Berdevkê polîsan Athlenda Mathe, diyar kir ku di êrîşa çekdarî de di nav de sê zarok jî heyî 11 kes mirine. Mathe, ragihand ku 14 kes jî birîndar bûne.
Sedema êrîşê hê nayê zanîn û heta niha tu kes têkildarê bûyerê nehatiye binçavkirin.
Li welêt ev êrîş yek ji êrîşên dawî ye ku dibe sedema mirinên komî.
Efrîkaya Başûr a ku xwedî nêzî 63 mîlyonî nifûsî ye, ji ber zêdebûna rêxistinên sûc û çekên neqanûnî krîza ewlehiyê ya cidî dijî. Li gorî daneyên polîsan, di navbera Nîsan û Îlonê de her roj bi navînî 63 kes hatine kuştin.

