hisên Dewletxwa yê ji gundê Yarmeqî yê bajarê Makû yê Rojhilatê Kurdistanê, di encama êrîşa dewleta Tirk a li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê de jiyana xwe ji dest daye.
Hate diyarkirin ku bêyî hişyariyek were kirin Hisên Dewletxwa ê li nava xaka Rojhilatê Kurdistanê, hatiye gulebarankirin.
Hêjayî gotinê ye ku hêzên dewleta Tirk ji bilî gulebaranê, di êrîşên xwe yên li dijî welatiyên sivîl de gelek caran dronan jî bi kar tînin.

