Hefteya bihurî dema ku girtî pêşbirka zanînê lidar dixistin, gardiyan bi ser qawişa girtiyan de girtin û dest danîn ser kaxezên pirsan.
Derbarê Kasim Sanlig, Hûseyîn Er, Nurettîn Erdemcî, Nûrettîn Vural, Ozgur Eksîk, Murat Şîmşek û Turgay Vural de ku tê îdîakirin pirs amadekirine, lêpirsîn hat destpêkirin.
Di encama lêpirsînê de, ji bo Kasim Sanlig û Hûseyîn Er 13 rojan cezayê hucreyê hat dayîn û ji bo 5 girtiyên din jî mehekê ji çalakiyên civakî hatin qedexekirin.
Cezayê dîsîplînê bi hinceta ku peyvên “Mehabad” û “Kurdistan” “hişmendiya rêxistinî zindî kirin” hat dayîn.
Girtiyan bi rêya parêzerên xwe bûyerên qewimî ji raya giştî re ragihandin û banga hişyariyê kirin.

