Çalakiya nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ku di 20’ê Tirmeha 2023’an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin, bi koma 170’an û di roja 871’an de didome.
Merasîma dewrgirtina çalakiyê nobetê li Saziya Malbatên Şehîdan a Wargeha Mexmûrê, bi deqeyek rêzgirtinê ji bo hemû şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê destpê kir.
Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 169’an çalakvanê bi navê Qedrî Şirîşeyî axivî.
Qedrî Şirîşeyî anî ziman ku ew derbazî sala sêyem ya çalakiyê bûne û wiha got: “Armanca me û giştî dostên gelê Kurdistanê yeke ew jî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareserkirina doza gelê Kurde. Ev sedsalin gelê Kurd têkoşîna vê yekê didin, roja me ya îro ji bo encamgirtina xwedî helwest û têkoşînek bêhempa ye. Her wiha wek civaka wargehê ji aliyê me ve rewş ji nêzîk ve tê şopandin. Em xwedî îdeayek wisanin ku heta em Rêber Apo di nava xwe de nebînin û çareserî ji doza Kurdistan re neyê dîtin, em dest ji vê îdeayê bernadin.”
Piştî axaftinê, çalakî bi dirûşmeyên ‘Bijî Rêber Apo’ û ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ dewrî koma nû hat kirin.

