Duşem, 7 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Endamên MYK’ê yên DEM Partiyê diyar bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serlêdana berdanê ya Saît Yildirim hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDK-E û TJK-E’yê spasiya beşdarên festîvalê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komeleya zimanê Kurd bû hedefa êrişa çekdarî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Muzîkjen Vedat Yildirim: Eger pêvajo mezin bibe azadî jî wê mezin bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mahfûz Guleryuz: Dem hatiye ku Birêz Ocalan karibe yekser ji civakê re biaxive

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Saziyên Rojhilatê Kurdistan û Îranê li ser şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ daxuyaniyek da

    Ji aliyê Stêrk TV

    GOÇ-DER’ê serî li Meclîsê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dewleta Îranê êriş bir ser kampa Komele

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê li Mihabadê jinek binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclisa Gel a Şengalê: Pirsgirêka Şengalê ne pirsgirêka ewlekariye ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    36 ciwanên Kurd ji Lîbyayê vegeriyan Herêma Kurdistanê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    YJA Star: Serhildanên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ jinûve vejîna gelan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Şêwra TAJÊ hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çeteleya JINNEWS’ê ya Tebaxê: 22 jin û 3 zarok hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskara femînîst Robin Morgan koça dawî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdevka YPJ’ê: Rizgarkirina jinên dîlgirtî wezîfeyeke mirovî û exlaqî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    TAJÊ komxebat li dar xist: Ji bo azadiya dîlgirtiyên Êzidî divê têkoşîn bê xurtkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    34’emîn Mihrîcana Çanda Kurdî dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çanda Kurd li Dortmundê bi coş destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    NCDK-Swêd ji bo Festîvala Çand û Hunerê banga tevlîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê Cejna Cimaye Şerfedîn tê pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî diyarî şehîdan hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgerên Çandê Hêvî Şanoger bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Siwêdayê şerekî giran rû dide
Hevdîtina navbera şandeya YPJ’ê û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê destpê kir
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Sarisaç: Fikrê Birêz Ocalan li cîhanê kelecanek afirand
Rojane

Sarisaç: Fikrê Birêz Ocalan li cîhanê kelecanek afirand

Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya DBP'ê Mûrat Sarisaç anî ziman ku fikrên Rêber Apo ne tenê li Tirkiye û Kurdistanê, her wiha li seranserê cîhanê bi coş hate pêşwazîkirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 9. Kanûn 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

DEM Partiyê li Stenbolê Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî lidar xist. Ji Tirkiye, Kurdistan û seranserê cîhanê gelek kes tevlî bûn û du rojan dewam kir. Di konferansê de têkildarî têkoşîna aştiyê mînak û tecrûbeyên li cîhanê hatin nirxandin, her wiha li dora fikrê Rêber Apo nirxandin hatin kirin.

Ji beşdarên konferansê Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Mûrat Sarisaç anî ziman ku konferans ji bo civakîbûna aştiyê û belavbûna fikrên Rêber Apo girîng e. Sarisaç mijar ji ANF’ê re nirxand û got, “Bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Birêz Ocalan re ne tenê li Tirkiye û Kurdistanê her wiha li seranserê cîhanê pêvajoyeke welê destpê kir ku bû cihê kelecanê. Tevgera Azadiyê ya Kurd 50 salên dawî li dijî feraseta netewe dewletê ya li ser asîmîlasyon û îmhakirina Kurdan ava bûye têkoşîna hebûnê dimeşîne. Di vê têkoşînê de nêzî sed hezar mirov hatin kuştin, Kurd ji gundên xwe bûn û tine hatin hesibandin.

Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Birêz Ocalan hem ji aliyê Kurdan hem jî ji aliyê avaniyên bi rêxistinên li derveyî dewletê têkoşîna demokrasî û aştiyê dimeşînin bersiveke cidî dît.

120 kesayetên ku Xelata Aştiyê ya Nobelê girtin anîn ziman ku ew banga Birêz Ocalan gelekî hêja dibînin.

‘DIVÊ NÊRÎNÊN BIRÊZ OCALAN DI ASTA CÎHANÊ DE CIVAKÎ BIBIN’

Li Kurdistan û Tirkiyeyê weke DEM Partî û pêkhateyên wê, ji ber ku em ji kevneşopiyeke têkoşînê ya bi salan tên, bi biryar in ku ji bo tevkariya vê yekê bi her rê û rêbazê têbikoşin. Ji bo Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Birêz Ocalan li tevahiya cîhanê bê nasandin û ev bang ne tenê li Kurdistanê her wiha li her devera cîhanê -Ji Rojhilata Navîn heta bi Ewropayê- civakî bibe, me ev konferans pêwîst dît.”

Sarisaç diyar kir ku ji gelek deverên cîhanê kesayet tevlî konferansê bûn, tecrûbeyên xwe ragihandin û got, “Di konferansa ji 2 rojan de ji Katalonyayê heta bi Herêma Baskê û gelek deverên din li gel beşdaran me pirsgirêkên bi heman rengî yên weke pirsgirêka Kurd û şerê li Tirkiyeyê nîqaş kir. Ev tecrûbeyên li cîhanê hatin nirxandin. Li gorî me, ev tecrûbe wê tevkariyê li pêvajoya bêşer û çarseriya pirsgirêkê bikin.

Nuqteyeke din ew e ku Birêz Ocalan ne tenê ji bo aştiyê bang dike. Ne tenê têkildarî şerekî 50 salî bang dike; Birêz Ocalan di heman demê de li hemberî kaos û krîza modernîteya kapîtalîst sîstemeke alternatîf pêşkêş dike.”

Sarisaç ragihand ku perspektîfa Rêber Apo pêşkêşî gelan dike, çareseriyekê nîşan dide ku hemû gelan eleqedar dike û got, “Perspektîfeke welê datîne holê ku çînî, neteweyî, netewe dewletê û dewletê jinûve şîrove dike. Lewma ji bo ev fikrên Birêz Ocalan li tevahiya cîhanê bêne naskirin me konfernas lidar xist.

Ji xwe John Holloway ev yek bi rengekî bedew kurteber kir: ‘Ez ji Meksîkayê ji cihekî bi 11 hezar kîlometreyî dûr ji bo vê konferansê hatim Stenbolê. Sedema tevlîbûna min a li vê konferransê dîtina ronahiya Birêz Ocalan bû. Min ev ronahiya têkoşîna Tevgera Azadiyê ya Kurd di nava tarîtiyê de dît û hatim vê konferansê’. Ev yek ne tenê li Kurdistan û Tirkiyeyê, fikrên Birêz Ocalan weke ronahiyekê li tevahiya cîhanê belav bû. Ji bo danasîna vî fikrî em dixwazin karekî hîn xurt bikin.”

‘JI BO SERKETINÊ YEKÎTIYA NETEWEYÎ GIRÎNG E’

Sarisaç tevlîbûna nûnerên YNK û PDK’ê ya li konferansê jî girîng dît û dstnîşan kir ku yekîtiya neteweyî ya Kurdan wê tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike.

Sarisaç got, “Îro Kurd ne tenê li çar parçeyan, her wiha li gelek deveran dimînin. Ji Kafkasyayê heta bi Rûsyayê Kurd tevlî vê konferansê bûn. Projeya Aştî û Civaka Demokratîk a ku Birêz Ocalan da dstpêkirin, di serî de Kurd bernameyeke welê ye ku coş û kelecan da her kesî.

Bi destpêkirina vê pêvajoyê re di serî de Birêz Ocalan Tevgera Azadiyê ya Kurd rola xwe hemû bi cih anî. Pêvajoyeke nû ye, dem divê lê belê Tevgera Azadiyê ya Kurd û Birêz Ocalan gavên gelekî hêja avêtin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 9’Ê KANÛNA 2025’AN
Nûçeya Pişt re Dozger bi biryara beraatê qanih nebûn: Şuştina cenazeyan û tevlîbûna li merasîmê sûc nîne!
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Mîrxan Karker: Cewhera Îslamê komunal le

Endamê Komîteya Gel û Baweriyan a KCK’ê Mîrxan Karker diyar kir ku cewhera Îslamê komunal…

Ji aliyê Stêrk TV

MSF: Şewba Ebola ya li Kongoyê fikareke zêde çêdike

Bijîjkên Sînornenas (MSF) hişyarî da ku şewba Ebola ya li Komara Kongoya Demokratîk bi lez…

Ji aliyê Stêrk TV

Li warê Rêber Apo li Rihayê coşa Newrozê

Li warê Rêber Apo li Rihayê bi hezaran kes li qada Newrozê li hev civiyan…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Saziyên Rojhilatê Kurdistan û Îranê li ser şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ daxuyaniyek da

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Endamên MYK’ê yên DEM Partiyê diyar bûn

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Fûara Pêşengeha a Navneteweyî ya Kurdistanê li Sine destpê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Serlêdana berdanê ya Saît Yildirim hate redkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?